Li Îranê berxwedana girtîgehan ket hefteya 136an
Li girtîgehên Îranê kampanyaya dijî cezayê darvekirinê bi tevlîbûna Girtîgeha Îranşehrê belavî 62 girtîgehan bû. Girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ragihandin ku tenê di nava hefteyekê de 2 jê jin herî kêm 32 kes hatine darvekirin.

Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ ya li dijî cezayê darvekirinê li girtîgehên Îranê didome, kampanya ket hefteya xwe ya 136an. Bi beşdariya komek girtiyên li girtîgeha Îranşehrê, hejmara girtîgehên ku kampanyayê didomînin gihîşt 62an. Her wiha hat diyarkirin ku di navbera 23 û 29ê tebaxê de 2 jê jin, herî kêm 32 kes hatine darvekirin.
Girtîgeha 62an jî tevlî greva birçîbûnê bû
Girtiyên 62 girtîgehan ên beşdarî kampanyayê bûn, ji bo protestokirina cezayê darvekirinê ketin greva birçîbûnê.
Di daxuyaniya hefteya 136an a kampanyayê de hate diyarkirin ku rejîma Îranê di navbera 23 û 29ê tebaxê de 2 jê jin herî kêm 32 kes darve kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelek ji wan kesên ku di xwepêşandanên di navbera kanûna 2025 û çileya 2026an de hatine girtin, cezayê darvekirinê lê hatine birin, an jî bi metirsiya cezayê darvekirinê re rûbirû ne.
Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku di doza ‘Meydana Şehîdan’ a li Esfehanê de 10 kes bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin. Her wiha hat destnîşankirin ku cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî Leyla Ebûl-Hesanî ku li Girtîgeha Dawlatabad a Esfehanê tê girtin û cezayê darvekirinê yê Elî Esxer Peygamberî ku li girtîgeha Qizihîsar tê girtin, hate erêkirin.
Kampanyayê tekez kir ku ev kes ji mafên xwe yên parastin û darizandinek adil bêpar mane û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser krîza aborî û civakî ya li Îranê. Hate diyarkirin ku enflasyona bilind û kêmbûna nirxê diravê neteweyî şert û mercên jiyanê yên beşên mezin ên nifûsê xirabtir dike. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku rejîma Îranê ji bo tepeserkirina nerazîbûnên civakî polîtîkayên xwe yên tepeserkirinê tundtir kiriye û cezayê darvekirinê jî beşek ji van polîtîkayan e.
Têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê berfireh bikin
Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ bang li kesên ku di warên siyasî, mafê mirovan, sendîka û civaka sivîl de çalak in kir ku têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê berfireh bikin.
Di hefteya 136emîn a kampanyayê de, komek ji girtiyên li Girtîgeha Îranşehr a li parêzgeha Sîstan-Belûcistanê jî tevlî kampanyayê bûn.
Bi beşdariya Girtîgeha Îranşehrê, hejmara girtîgehên ku beşdarî kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ bûne gihîşt 62’yan. Girtiyên ku beşdarî kampanyayê bûne îro li dijî cezayê darvekirinê ketine greva birçîbûnê.


