Artêşa Sûrî li Siwêda 2 karker kuştin

SOHRê ragihand ku hêzên artêşa Sûrî, guleya hawanê avêt taxên rojavayê bajarê Siwêdayê û 2 kes hatin kuştin, 2 kes birîndar bûn. Kesên hatin kuştin karkerên zeviyê bûn.

•
1 deqe xwendin
Artêşa Sûrî li Siwêda 2 karker kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) têkildarî êrîşa li ser Siwêdayê daxuyanî da. SOHRê da zanîn ku hêzên gikûmeta Sûriyeyê guleya hawanê avêtiye taxên rojavayê bajarê Siwêdayê Di êrîşê de jinek bi navê Asya ya ji herêma Cizîrê koçber bûye û di nava zeviyên çandiniyê de dixebitî û ajokarekî terektorê jiyana xwe ji dest dan. Di topbaranê de du kes jî birîndar bûn.