Li Licê berteka li dijî projeya GESê: Em nahêlin xwezaya me bê talankirin
Li gundê Dêrqam ê Licê li ser erdekî berfireh çêkirina GESê tê plankirin; gundî destnîşan dikin ku ev proje gefê li jiyan û çavkaniyên wan ên debarê dixwe û ew ê nehêlin axa wan bê talankirin.

Li gundê Dêrqam ê navçeya Licê ya Amedê, ji aliyê Şîrketa Îskenderûn Demîr Çelîk ve li ser 800 donim erd 93 hezar panelên tavê tê plankirin. Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê ya Amedê li dijî biryara “Hewcehî bi Rapora Nirxandina Bandora Hewirdorê (ÇED) nîn e” li Dadgeha Îdarî doz vekir.
Projeya ku 25 metre nêzî jîngehê ye li gel talana xwezayê, gefê li çavkaniya debarê ya herêmî jî dixwe.
Gundiyên ku bertek nîşanî projeyê dan, ev tişt gotin: “Heke ev proje bikeve meriyetê dê jiyan li vir nemîne. Em ê neçarî koçkirinê bibin. Ev der axa me ye em GESê naxwazin. Em li ji sala 2024an vir ve li dijî vê projeyê sekinîn. Lewre bêyî agahiya me ev hat plankirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî GESê heta dawî bidomînin. Çi dibe bila bibe em ê nehêlin ku xwezaya me bê talankirin.”


