PDK ketiye nava xiyaneta mezin

Ji 2018’an heta niha li herêma Zap, Metîna û Avaşînê şerekî dijwar heye.

•
6 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
PDK ketiye nava xiyaneta mezin

Ji 2018’an heta niha li herêma Zap, Metîna û Avaşînê şerekî dijwar heye. Di salên dawî de PDK bi awayekî aşkere rê li pêş dagirkeriya Tirkiyeyê vekiriye û artêşa tirk li Başûrê Kurdistanê baragehên xwe ava dike. Dîsa artêşa tirk li herêma Şirnexê bi hevkariya cerdevanan xwezayê talan û wêran dike. Li herêmê şerekî taybet dimeşîne. Hevserokê DEM Partiya Şirnexê Abdullah Gungen, der barê şerê li herêmê û qirkirina xwezayê pirsên rojnameya me bersivand.

Şerekî taybet li Şirnexê heye. Ferqa şerê niha û salên 1990’î çi ye?

Şirnex wekî hemû deverê Kurdistanê ji dema têkoşîna azadiyê dest pê kiriye heta niha, li navend û hemû navçeyên wê şerekî mezin heye. Di salên 1990’î de li herêmê şerekî hişk û fizîkî pêtir li pêş bû. Gund dişewitandin. Dema mirovek binçav dikir, cezayê hepsê li wî/ê dibirîn. Bi ser malan de digirtin. Şerekî bêtir fizîkî li pêş bû. Lê niha şerekî cuda heye. Kesê ku ne di ferqê de be û kesekî-e ku pergalê nas neke, dê bibêje qet şer tune ye. Dê bibêjin hiqûq û edaleta wan li ser kar e. Niha şerekî derûnî û taybet li ser civakê tê meşandin. Di salên 1990’î di şerekî leşkerî yê hişk hebû. Mirov direvandin û winda dikirin. Kujer û bersûc nediyar bûn. Lê niha şerekî nerm û kûr li ser gel tê meşandin. Şerekî bi pergal û li demê hatiye belavkirin tê meşandin.

Kî li Şirnexê xwezayê talan û wêran dike? Çima?

Di salên 1990’î de li Şirnex û navçeyên wê bi hezaran gund hebûn. Wê demê bi hezaran gund wêran û vala kirin. Kes di wan gundan de nehiştin û hemû koçber kirin. Bi hezaran koçî metrepolên tirkan bûn.Hîna venegeriyane gundên xwe. Îro xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikin. Talankirinek bêhempa dimeşînin. Xwezaya vir kirine wekî çola Erebistanê. Li gorî lêkolînên ekolojistan talankirinek pir mezin heye. Hemû dar û berê ketiye pêşiya wan tev talan kirine. Berê gund wêran kirin û xwestin herêmê bê mirov bihêlin. Niha xwezaya Kurdistanê talan û wêran bikin û dixwazin bi vî rengî bêmirov bihêlin. Pirsa kîdike? Em dikarin bibêjin ji aliyê dewletê ve tê kirin. Di bin navê ‘Ewlekariyê’ de xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikin. Li aliyekî dibêjin me PKK li vir nehiştiye. Lê li aliyê din di çavdêriya leşkeran de xwezayê talan dikin. Ev talankirin li dijî hiqûq û wîjdan e. Ev tu carî nayê qebûlkirin. Li aliyekî dewlet bi navê ewlekariyê vê yekê dike, li aliyê din şîrketên din ji bo rantê vê xwezayê talan dikin. Bi taybet cerdevanên milê Sêgirkê û Şenoba û Qilebanê darên herêmê dibirin. Bi awayekî fermî û aşkere neyartiya xwezayê dikin. Ev kesên daran dibirin qatilên xwezayê ne. Fermandarê leşkeriyê dide pêşiya wan û diçe herêmekê diyar dike. Dibêje ev der ne ewle ye û divê bê birîn. Cerdevan jî diçin wan daran dibirin. Xwezayê talan dikin. Gefan li şênî û gundiyên wê herêmê dibirin. Dibêjin ku hûn nebirin em ê bibirin. Di encamê de bi awayekî vê xwezayê talan û wêran dikin. Vê yekê di bin navê ewlekariyê de dikin. Lê ne wisa ye. Eger îro li Milê Ege û Marmarayê daristan tê şewitandin bi hemû hêza xwe mudaxaleyî şewatê dikin. Dirûtiya wan a li hemberî xwezaya Kurdistanê her tim aşkere ye.

Li Botanê çiqas dar birîne?

Li herêma Besta ji sedî 50’î zêdetir dar hatine birîn. Li aliyê cudî her du alî hatine birîn. Milê Şirnexê dar hatine birîn. Milê Silopyayê hemû dar hatine birîn. Aliyê çiyayê Gabarê qederek dar birîne. Niha li herêma Bêrmanê û herêma Elkê dest bi birîna daran kirine. Cihê ku daran nabirin jî agir berdidin daran. Darên ku agir bi wan bikeve jî carek din ew dar şîn nabe. Bi vî şeklî dar û berên li dora Şirnexê tev talan û wêran kirine. Dar nemane. Talankirina xwezayê berdewam dike.

We li dijî birîna daran helwest çawa nîşan daye?

Bi rastî wekî partî û rêveberên partiyên em li dijî birîna daran her tim berte û nerazûbûnên xwe tînin ziman. Em her tim helwestekê nîşan didin. Me heta niha daxuyanî dane. Me meş li dar xistine. Me bi rêbazên cuda bertek û nerazîbûnên xwe anîne ziman. Em çûne li cihê dar lê tên birîn medaxuyanî daye çapemeniyê. Herî dawî sala par em çûn cihê ku dar lê tên mirîn. Em bi tevlêbûna hemû parlamenter, rêveber û nûnerên saziyên civakî yên demokratîk meşiyan. Me li be çiyayê cûdî meş da destpêkirin. Di milê parastina xwezayê de em hewl didin mafên xwe yên demokratîk bikar bînin. Di milê hiqûqî de Baroya Şirnexê li dijî talankirina xwezayê serlêdana sûc dikin. Çend roj berê jî di milê hiqûqî de serlêdana sûc kirine. Ji bo parastina daran çi ji destê me hatiye me kiriye û em dîsa dikin.

Rêxistinên ekolojiyê li dijî talankirina xwezayê xebatek çawa dikin?

Saziyên ekolojiyê yên herêmê û Tirkiyeyê heta niha nekarîbûn pêşiya vê talankirinê bigirin. Em dibînin li hemberî talankirina xwezaya herêmê durûtiyek heye. Xweza tiştekî wisa ye ku divê her kes li her derê cîhanê dema dar hatin birîn li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê derkeve. Ji ber ku jiyana mirovan li ser xwezayê pêş dikeve. Dema em berê xwe didin nêzîkatiya saziyênn ekolojiyê ya li hembeî xwezaya Kurdistanê dirûtî û cudakariyek heye. Ew kesên dibêjin ‘em xwezayê diparêzin’ Em di çapemeniya tirk de jî dibînin, dema li herêmê daristan tên birîn ango tên jêkirin û dema li herêma Tirkiyeyê daristan tên şewitandin û birîn, nêzîkatî ne yek e. Bi qasî li ekolojiya Tirkiyeyê xwedî derdikevin, ew qas li ekolojiya Kurdistanê xwedî dernakevin. Dîsa sazî û rêxistinên li herêmê ango bi giştî saziyên ekolojiyê yên Tirkiyeyê nerazîbûnên wan ên li dijî talankirinê qels e. Ji ber vê helwesta xwe ya qels heta niha nekarîbûn rê li pêş talankirina xwezayê bigirin. Divê civîn û konferansan pêk bînin. Divê berfirehtir û bi tevlêbûna saziyên ewropa bertekên xwe bînin ziman. Divê li cihê şewatê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û banga hestiyariyê bikin. Meşên li dijî talankirinê bên lidarxistin. Cihê daristan tê birîn û xweza tê talankirin divê mirov bi meş biçe li cihê bûyerê lêkolîn bike û bertekên xwe bîne ziman. Divê baldariyek mezin hebe. Kesên pêşkêşiya dikin divê berfirehtir tev bigerin. Divê