Li Şamê aktorê sereke yê krîzê: Aqilê rêxistinî
Rêveberiya demkî ya Şamê di derbasbûna ji "aqilê rêxistinî" ber bi "aqilê dewletî" ve bi krîzeke kûr a rewayiyê re rû bi rû ye; her wiha zexta aborî ya li kolanan, aloziyên civakî û bazarên pragmatîk ên navneteweyî nîşan didin ku Sûriye ber bi qonaxeke nû ya pevçûnan ve diçe.

Rojnamevanê Ajansa Mezopotamyayê E. Pejder Altan di nûçe-analîza xwe de bal kişand ser krîza piralî ya piştî hilweşîna rejîma Baasê, polîtîkayên navendîxwaz ên rêveberiya nû ya Şamê û hewldanên tepeserkirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser:
Piştî hilweşîna dîktatoriya Baasê ya nîv-sedsalî, Sûriye li qonaxa herî krîtîk a dîroka xwe ye. Pêşhatên li qadê bes bi rêya krîza aborî, destwerdana derve an jî pirsgirêkên asayîşê nayên şîrovekirin. Welat di nav pêleke krîzê ya piralî de asê maye; krîzek ku tê de têkoşîna ji bo serdestiya li ser pêkhateya desthilatdariyê, ajandayên herêmî yên nakok, hewldanên ji bo têkbirina destkeftiyên demokratîk ên gel û têkoşînên navxweyî yên desthilatdariyê di nava elîta desthilatdar de, hemû li hev dicivin. Helwestên navendîxwaz ên rêveberiya derbasbûnê ya li Şamê ku mekanîzmayên rejîma kevin dubare dikin, Sûriyeyê ne ber bi pêvajoyeke avakirina demokratîk, lê ber bi bendeke girtî ya vegerandina otorîterîzmê ve dikişînin.
Dilema bingehîn a ku rêveberiya veguhêz pê re rû bi rû ye ku di bin sîwana Hey'et Tehrîr el-Şam (HTŞ) de hatiye şekilkirin û di bin serokatiya Ehmed el-Şara de ji bo sazûmankirinê hewl dide, di nakokiya bêserûber a di navbera mantiqa hiyerarşîk a tevgerek çekdarî û rêveberiya civatek piralî de ye. Rêxistinê ku wekî "serkêşa" leşkerî di hilweşandina rejîmê de derketiye holê, piştî ku kontrola li Şamê girt, tercîh kir ku desthilatdariyê navendî bike, li şûna avakirina mekanîzmayek veguhêz a berfireh, wekhev û demokratîk.
Ev nêzîkatî bû sedem ku amûra desthilatdariyê ji hêla "çemberek teng" ve monopolîze bimîne, bi vî rengî şiyana rêveberiya veguhêz a ji bo misogerkirina razîbûna raya giştî têk bir. Kombûna mekanîzmayên rêveberiyê di bin kontrola yekane de ne tenê beşên berfireh ên civakê ji hev dûr xist, lê di heman demê de kapasîteya sazûmanî ya hebûnek ku dixwaze wekî dewletek bixebite jî felc kir. Ji ber ku rêveberiya veguhêz nekarî kontrola xwe ya de facto veguherîne rewatiya neteweyî, ew bi zêdebûnî serî li ser tepeserkirina krîzan bi rêbazên kevneşopî yên ewlehiyê li şûna rêbazên siyasî da.
Hêrsa kolanan û krîza aborî
Xwepêşandanên ku kolanên gelek bajarên welêt hejandine û bûne sedema danîna barîkatan û şewitandina tirênan, ji ber zêdebûnên zêde yên bihayê sotemeniyê dest pê kirin. Zêdebûnên bi rêjeya nêzîkî ji sedî 40 ji bo mazotê û ji sedî 28 ji bo benzînê, rêyên jiyanê yên gelê ku jixwe di bin şert û mercên şer de perîşan bûye û ji gihîştina xurek û enerjiya bingehîn bêpar maye, teng kirine.
Lêbelê, kêmkirina vê nerazîbûna giştî tenê bo biryareke teknîkî ya der barê zêdekirina bihayê de, dê rastiya li qadê veşêre. Daxwazên rewa yên gel rasterast ji krîza lêçûna jiyanê, xizaniyê û dabeşkirina neheq a çavkaniyan çêdibin. Di heman demê de, pêvajoyek heye ku tê de hêrsa rewa ya gel ji aliyê navendên cihêreng ên hêza siyasî ve wekî amûrekê tê bikaranîn.
Hewldanên aliyên navxweyî û aktorên herêmî yên ku dixwazin bandorê li ser vê nerazîbûnê bikin û wê ber bi berjewendiyên xwe ve bikişînin, krîzê ji tengasiyeke aborî ya sade vediguherînin "krîzeke rêveberiyê" ya tam. Ev pêla aloziya civakî bi awayekî eşkere nîşan dide ku tu desthilatdariyeke bêyî tevlêbûna siyasî û îdarî, nikare dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên gel garantî bike.
Fatûreya xeta Parîs-Washîngtonê
Gavên ku rêveberiya Şamê li qada navneteweyî avêtine, çalakiyên dîplomatîk ên li Parîsê û têkiliyên bi Washingtonê re, nîşana rewşeke danûstandinê ne ku rasterast bandorê li hevsengiya hêzê ya li ser erdê dike. Şamê ji bo bidestxistina naskirina dîplomatîk, dûrketina ji mueyîdeyên NY û DYA'yê û temamkirina pêvajoya vegerandina statuya xwe ya navneteweyî, sozên curbicur dane hêzên derve. Encama pratîk a yekem a van sozan li ser qadê, rêze-gavên ku armanca wan hilweşandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.
Pêla leşkerî ku ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê heta rojhilatê Firatê dirêj dibû, hewldanekê nîşan dida ji bo vegerandina dewlet-neteweyeke yekparçe ya ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê piştgirîkirin. Rêveberiya Şamê dixwest bi xistina herêmên xwedî petrol, gaza xwezayî, çavkaniyên avê û bendavên stratejîk di bin kontrola navendî de, kontrola damarên sereke yên aboriyê bi dest bixe.
Polîtîkayên Enqereyê yên li ser bingeha ewlehiyê ku her cure statuyeke xweser li ser sînorê xwe red dikin û hewldanên Şamê yên ji bo xurtkirina navendîbûnê, li vê xalê bi hev re li hev hatin. Nîşaneyên kûrbûna hevkariya li ser bingeha ewlehiyê, piştî hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şamê, nîşana hewldanên aktorên herêmî bûn ji bo xurtkirina rewşa heyî li gorî berjewendiyên xwe. Lêbelê, polîtîkaya desteserkirina çavkaniyan bi rêya ferzkirina leşkerî, tevî paşguhkirina îradeya gel a ku bi rêya encûmen û modelên xweseriyê hatiye nîşandan, ne bûye sedema aştiyeke mayinde li Sûriyeyê, belkî rê li ber aloziyên nû û dirêj ên etnîkî-herêmî vekiriye.
Tegnegzariya Şamê
Krîza li Şamê ne tenê bi kolanan an hêzên derve ve sînordar e; dînamîkên navxweyî yên bloka desthilatdar bi xwe jî di nav xwe de nakokiyên kûr vedihewîne. Hewldana HTŞ'ê ya veguherîna bo amûrek dewletê, têkoşînek dijwar ji bo xenîmet û meqameyên di navbera fraksiyonên radîkaltir û komên îslamî yên kevneşopî de ku berê di bin heman sîwanê de dixebitîn, da destpêkirin. Navendîkirina rêveberiyê û tengkirina mekanîzmayên biryardanê rê li ber derdorên marjînalîzekirî an jî yên alîgir vedike ku serhildanê bikin û nerazîbûna gel wekî derfetekê bi kar bînin.
Li gel vê aloziya navxweyî, Şam ji aliyê başûr ve rastî zexteke leşkerî ya dijwar a Îsraîlê tê. Êrişên hewayî yên demkî yên Îsraîlê li ser axa Sûriyeyê û sepandina herêmên tampon, qada tevgerê ya Şamê teng dikin. Rêveberiya Şamê, di navbera sozên ewlehiyê yên li Parîsê hatine dayîn û rastiyên li qadê de, stratejiyeke "qezenckirina demê" dimeşîne. Rêbertiya bi serokatiya Ehmed el-Şera, ji ber ku dizane ketina nav şerekî rasterast û berfireh li dijî Hizbullah û komên girêdayî Îranê dê hevsengiyên navxweyî bi temamî têk bibe, hewl dide rewşê bi rêbazên kontrolkirin û operasyonên ewlehiyê bi rê ve bibe, ne bi şerê eşkere.
Her çend rêveberî hewl dide bi xurtkirina têkiliyên bi Enqereyê re hevsengiyekê li hember zexta Rojavayê çêbike, di heman demê de hewl dide rê li ber wê bigire ku qada Sûriyeyê bi temamî veguhere "paşxaneya" ewlehiyê ya Îsraîlê. Ev rewşa asêmayîna piralî, mekanîzmayên biryargirtina serbixwe yên Şamê felc dike û birêvebirina krîzê her ku diçe bêhtir nazik û lawaz dike.
Encam: Neçareserî û pêdiviya bi çareseriya demokratîk
Rewşa ku Sûriye pê re rûbirû ye, zelal e: Zîhniyeteke ku rêbazên rejîma kevin dipejirîne ango li qeyranan tenê wekî "gefên ewlehiya navxweyî" dinêre û birçîbûn û nerazîbûnên li kolanan girê dide destêwerdanên derve, tu şansek wê ya seqîmkirina rewşa welêt nîne. Eger kesên ku berê di bin zilmê de bûn, îro dest deynin ser mekanîzmaya desthilatdariyê û mafên kurd, durzî, etireb û hemû bawerî û nasnameyên din paşguh bikin, encama wê tenê dê kûrbûna girêka bêçareseriyê be.
Hewldana ji bo tepeserkirina ezmûna demokrasiya herêmî ya ku ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê meşandin, bi rêya operasyonên leşkerî û bazarên dîplomatîk, xeletiyeke dîrokî ye ku ji aliyê dogmayên dewlet-neteweya navendîparêz ve li ser gelê Sûriyeyê hatiye ferzkirin.
Tiştê ku pêwîstiya Sûriyeyê pê heye, ne serdestiyeke lawaz e ku ji aliyê hêzeke leşkerî ve li ser hesabê hêzeke din hatiye avakirin; belkî peymaneke civakî ya nû û demokratîk e ku pêkvejiyana gelan li ser bingeha hemwelatiya wekhev misoger dike. Heta ku peymaneke wiha neyê pêkanîn, her desthilatdariyeke li Şamê, li şûna ku bibe nûnerê gel, dê di qada pevçûnên di navbera hêzên cîhanî û herêmî de tenê wekî aktorekî demkî bimîne.


