'Di 10 rojan de 250 kamyon dar şandin Tirkiyeyê'

Talankirina sîstematîk a daristanên Behdînanê ku ji aliyê dewleta Tirk û fîrmaya Cengîz Holdîngê ve tê meşandin, li Başûrê Kurdistanê bû sedema pêleke mezin a nerazîbûnan; li nûnertiya Silêmaniyê ya Parlamentoyê li dijî vê "jenosîda jîngehî" gilî hat tomarkirin, daxuyaniyên Waliyê Dihokê Elî Teter ên ji bo parastina talankeran bertekên tund kişandin ser xwe û banga îstifayê li walî hat kirin.

•
1 deqe xwendin
'Di 10 rojan de 250 kamyon dar şandin Tirkiyeyê'

Wêrankirin û birîna sîstematîk a daristanên devera Behdînanê ku ji aliyê dewleta Tirk û şîrketa Cengîz Holdîngê ve tê kirin, rojeva Başûrê Kurdistanê germ kiriye. Li hemberî vê talanê hem li qada siyasî û hem jî di nava raya giştî de nerazîbûnên tund bilind bûn.

Li parlamentoyê giliya fermî hat tomarkirin

Partiya Kesk a Kurdistanê bi amadebûna nûnerên fraksiyonên YNK, PDK, Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, li nûnertiya Silêmaniyê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Milko Bazyanî ragihand ku wan li dijî talana daristanan bi fermî gilî tomar kiriye û da zanîn ku birîna darberû û daran ji aliyê fîrmaya Tirk Cengîz Holdîngê ve tê kirin. Bazyanî diyar kir ku wan Wezîrê Jîngehê yê Iraqê agahdar kiriye û ew ê heman giliyê bibin Parlamentoya Iraqê jî. Nûnerên fraksiyonan jî teqez kirin ku birîna van daran "birîna perçeyekî ji laşê xelkê Kurdistanê ye" û banga derxistina artêşa Tirkiyeyê ji herêmê kirin.

Parastina talanê ji aliyê Waliyê Dihokê ve bû sedema hêrsê

Li aliyê din, daxuyaniyên Waliyê Dihokê Elî Teter ên di civîneke çapemeniyê de bûn sedema bertekên giran. Teter li şûna şermezarkirina birîna daran, îdîa kir ku dar ji aliyê Tirkiyeyê ve tên Herêma Kurdistanê. Parlementerê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bedel Berwarî li hemberî van gotinan bertekeke tund nîşan da û got: "Li şûna ku ax û jîngeha Herêma Behdînanê were parastin, ev daxuyanî hincet û parastina dewleta Tirk a dagirker e. Divê ew berpirs di cih de dest ji kar berde û lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwaze."

Di 10 rojan de zêdetirî 250 kamyon dar hatine dizîn

Li gorî lêkolîn û çavkaniyên herêmî, fîrmaya Cengîz Holdîng nêzî 10 salan e ligel çêkirina rêyên leşkerî ji bo artêşa Tirk, daristanên Kurdistanê talan dike. Hat ragihandin ku tenê di nava 10 rojên dawî de li herêma Berwarî Bala ya girêdayî Amêdiyê, zêdetirî 250 kamyonên mezin ên tijî dar bi taybetî ji gundên Mîska, Qumrî, Hirûrê, Kêste, Tirwaniş û Nizdûrê hatine qutkirin; dar di bin çavdêriya leşkeran de li nêzî baregeha Girê Biyê û di Deriyê Serzêrê re tên veguhestin bo Tirkiyeyê.

Rêxistinên sivîl û aktîvîst bang li hikûmeta Iraqê û rêveberiya Herêma Kurdistanê dikin ku li hemberî van binpêkirinan zextên dîplomatîk pêş bixin û li dijî karesata ekolojîk xwedî helwesteke hevpar bin.