
Cîhan
Ji 20 jinan 16 jê hîn di destê hêzên Talîbanê de ne
Li herêma Şah Doşamşîra ya Kabulê, 20 jin ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatin binçavkirin. Digel ku 4 jin hatine berdan hêj 16 jinên din nehatine berdan. Hate ragihandin ku ev operasyon di çarçoveya zextên li ser cil û berg û mafên jinan de pêk hatiye.
Navenda Nûçeyan














