Nexşeya cîhanê ya 500 salî diguhere

Civata Giştî ya NYyê projeyeke nû ya nexşeya cîhanê ku parzemîna Afrîkayê di mezinahiya wê ya rastîn de nîşan dide, Ewropa û Amerîkaya Bakur jî piçûktir dike erê kir. Nexşeya nû ku bi piştgiriya 164 welatan hat qebûlkirin, armanc dike ku têgihîştina ‘wergirya erdnîgarî’ ya li ser bingeha Rojava bişikîne.

•
1 deqe xwendin
Nexşeya cîhanê ya 500 salî diguhere

Li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyara qanûnê ku karanîna nexşeya Equal Earth (Cîhana Wekhev) a ku rûberên rastîn ên welatan herî nêzîk nîşan dide teşvîq dike hat qebûlkirin. Pêşniyara biryarê ku bi pêşengiya welatên Afrîkayê hat amadekirin û bi navê ‘Nexşeyê Rast Bikin’ hat veguhastin rojeva raya giştî ya navneteweyî, di dengdana Civata Giştî de bi dengên ‘erê’ yên 164 welatan hat qebûlkirin. Pêşniyara guhertina nexşeya cîhanê cara yekem ji welatên Afrîkayê hat.

Di dengdana Civata Giştî de 164 welatan ji bo guhertina nexşeyê dengê ‘Erê’ bi kar anîn. Di dengdanê de ku 6 welat bêalî man, yekane welatê ku dengê red da DYA bû. Hat diyar kirin ku bi biryara hatî qebûlkirin re, wê projeksiyona nexşeya Equal Earth ku rûberên rastîn ên welatan li gorî rêjeyên wan herî nêzîk nîşan dide bê bikaranîn.

Di biryara NYyê de projeksiyona Equal Earth ku armanc dike rûberên rêjeyî yên herêmên cuda yên cîhanê rasttir nîşan bide dikeve pêşiyê. Di nexşeya Equal Earth a ku di sala 2018an de hat nasandin de, cudahiyên pîvanê yên zêde yên di projeksiyona Mercator de tên kêmkirin. Ji ber vê yekê Afrîka gelekî firehtir xuya dike, di heman demê de mezinahiya Gronlandê ya di nexşeyê de bi awayekî girîng piçûk dibe. Ewropa jî li gorî dîmena xwe ya di Mercator de xwedî qadeke piçûktir dibe.

Banagazî ji bo nexşeyên dîjîtal jî hat kirin

Biryar tenê bi nexşeyên çapkirî re sînordar nehat hiştin. Di reşnivîsa NYyê de bang li platformên nexşeyên dîjîtal jî hat kirin ku karanîna projeksiyonên rasttir binirxînin.

Ji ber ku platformên nexşeyên dîjîtal ên wekî Google Maps versiyonek ji projeksiyona Mercator bi kar tînin, tê armanc kirin ku guherîn ji materyalên perwerdehiyê heta nexşeyên fermî û platformên dîjîtal li qadeke fireh belav bibe. Biryara nû sînor an jî rûberên welatan naguhere. Ya ku tê armanc kirin bê guhartin ev e ku rûyê gerdûnî li ser nexşeyeke rast çawa tê nîşandan.

Cîhan dê bibe heman cîhan, lê bi projeksiyona hatî bikaranîn re dîmena parzemîn û welatan a li ser nexşeyê dê ji ya rastîn re gelekî nêzîktir bibe.