Fermandarê Heşdî Şabî hat binçavkirin
Dije Terora Iraqê û Dezgeha Îstîxbaratê di encama operasyonek hevbeş de yek ji berpirsên hêzên Desteya Heşdî Şabî Ebu Cefer li mala wî binçav kirin.

Medyaya Iraqê ragihand ku di operasyoneke hêzên ewlehiyê de fermandarekî hêzên Heşdî Şabî hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku danê sibehê Dezgeha Dije Teror a Iraqê û Dezgeha Îstîxbarata Iraqê operasyonek lidar xistin û fermandarekî Desteya Heşdî Şeebî yê bi navê Ebû Cefer li mala wî hate girtin.
Lê nehat diyarkirin ku ew fermandarî li kîjan bajar û ji ber kîjan sedemî hatiye binçavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku berê jî fermandarekî Heşdî Şabî li Bexdayê hatibû girtin, lê piştî çend rojan hatibû berdan.


