Maî Sato: Nekarîn dengê berxwedana jinên Îranê qut bikin

Raportora NYê Maî Sato bi boneya 4emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî peyamek parve kir; Sato bal kişand ser berdewamiya berxwedanê û destnîşan kir ku tundî û zextên desthilatdariyê yên li ser jinan hîn jî ranewestiyane. Lê tevî hemû zext û tepeserkirinê jî pêla berxwedana jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hîn nesekiniye.

•
1 deqe xwendin
Maî Sato: Nekarîn dengê berxwedana jinên Îranê qut bikin

Raportora Taybet a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya Îranê Maî Sato, bi boneya çaremîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ ve ku li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû sedemê destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û li dinyayê deng veda, li ser hesabê xwe yê platforma Xê peyamek parve kir.

Maî Sato diyar kir ku tundiya ku di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî pêkanîn, di xwepêşandanên seranserî welat ên di çileya 2026an de dîsa hatine bikaranîn.

‘Pêkanîn hê didomin’

Maî Sato da zanîn ku polîtîka û tepeserkirina têkildarî pêkanîna hîcaba bi zorê didome û got: “Tevî ku ‘Yasaya piştgiriya malbatê bi rêya teşwîqkirina çanda hîcab û îfetê’ di çileya 2025an de bi fermî hate rawestandin jî, pêkanîn berdewam kir. Di nava van pêkanînan de mohrkirina kafe, xwaringeh û dikanan ji ber hebûna kesên bê hîcab û derbarê van mjaran de berdewamiya girtina welatiyan cih digre.”

‘Pêla berxwedanê hê nesekiniye’

Maî Sato, destnîşan kir ku tevî çar sal derbas bûye, pêla berxwedanê ya ji ber vê trajediyê derketiye holê hîn jî nesekiniye û got: “Jin û zarokên keç ji bo bîranîna Jîna Emînî derdikevin kolanan. Derbarê mafên xwe yên bingehîn ên wek azadiya cil û bergan, hilbijartina cihê kar û şêwaza jiyanê û muameleya wekhev li ber yasayê û di civakê de israr dikin. Mafên wek ku vê saziya navneteweyî tekez kiriye, dê qet neyê jibîrkirin.”