Rabîaya nûjen: Olperestî, zayendperestî, nijadperestî û zanistperestî
Rabîa dewletê çar tiştin. Zayendperestî, dînperestî, nijadperestî û zanistperestî ye. Dewlet her demê perest e.

Rabîa dewletê çar tiştin. Zayendperestî, dînperestî, nijadperestî û zanistperestî ye. Dewlet her demê perest e.
Pêwendiya têgîna pîrozbûnê ya bi jiyan û hênase girtin û berdanê re heyî pir balkêş e. Faktora hênase ango nefesgirtinê dibe ku problemek kevnar a felsefîk ku mirov yekem car bûbe şahîdê wê. Çawa ku nefes girtin û berdan navberkara di navbera mirov û gerdûna kozmîk de ye, di heman demê de pirsgirêka cudahiya di navbera jiyan û mirinê de ye jî. Mêzekirina li hebûnê ku ji cihekî cangirte û pir balkêş çêbûye, dibe ji bona mirovên seretayî pir ne zor be. Ev rewşa ku mêzekirin hêsan, lê bersiv pir zore hîn jî me mijûl dike. Dubendiya rûhanî û made bi vegotinek din diyalektîka enerjî û madeyê hîn jî mijarek li hêviya pirsên xwe yên nehatine bersivdayîn. Mirov nekare bêje ku mirovatî di vê xalê de pir gavên li ber çav avêtiye. Pêşiyên me, vala vala “ba” pîroz nekirine. Nîşaneya hewa ango bayê ya zindîbûniyê û pêwendiya wê ya bi ruh re çêkirin çavdêriyek balkêş e.Dema mirov van rastiyan berbiçav dike, di navbera vê rewşa mirov a arkeîk û felsefeyê de dûrbûniyek pir zêde nîne.
Vegotina ji madeyê re fîzîk û ji enerjiyê re jî metafîzîk ji bilî têgînbûn û navlêkirinê ji çavdêriya destpêkê ku ev herdu tişt hevseng didît pir ne cuda ye. Di zimanê Kurdî de ev herdu tişt yek tişt in. “Ba” û “bû” zincîra pêvajoya hebûnê û mantiqê wê rave dike. Peyva “bû” ya zimanê Kurdî li Greka kevin dibe fîzîk. Ev kok yek tov in.” ~ Fr/Îng physîo+ +bedenî, gewde, fîzîkî < Yûnaniya kevin: phýsîs φύσις beden, hebûna zindî +sis < Y.kevin phýō φύω bîh, mezinbûn, çêbûn, werimîn, bilindbûn, bûyîn << Hawr *bheuə- bû, werimî, bijkivî, çêbû.” Weke em ji ferhengên etîmolojî yên zimanên Hînt Awropa fam dikin, “bû” û “bhaû” yek kok in. Tişta ku zimanê Kurdî li vê zêde dike, raya peyvê ya orjînal e. Koka van peyvan “ba” ye. “Ba” çêker e. Mijara ku Hz. Îsa bi pifdanê çêdibe jî mêjiyê xwe ji vir digire. Aha tişta ku em jêre dibêjin ruh û derbasî nav dînên yek xwedayî jî bûye ev rastî bi xwe ye. Felsefeyê ji vê rastiyê re got metafîzîk. Hebûn ji madde û enerjiyê pêktê. Aha di zimanê Kurdî de ji vê hevsgengiya hebûnê çêdike re “bû” tê gotin. Bû hem made û hem jî enerjî ye. Felsefeyê nukulek lê daye û piçekî ji hev dûr kiriye. Tişta em dibêjin fîzîk û metafîzîk jî ev rastî bi xwe ye. Metafîzîk û fîzîk çiqasî ji hev qut in, mijarek nîqaşê ye. Di vê xalê de spekulasyonên hatine peyda kirin, bi giranî ji aliyê dînan û felsefeyan çêbûye. Çavdirêya destpêkê û navlêkirina wê bêtir nêzî rastiyê ye. Zimanê Kurdî ji vê destpêkê gelek tişt anîye roja me ya îro. Xwendinek nûjen jêre divê. Hênase û xweda û pêwendiya wê ya bi hev re li gel Platon, enerjî ango ruhê di qefesa tiştekî de cih dibe weke îdea, lê hatiye mêzekirin. Qefes sexte ye û ruh orjîn e. Tişta rast ruh e. Platon pêxemberê gavên pêşî yê dînên yekxwedayî ye. Platon bê hemdî xwe xwedayê Hûrriyan pîroz dike. Xwedayê bayê! Platon pir


