
Li Îranê pêla grevê berfireh dibe: 'Sêşema na ji darvekirinê re' di hefteya 139an de ye
Tevî zêdebûna bîlançoya cezayên mirinê û darvekirina dayikeke 6 zarokan li Îranê, çalakiya "Sêşema na ji darvekirinê re" di hefteya xwe ya 139an de bi tevlêbûna girtîgehên nû derbasî 64 navendan bû. Girtiyên beşdarî kampanyayê bi daxuyaniyekê xwest ku berpirsên fermanên darvekirinê didin bên darizandin.














