Rûsya û Ukraynayê 206 dîlgirtî berdan

Rûsya û Ukraynayê her yek ji wan 103 leşker berdan û bi vî rengî pevguhertineke nû ya dîlgirtiyên şer pêk anîn. Îmaratên Yekbûyî yên Ereb navbeynkarî ji pevguhertinê re kir.

•
1 deqe xwendin
Rûsya û Ukraynayê 206 dîlgirtî berdan

Rûsya û Ukraynayê pevguhertineke nû ya dîlgirtiyan pêk anîn ku her yek ji wan 103 dîlgirtiyên şer berdan.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 103 leşkerên rûs hatin şandina welêt û li beramberî vê yekê 103 dîlgirtiyên şer ên Ukraynayî jî hatin berdan.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku mîna pevguhertinên berê dîsa Îmaratên Yekbûyî yên Ereb bi rola navbeynkariyê rabûye.

Rêveberiya Ukraynayê jî hîna têkildarî pevguhertinê daxuyanî nedaye.