Rojava dê dîsa li cîhanê bibe mînak
Li kantona Cizîr, Dêrazor, Reqay, Firat, Minbic, Efrîn-Şehbayê û kantona Tebqayê 6 bajarên mezin, 40 bajêr û 105 bajarok hene.

Li kantona Cizîr, Dêrazor, Reqay, Firat, Minbic, Efrîn-Şehbayê û kantona Tebqayê 6 bajarên mezin, 40 bajêr û 105 bajarok hene. Ji xeynî Efrînê û bajarokên wê, Girê Spî û Serêkaniyê ya di bin serdestiya dewleta tirk de, dê bi tevahî li 134 şaredariyan hilbijartin pêk bên. Bi giştî 30 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartinê bibin. Tifaqa bi navê, “Tifaqa Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê” ji 22 partî û rêxistinên ku PYD, Kongra Star, Partiya Suriyeya Pêşerojê, Koma Jinên Zenubya jî di nav de heye, pêk tê. Tifaqa bi navê “Tifaqa Em Bi Hev Re Ji bo Xizmetguzariyek Baş” ji 5 partiyan pêk tê. Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Brahîm têkildarî hilbijartina 8’ê Tebaxê ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.
Hûn dikarin qala xebat û pergala hilbijartinê bikin?
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan piştî Hevpeymana Civakî hat îlankirin. Di 28’ê Sibata 2024’an de hat avakirin. Piştî Komîseriya Bilind a Hilbijartinê li pêş Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi xebatan kir. Gelek civîn pêk hatin. Piştî civîna Komîseriya Hilbijartinê ya fermî di 28’ê adarê de biryar hat dayîn ku hilbijartinên şaredariyan bên lidarxistin. Li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê cara yekemîn e hilbijartina bi vî rengî dê pêk bê. Beriya niha hilbijartin çêbûn. Di 2017’an de hilbijartin pêk hatin. Lê ev tenê li ser asta Rojava û bakurê Sûriyeyê bûn. Bi sînor bûn. Lê niha bi hevpeymanek nû, bi hevpeymaneke civakî hilbijartin tên çêkirin.
Berê çawa bû niha çawa ne?
Pergala şaredariyan tê guhertin. Beriya niha desteyên şaredariyan li her kantonê hebûn. Şaredarî girêdayî wê desteyê bûn. Lê niha hevşaredar û meclis bi hilbijartinê tên hilbijartin. Piştî hilbijartinê dê hevşaredar bên diyarkirin. Di nava meclisê de dê buroyên cuda bên avakirin. Buroya jinan û li gorî pêdiviyan buroyên cuda dê bên avakirin. Yên ku bajaran bi rêve dibin û pergala bajaran datînin şaredarî ne, ji bo wê jî hilbijartin pêwist e. Ji ber şaredarî raste rast xizmeta bajar û gel dikin, divê gel şaredar û meclisên xwe hilbijêrin. Dê şaredarî serbixwe bin.
Heta niha beriya Zagona Dabeşkirinên Îdarî, 121 şaredarî li ser axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûn. Lê niha dê 134 şaredarî bi hilbijartinan bên birêvebirin. Niha komîseriya hilbijartinê amadekariya hilbijartina 134 bajaran kiriye. Di bin baneyê komîseriyê li bajarok heta bajaran komîteyên hilbijartinê hatine avakirin. Li gorî Zagona Dabeşkirina Îdarî li ser her kantonê komîteya hilbijartinê heye. Barê herî kiran li ser pişta Komîseriya Bilind û kamîteyên bajar û bajarokan in. Komîteyan hem namzed diyar kirin û hem jî hilbijêr diyar kirin. Hemû karên hilbijartinê yên bajar û bajarokan ji aliyê komîteyan ve hatin amadekirin. Belgeyên fermî ji Komîseriya Bilind re rêkir. Komîteyên hatine avakirin demkî ne. Tenê ji bo hilbijartinê hatine avakirin. Lê Komîseriya Bilind a ku ji 20 kesan pêk tê û 10 jin, 10 mêr in li ser karê xwe dimîne. Komîseriya Bilind li gorî demokrafiya kantonan nûneran di nava xwe de vedihewîne. Vîna 7 kantonan di nava Komiseriya Bilind de cih digire. Mînak kantona Cizîrê ji 5 kes, kantona Reqayê ji 3 kes, kantona Tebqayê ji 2 nûneran pêk tê. Li gorî gelheyê nûner di nava komîseriyê de cihê xwe digirin.
3 çarîk komîseriyê ji aliyê Meclisa gelan ve hatine diyarkirin. Çarîkeke wê ji aliyê Meclisa Edaletê ve li gorî Hevpeymana Civakî hatiye diyarkirin.
Di serî de serdana namzedan hat kirin. Kartên jimariyan li gorî serjimartinan hat diyarkirin. Heta niha jî ev kartên hilbijêran tên belavkirin. Komîn û komite van kartan li gel belav dikin. Heta niha ji sedî 80-85 kart hatine belavkirin.
Pêvajoya namzedan û hilbijêran çawa pêş ket?
Serlêdana namzedan heta 21’ê mehê hat dirêjkirin. Ji bo belgeyên xwe temam bikin û lêpirsînên li ser namzedan temam bibe. Piştî wê nav diyar bûn. Wekî buroya hilbijartinê bi daxuyaniyek fermî diyar kir ku êdî kesên bûne namzed dikarin xebatê xwe bikin û xebatên propagandadest pê kiriye. Komîserî karê dengdanê amade dike. Niha komîteyên bajar û bajarokan dest bi şopandina kartên hilbijartinan kiriye. Navendên hilbijartinê tên amadekirin. Dê çend navend bên amadekirin? Dê çend sindoq bên danîn amadekariya wan tê kirin. Ji bo gel bi aramî û hêsan biçe ser sindoqan û zor û zahmetiyan nejî, mirovên nexweş, kal û pîr karibin biçin ser sindoqan em hewl didin navendên dengdanê zêdetir bikin. Niha 2 hezar 113 sindoq hatine amadekirin. Dîsa karên teknîkî ji hatiye amadekirin. Ji bo dengdanê du nushayên pûsûlayê hatin amadekirin. Pûsûlaya zer ji bo hevşaredar, ya spî jî ji bo endamên meclîsan hatine amadekirin. Çapkirina wan hatiye kirin. Em hewl didin bi dawî bikin. Kesên li ser sindoqan bin kesên mamoste ye. Dê li ser her sindoqekê 3 mamoste û yek jî alîkar hebin. Em di pêvajoyek ku êrîş zêde ne re derbas dibin. Ji bo wê me têkilî bi Hêza Ewlekariya Hundirîn re jî çêkir ji bo ewlehiya sindoqan. Dê navendên dengan û herêmê biparêzin. Em ber bi dawiya amadekariy


