Wateya cejna vejînê -II
Başe, wê koma biçûk, koma Apogeran çi dixwestin; em pir nakevin kitekitan (Lewra ew dikare bibe mijara pirtûkan.
Başe, wê koma biçûk, koma Apogeran çi dixwestin; em pir nakevin kitekitan (Lewra ew dikare bibe mijara pirtûkan. Ji xwe têra xwe li ser hatiye nivîsandin û hê jî tê nivîsandin ku Serok Apo dibêje, “Roman û helbesta bê dawî…”) Li welêt bi tevî qaşo şoreşger û pêşengan ku nav li xwe kirine şoreşger nediwêrîn nav li vê rewşa kambax bikin. Ji xwe gel hatiye çewisandin. Bi zimanê xwe nikare bisitire yan jî bigirî. Straneke kurdî dikare bibe sedemê kuştina wan kesan. Her roj li malekî, her roj ji gundekî dûxana agirê artêşa dagirker bilind dibe, hildikişe. Agir berdidin malan. Lê ew şoreşgerên ku qaşo dê bibin rizgarkerê Kurdistanê çi dikin, çi dixwazin?
Cara ewil sazûmankarê vê komê Abdullah Ocalan di sala 1973’yan de li Enqerê di dibistana bilind (SBF)-Fakulteya Zanistî û Siyasî de di nava mejiyê dagirkeriyê de rewşa Kurdistanê wek şîmaqekî tund li rûyê rejîmê dixe. Dibêje, “Kurdistan Mêtingeh e. Divê teqez ji bin vê mêtingeriyê rizgar bibe. Karê şoreşgeran jî divê ev be…” Axaftineke weke vê dike. Wê gavê êdî qiyamet radibe. Qaşo yên doza şoreşê dikin ew qaşo şoreşgerên kurd û Kurdistanê çawa li hember vê helwesta Apo derdikevin? Ev wek sosret êdî rûyê wan teva deşîfre dibe û rûpoşa wan dikeve.
Koma Apogeran hê nebûye partî an jî tevger. Lê stratejiya wan diyar e. Dirûşmeya wan aşkeraye û hedefa wan zelal e. Stratejî azadî û serxwebûna Kurdistaneke yekpare ye. Dirûşme; “Bimre dagirkerî, mêtingerî û her cureyê paşverûtî! Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê!” ye. Hedef jî hemû hêz û sazî û dezgeyên rejîmê ligel hevkarên dewlet, axa û kompradorên kurdên hevkar in. Ji xwe bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê, ango partîbûna wê koma şoreşger-Apogeran re; di 27’ê Mijdara 1978’an de ava dibe û şûn de hema di bihara 1979’an de berê xwe didin hêza hevkar û lingê dagirkeriyê, axayên xwînmij û zilimkar. Li Sêwereg û Hîlwana Rihayê partîbûniya xwe bi çalakiyeke wisa îlan dike.
Çawa ku Apogeran partîbûna xwe, ango avabûna PKK’ê îlan kirin û şûn de ji her aliyan ve êrîşêntund çêbûn li ser partiyê, ev êrîş tenê ji aliyê rejîmê ve nehatibû kirin. Piraniya êrîşan ji aliyê qaşo wan hêzên kurd û şoreşger ve hatibûn kirin. Van hêzan dev ji mêtinger û dagirkeran jî berdane tam bûne tajî û tûle li pey nêçîra Apogeran dikevin. Ji dewletê pirtir ew har û dîn dibin ku pêşengî ji destê wan derdikeve û esas daxwaz û mebesta wan aşkera dibe. Ji xwe her fraksiyonên ku me li jor çend heb nav dabû ew tev bi awayeke fermî sazî û komele vedikin. Ji bo dewletê xeternak nîne ku dewlet jî çavên xwe ji wan re digire. Heta piştgirî dide wan ku ew bera PKK’iyan bide. Hê beriya ku koma şoreşger ya Apogeran nebûye partî di 1977’an de yek ji pêşengê komê Heqî Karer li Dîlokê bi awayeke bêbext qetil dikin. Ji xwe bi vê êrîşa xwe ya kirêt qaşo şoreşgerên kurdan ruyê xwe teşîr kirin û xwe avêtin hembêza rejîmê. Tew ji xwe re navê ‘Pênc Perçeciyan’ li xwe kiribû! Xwedîgravî angaşt dikin ku ‘Kurdistan pênc perçe’ ye! Ew koma kontra ya bi navê Stêrka Sor an jî Pênc Perçecî, endamekî w


