Seyidulşuheda xwest artêşa tirk ji Iraqê derkeve
Koma çekdar a bi navê Ketayîb Seyidulşuheda ku nêzîkî Îranê tê naskirin, der barê biryara hikûmetê ya ji bo rêxistina çekan daxuyanî da û xwest artêşa tirk ji nav xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê derkeve.

Koma çekdar Ketayîb Seyidulşuheda ku wek yek ji komên nêzîkî Îranê tê naskirin, derbarê radestkirina çekan û birêvebirina pêvajoya rêkxistina çekan ji aliyê hikûmetê ve, daxuyanî da. Komê ji bo radestkirina çekên xwe çend şert û mercên giran danîn pêşiya hikûmeta Iraqê û xwest artêşa tirk ji Iraq û başûrê Kurdistanê derkeve.
Koma çekdar xwest hêzên federal û artêşa Iraqê vegerin seranserî sînorên Herêma Kurdistanê û kontrola hemû dergehên sînorî di destê wan de be û wiha cih da daxuyaniyê: “Divê artêşa Tirkiyeyê bi temamî ji xaka Iraq û Herêma Kurdistanê derkeve. Hemû baregeh û cihên partiyên Rojhilatê Kurdistanê (partiyên Kurd ên Îranê) bên valakirin, da ku xaka herêmê nebe sedema êrîşên li ser welatên cîran. Divê hêzên Emerîkayê bi temamî ji Iraqê vekişin û nehêlin asîmanê Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên herêmê (wek Îranê) bê bikaranîn.
Desthilata hêzên ewlehiyê yên federal divê li seranserî erd, derya û asîmanê Iraqê (ji bakur heta başûr) bi temamî serwer bibe.
Divê yasaya Heşda Şeebî bi awayekî were pejirandin ku hemû mafên çekdar, birîndar û malbatên şehîdên wan bi qanûnî were parastin.
Divê biryarên siyasî, darayî û aborî yên Iraqê ji bin bandor û destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) werin derxistin.”


