Welatiyan li Hewraman 300 kew berdan xwezayê

Welatiyên Hewramanê ji bo parastin û bedewkirina xwezayê, nêzîkî 300 kewên kedî berdan nava xwezayê û azad kirin.

•
1 deqe xwendin
Welatiyan li Hewraman 300 kew berdan xwezayê

Li parêzgeha Helebceyê, welatiyekî navçeya Hewramanê ji bo parastin û bedewkirina xweza û jîngeha herêmê, nêzîkî 300 kewên gozel ên kedî berdan nava xwezayê û azad kirin.

Welatî Alan Hama Kerîme ku kewên gazel berdan nava xwezayê, derbarê armanca xwe de got “Ev heftiyeke min ev kew kirîne û li cem xwe xwedî dikirin. Piştî ku min hîs kir ev çiyayên Hewramanê êdî bê kew mane; ji bo xatirê bedewkirina xwezayê, min biryar da ku van kewan azad berdim nava xwezayê.”

Alan da zanîn ku 300 kewên wî hene û wiha axivî: “Li her çiyayekî zêdetirî 30 kewî azad dikim. Bi vê xebatê dixwazim xweza û jîngeha me ciwan bibe û careke din kew li çiyayan zêde bibin. Di heman demê de, gava xelk tê navçeyê û dengê kewan dibihîse, hestekî pir xweş di dilê wan de çêdibe.”