Bîlançoya lehiyê ya li Nepalê giran dibe
Li Nepalê di lehiyê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 355an.

Hat ragihandin ku li herêma Rasuwa ya Nepalê ku nêzî sînorê Çînê ye û li derdora wê, di lehiya ku di 26ê tebaxê de çêbû de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 355an. Di daxuyaniya ku li ser hesaba medya dijîtal a Saziya Birêvebirin û Kêmkirina Xetereya Karasatê ya Neteweyî ya Nepalê hat dayîn de hat destnîşankirin ku bêyî kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 4 hezar û 996 kes jî winda ne.
Hat diyarkirin ku li Tîbetê ya ku ji lehiyê bandor bûye jî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 43yan.


