Narsîsîzma dewleta tirk û zîhniyeta qeyûman
Tayînkirina qeyûman ji aliyê hikûmetê ve mafên destûrî yên dengdêran binpê dike, nemaze xala 127’emîn a Destûra Tirkiyeyê, ku otonomî û desthilatên îdarî yên hikûmetên herêmî bi rê ve dibe.

Tayînkirina qeyûman ji aliyê hikûmetê ve mafên destûrî yên dengdêran binpê dike, nemaze xala 127’emîn a Destûra Tirkiyeyê, ku otonomî û desthilatên îdarî yên hikûmetên herêmî bi rê ve dibe. Ev pêkanîn nahêle şaredar û rêveberiyên herêmî yên bi qanûnî hatine hilbijartin erkên xwe pêk bînin û gelek caran li ser sûcdarkirinên nezelal û keyfî pêk tê. Ji Rewşa Awarte ya sala 2016’an û vir ve berdewamkirina tayînkirina qeyûman bûye sedem ku pîvanên demokratîk ên li Tirkiyeyê xera bibin. Di warê demokrasî, serweriya hiqûq, edalet, aşitî û azadiya çapemeniyê de welat di rêzên navneteweyî de xistiye binê jêr. Ev rewş nîşana eşkere ye ku meyleke antî-demokratîk di siyaseta hikûmetê de bi cih bûye. Yek ji encamên herî giran ên van tedbîran jî rakirina xweseriya şaredariyan e. Ev rewş rê nade welatiyan ku beşdarî pêvajoyên darayî, îdarî û biryardanê bibin. Rêveberiyên herêmî yên ku ji aliyê qeyûma ve tên wezîfedarkirin têkiliya xwe bi gel re qut dikin û projeyên ku ziman û çanda kurdî bi pêş bixintên rawestandin. Her wiha sîstema hevserokatiyê ya li ser esasê wekhevî û cudabûna hêzan hatiye krîmînalîzekirin. Aliyên psîkolojîk û pîvanên narsîsîzmê kiryarên antîdemokratîk ên ku têne vegotin jî dikarin bi teoriyên psîkolojîk ên wekî narsîsîzmê werin ravekirin. Ev yek xweperestiya tund û hewcedariya rêveberê ji bo kontrol û serdestiyê nîşan dide. Bi rakirina lîderên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin û li şûna wan parêzgeran bi cih dikin, sazûmana hêza navendî xurt dibe û kontrola li ser yekeyên îdarî yên herêmî zêde dibe. Encamên ji bo raya giştî desthilatdariya nûnerên hilbijartî û tayînkirina qeyûman dikare bibe sedema hesta bêhêzbûn û xerîbiyê di nav gel de. Dema ku dengê wan neyê girtin û nûnerên wan ên hatine hilbijartin ji wezîfeyê bên girtin, baweriya bi saziyên demokratîk kêm dibe. Ev yek dikare bibe sedema bêbaweriya siyasî, îstifa û kêmkirina beşdariya sivîl. Berdewamiya nediyarbûn û xwezaya keyfî ya van tedbîran dikare bibe sedema stres, fikar û tengasiyên psîko


