Rageşiya Îran-DYAyê mezin dibe
Piştî ku DYAyê li pênc tankerên Îranê xist, Tehranê ragihand ku wan jî li 2 keştiyên amerîkî, 8 tankerên petrolê û 10 keştiyên din xistine. Hûsiyan jî diyar kirin ku êrişên nû birine ser Erebistana Siûdî.

Rageşiya navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi êrişên li hemberî hev ên li Kendavê û herêmê jinûve bilind bû.
DYA êrişên tankerên petrolê kir
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku weke bersiva li êrişên DYAyê yên li ser tankerên petrolê yên Îranê wan jî li 2 keştiyên amerîkî, 8 tankerên petrolê û 10 keştiyên cuda xistine.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) roja sêşemê diyar kir ku weke bersiva êrişa bi fizueyan a Muxafizên Şoreşê yên Îranê ya li ser keştiya şer a amerîkî, wan 5 tankerên petrolê yên Îranê îmha kirine.
Artêşa DYAyê ragihand ku beriya êrişê hişyarî ji personelên keştiyan re hate dayin ku keştiyan biterikînin û got, di bûyeran de leşkerên amerîkî birîndar nebûne.
Li gorî CENTCOMê çar tankerên bi navê Kaviz, Charminar, Horizon û Riesco li Kendava Ûmmanê, tankera bi navê Derya jî li nêzî Girava Harkê hatin îmhakirin.
Muxafizên Şoreşê yên Îranê her wiha gotin, wan li Urdunê li baregeha DYAyê ya El-Azrakê xistine. Aliyê Îranê îdîa kirin ku di êrişê de li gel qadên ku balafirên şer ên F-35, F-16 û F-15 lê bûn qadên balafiran zerar dîtine.
Artêşa Urdunê jî diyar kir ku ji Îranê 20 fuze hatine avêtin, 18 ji wan hatin astengkirin û 2 jê jî li herêmên çolê ketine.
Îranê ragihand ku droneyeke binavê ya DYAyê bidest xistine
Muxafizên Şoreşê yên Îranê her wiha ragihandin ku li ber devê Tengava Hurmuzê keştiyeke binê avê ya bêmirov (drone) ya artêşa DYAyê bi dest xistine. Di daxuyaniyê de ku li televîzyona dewletê ya Îranê hate weşandin, hat ragihandin ku droneya hatiye bidestxistin "yek ji droneyên herî nûjen ên binê avê" yên artêşa DYAyê ye.
Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Îranê Ali Abdollahi Aliabadi jî hişyarî da ku eger êrişek li ser tankerên Îranê bê kirin, wê bi êrişên li ser baregehên DYAyê yên li herêmê bersivê bidin.
Artêşa DYAyê jî piştrast kir ku li herêmê droneyeke binavê ya "bi modela kevn" xera bûye, lê belê negot bê ew drone ji aliyê Îranê ve hatiye bidestxistin an na.
Rageşiya li herêmê pengizî Yemenê. Hûsiyên ku ji Îranê piştgiriyê werdigirin îdîa kirin ku 32 êrişên hewayî yên cuda pêk anîne.
Rîska şerê li Rojhilata Navîn a li ser enerjiyê, buhayê petrolê careke din zêde kir. Buhayê warîlek petrola Brent li Asyayê gihîşt 99,38 dolarî, buhayê petrola Teksas a Rojava ya DYAyê (WTİ) jî gihîşt 94,51 dolarî.


