Li dijî madena zêr a li Giyadînê banga mitîngê: Çemê Mûradê tê jehrîkirin
Konseya Bajêr a Mûşê der barê madena zêr a li Giyadînê ya ku Çemê Mûradê jehrî dike de civîneke çapemeniyê li dar xist; di civînê de hat destnîşankirin ku ava vexwarinê ya bajêr di bin xetereyê de ye û bang li her kesî hat kirin ku beşdarî mitînga 26ê îlonê ya li Giyadînê bibin.

Konseya Bajêr a Mûşê, li dijî xebatên madena zêr a li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ku Çemê Mûradê jehrî dike, li Navenda Çanda Porsor Anayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Nûnerên gelek saziyên civakî tevli civînê bûn.
Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan di civînê de axivî û got: "Em hatin serdana we daku zirarên vê projeyê yên li ser hemû bajarên li hewza Çemê Mûradê û bi taybetî jî bandora wê ya li ser bajarê Mûşê bînin ziman û we vexwînin mitînga ku em ê di 26ê îlonê roja şemiyê de li navçeya Giyadînê li dar bixin. Em dixwazin hem hişyariyekê çêbikin hem jî vê bangê bigihîjînin hemû bajar."
‘Ava xwe ji Çemê Mûradê digire’
Hevserokê Konseta Bajêr a Mûşê Kutbettîn Sonmezer diyar kir ku herî kêm 1 milyon û nîv kes ji vê projeyê bi neyînî bandor dibin û destnîşan kir ku ev yek li ser xwezayê xetereyeke mezin çêdike. Sonmezer diyar kir ku divê hemû saziyên civakî bi hesasiyet nêzî mijarê bibin û got: "Mûş, hemû ava xwe ya vexwarinê ji Çemê Mûradê digire. Ez bawer dikim ku divê li her devera ku xweza û erdnîgarî lê tê texrîbkirin, hestiyarî werê nîşandan.”
Serokê Komeleya Parastina Hawirdorê ya Meşeyê Îhsan Aytemîş anî ziman ku divê ji bo hemû zîndeweran têkoşîna jiyanê werê kirin.


