Li Kurdistanê navê dewleta nû: CHP
Li Tirkiyeyê bi sedan sal in siyaset bi darbeyan tê dizaynkirin. Hêj di dema Osmaniyan de bi dehan caran darbe pêk hatine û wekî din jî gelek hewldanên darbeyan ên bi ser neketine çêbûne.

Li Tirkiyeyê bi sedan sal in siyaset bi darbeyan tê dizaynkirin. Hêj di dema Osmaniyan de bi dehan caran darbe pêk hatine û wekî din jî gelek hewldanên darbeyan ên bi ser neketine çêbûne. Piştî avakirina komarê ev şêweya dizaynkirina siyasetê dewam kir. Bi vê şêwazê muxalefet hate tasfiyekirin. Kurd, oldar, sosyalist-çepgir, bawerî û neteweyên kêmar û hwd. her tim bûne hedef. Dikare were gotin ku zemîna darbeyan jî li ser dijberiya netew û baweriyên derveyî tirkbûnê hate avakirin. Li ser vê zemînê di destpêkê de ermenî û kurd hatin tasfiyekirin. Piştre oldar û çepgir. Herî dawî jî bi bûyerên 6-7’ê îlonê rûm, cihû û hwd. hatin tasfiyekirin. Di tasfiyeya hêmanên derveyî tirkîtiyê de rola sereke ya CHP’ê bû.
Endamên Cemiyeta Îttîhat û Terakî piştî damezrandina komarê di nava CHP’ê de cih girtin û dewlet bi rê ve birin. Bi feraseta ‘darwînîzma civaknasî’ hewl dan ku civakeke yekpare ava bikin. Ji bo vê jî zagon derxistin. Ên ku xwestin li dijî van zagonan derkevin bi tundî tasfiye kirin. Li ser ‘peymana tirkîtiyê’ xwestin hemû beşên civakê yên din ji holê rakin. Lê belê her hewldana wan rastî berxwedanê hat. Di encama berxwedanê de hem komar seqet ma hem jî civakê darbeyên mezin xwarin. Niha hejmara hemû netew û baweriyan li gorî dema damezrandina komarê pir kêm bûye. Di heman demê de komar jî tu car negihişt asta ku dihat xwestin. Her tim ji aliyê demokrasî û azadiyê ve kêm ma. Li ser navê têkoşîna bi ‘derdorên dixwazin komarê hilweşînin’ re her tim zagonên ku demokrasî û azadiyê teng dikin xistin meriyetê. Bi vî awayî ne netew û baweriyên din bi temamî ji holê hatin rakirin û ne jî ‘tirkîtiyeke ku bigihije medeniyeta modern’ hate pêşxistin. Israra di tirkîtîbûnê de seqetmayîna komarê û asîmîlsyona netew-baweriyan bi xwe re anî. Ev polîtîka hemû jî di pêşengtiya Cemiyeta Îttîhat û Terakî de hatin meşandin. Piştî CÎT belav bû jî kîjan partî bû desthilat bi heman şêwazî tevgeriya.
Kemalîstbûna AKP’ê!
Ji CHP’ê bigire heta AP, ANAP’ê û îro AKP’ê jî heman polîtîka meşand. AKP herî zêde li ser dijberiya feraseta CÎT’ê xwe da nasîn. Lê niha polîtîka û stratejiya ku dimeşîne ya CÎT’ê jî derbas kiriye. Li ser dijberiya Kemalîzmê derkete pêş lê niha siyaseta wê yeke yek bi fikra kemalîzmê tê meşandin. Feraseta Kemalîzmê neteweyeke leşkerî, laîk (her çîqas laîsîzmê bipareze jî kemalîzmê bi xwe zagona ku dibêje ‘ola dewletê îslam e’ xistiye makezagonê), modern(ji aliye şêwe ve modern) û yekhêmanî dixwaze. Erdogan jî bi sloganên ‘yek dewlet, yek al, yek ziman, yek ol, yek û yek û yek…’ kemalîstbûna xwe îlan dike. Tê zanîn ku AKP’ê her tim digot ‘Komar derveyî çanda me ye, divê em vegerin dema osmaniyan.’ Hemû polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn jî bi navê ‘osmanîtiya nûjen’ dimeşîne. Lê berî çend rojan tiştek ecêb çêbû. Cîgirê serokê koma AKP’ê ji ber anî ziman ku komarê ew asîmîle kirine, ji peywirê hat girtin. Cîgirê AKP’ê Mahîr Unal di esasî de tam jî xwestek û feraseta AKP’ê anî ziman lê mixabin ji bo ku bertek derketin holê AKP’ê ew


