Sûriye û Îsraîl li Urdunê civiyan

Şandeyên Sûriye û Îsraîlê bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li Urdunê civiyan.

•
1 deqe xwendin
Sûriye û Îsraîl li Urdunê civiyan

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriye Sanayê; şandeyeke Sûriyeyê ya payebilind a bi serokatiya Şeybanî û şandeya Îsraîlê bi navbeynkariya DYAyê li Urdunê hevdîtinek pêk anî.

Civîn piştî ku Îsraîlê xaka Sûriyeyê bombebaran kir û rageşiyên li başûrê Sûriyeyê zêde bûn, pêk hat. Hat ragihandin ku her du welat ji bo peymaneke ewlekariyê li ser destpêkirina jinûve ya pêvajoya muzakereyê axivîn.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku aliyê Sûriyeyê gotina xwe ya “Golan a dagirkirî xaka Sûriyeyê ye” dubare kiriye û xwestiye ku Peymana Veqetînê ya 1974an jinûve bikeve meriyetê.