Z

Zinar Ronî

Nivîskar
Li eniya rojeva tiştekî nû tune
Nivîskar

Li eniya rojeva tiştekî nû tune

Di vekirina parlementoyê de min carek din fêm kir ku hêvî ne desthilat û mixalefeta heyî ye. Hêvî divê gel bixwe be. Civak bixwe be. Pêvajoyeke girîng li pêş e. Pergala kapîtalîst xwe nûjen dike. Bi teknolojiya jîreya çêkirî li pey modelên nû ye.

5 Cotmeh 2026
Kujer kî ye?
Nivîskar

Kujer kî ye?

Desthilat ji çêkirina derfetên kar û pêşîgirtina li bikaranîn û firotina tiryakê berpirsiyar e. Mixabin di cihê pêşiya firotina tiryakê bigire de yên li hemberî tiryak û fihûşê têkoşînê dikin, dixe binçavan.

15 Îlon 2026
Tîbûna ji aştiyê re
Nivîskar

Tîbûna ji aştiyê re

Dayikên ku bi salan e agahî ji zarokên xwe negirtibûn, jin û xortên ku bi salan e têkoşîna dîtina cenazeyê bav û dayikên xwe didin, ciwanên ku bi salan e nekarîne bi rehetî xwişk û birayên xwe bi bîr bînin, zarokên çavê wan tije meraq… hemû li wir bûn. Ne tenê mêvan, xwediyê bîranînê bûn.

2 Îlon 2026
Gava yekemîn
Nivîskar

Gava yekemîn

Zagon wekî mifte hate pênasekirin. Mifte derî vedike lê avahiyê hemûyî saz nake. Ji bo dikaribî nav xanî tijî bikî û dekorê çêbikî hewce ye pêşî derî vebibe. Ji bo dekor jî pêdivî bi gavên din heye.

20 Tebax 2026
Pêvajo bi lîstikan naçe serî
Nivîskar

Pêvajo bi lîstikan naçe serî

Piştî hevdîtina li Îmrlaiyê qelemşorên AKPê anîn ziman ku li Îmraliyê ‘mitabaqateke tam’ heye. Lê çarçoveya ku ew tînin ziman û ya DEM Partiyê ne yek in. Ew li gorî xwe di çarçoveya ‘ewlehî’ û ‘tasfiyeya rêxistina terorê’ nêzîk dibin û bi lêv dikin. AKP bi van hewldanan dixwaze serê civakê û gelê kurd tevlihev bike. Bi awayekî din dixwaze cudabûnê bixe navbera tevger, serok û gel. Pêvajo bi lîstikan naçe serî.

3 Tebax 2026
Xêra NATOyê ji gelan re nîne
Nivîskar

Xêra NATOyê ji gelan re nîne

Çi dibe bila bibe, dibe ku di civîna NATO de ji bo kurdan tiştên neyînî jî hatibin nirxandin. Lê rastiyek heye ku hesabê şaş ji kurdan dizîvire. Hem kurd hem jî tevgerên sosyalîst-çepgir rastiya NATOyê baş dizanin. Feydeyeke wê heta niha ji bo gelan çênebûye. Heke Erdogan pişta xwe bi NATOyê qewîn bike û di vê pêvajoyê de ji bo çareseriyê gavên pêwîst neavêje dê Tirkiye bikeve rewşeke xeternak.

13 Tîrmeh 2026
Kî gavekê biavêje avaker ew e
Nivîskar

Kî gavekê biavêje avaker ew e

Ji bo desthilatdarî jî bi pêş nekeve nehiştin hiyerarşî bi pêş bikeve. Balkêş e, berdevkên zapatayiyan hemû dema diaxivin ser û çavên xwe dinixumîn. Min meraq dikir çima wisa dikin. Min digot dibe ji ber ewlehiyê be. Lê min lêkolîn kir û fêr bûm ku ne ji ber ewlehiyê wisa dikin. Ji bo ku di nav wan de kes dernekeve pêş wisa dikin. Ango ya muhîm daxuyanî û rê bi xwe ye. Lewma divê ti kes nekeve pêşiya ‘rê’.

19 Gulan 2026
Tirkiye li benda çi ye?
Nivîskar

Tirkiye li benda çi ye?

Ewqas dem di ser bangawaziya Bahçelî re derbas bû lê şert û mercên Abdullah Ocalan guherîn û ne jî zagon hatin amadekirin ji bo ku gerîla dikaribe siyaseta demokratîk bimeşîne. Ev çend car in desthilat dibêje ‘em zagonan amade dikin’, lê ev zagonên tên amadekirin çi ne kes nizane.

20 Nîsan 2026
Ewlehiya Anatoliyayê bi ewlehiya Mezopotamyayê pêkan e
Nivîskar

Ewlehiya Anatoliyayê bi ewlehiya Mezopotamyayê pêkan e

Niha di navbera Tevgera Azadiya Kurdistanê û dewleta tirk de pêvajoyek heye. Ji aliyê Tevgera Azadiyê ve mixatab birêz Abdullah Ocalan hatiye qebûlkirin. Heke dewleta tirk dixwaze ewlehiya xwe xurt bike hewce ye şert û mercên wekhev hebin.

7 Nîsan 2026
Şîn û şahî
Nivîskar

Şîn û şahî

Bavê Şervan, parêzvanê şoreşa Rojava, rûyê kurdan ê navnetewî çû ser dilovaniya xwe. Şîna kurdan giran e. Bi qasî şîna kurdan giran e şahiya wan jî mezin e.

18 Adar 2026
Kolan û qad dibêjin: Yekîtî yekîtî yekîtî !
Nivîskar

Kolan û qad dibêjin: Yekîtî yekîtî yekîtî !

Ruhê yekîtiyê ji her demê zêdetir derkete pêş. Hewce ye rêxistin, sazî û dezgehên kurdan, pêşeng û rêvebirên kurdan vê rastiyê li ber çavan bigirin. Rewşa derketî holê, ji bo bipêşxistina yekîtiyeke neteweyî destên wan ji her demê xurtir dike.

2 Sibat 2026
Piştî Helebê
Nivîskar

Piştî Helebê

Kurdan sekna xwe ya ji bo çareseriyê diyar kir. Amerîka û dewletên rojavayî jî, ji destpêka 2012an ve ji bo li Rojava modela çareseriyê bi pêş nekeve, pêşî DAIŞ bi ser kurdan ve şandin. Piştre Tirkiye xistin dewrê. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Niha jî çete û dewlet bûn yek. Lê kurd di aştî û civaka demokratîk de bi israr in.

22 Çile 2026
Li Sûriyeyê çi diqewime?
Nivîskar

Li Sûriyeyê çi diqewime?

Tirkiye bi dewletên Behra Spî re pirsgirêkan dijî. Ji berê ve Tirkiye û Yewnanistan ne li hev in. Kibrisa aliyê Rûm jî ji Tirkiyeyê aciz e. Îsraîl û Tirkiyeyê demek dirêj karên stratejîk bi hev re meşandin lê niha di gelek aliyan de li hev nakin

16 Çile 2026

Kî dijberiya çareseriyê dike

Komîsyona Meclîsî di 21ê Mijdarê de biryara hevdîtina bi Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan re girt û di 24ê Mijdarê de jî li girava Imraliyê hevdîtin pêk anî.

1 Kanûn 2025
‘Misogeriya ti tiştî tune ye’

‘Misogeriya ti tiştî tune ye’

Piştî daxuyaniyê hem ji aliyê rayedarên desthilatê hem jî ji aliyê hevserokên DEM Partiyê ve daxuyanî hatin dayîn. Rayedarên desthilatê destnîşan kir ku êdî pêvajo derbasî asteke din bû.

4 Mijdar 2025
Niyet xerab be, tu rêbaz feyde nake

Niyet xerab be, tu rêbaz feyde nake

Salek di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bû. Gelek geşedan çêbûn lê li ser navê çareserkirina pirsgirêka kurd hêj tiştek şênber tune ye.

20 Cotmeh 2025
Daraz ji ezmûna wîcdanê derbas nabe

Daraz ji ezmûna wîcdanê derbas nabe

Dadegeha bilind der barê dayika Taybet Înan de biryareke sosret girt. Dadgeha bilind bi biryara ku gartiye Taybet Înan careke din kuşt.

30 Îlon 2025
Rojava xeta sor e

Rojava xeta sor e

Di pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015an de Rêber Apo bi dehan caran hem ji heyeta dewletê re hem jî ji heyeta diçe hevdîtînê re behsa girîngiya Rojava kir.

11 Îlon 2025
Çapemenî diyarker e

Çapemenî diyarker e

Rol û misyona çapemeniyê roj bi roj zêdetir tê nirxandin. Gelek caran weke hêza çaremîn jî hatiye pênasekirin. Piştî çapemeniyê înternet jî weke hêza 5emîn tê pênasekirin.

27 Tebax 2025
Yên neguherin dê bên borandin

Yên neguherin dê bên borandin

Guherîn û veguherîn du zagonên bingehîn ên herikbariya xwezayê ye. Fîlozofê yewnanî Herakleîtos ji bo balê bikşîne ser vê rewşê dibêje, “Mirov di heman çemî de nikare du caran serê xwe bişo.

1 Tîrmeh 2025
Aqilê Sivik Barê giran

Aqilê Sivik Barê giran

“Aqilê sivik barê giran” nexweşiya demê ye. Di cihê dilnizmiyê de, di cihê fêmkirin û watedayînê de razîbûna ji aqilê xwe ne dihêle kes bixwe pêş bikeve ne jî dihêle ku çareseriyeke giştî pêş bikeve.

10 Hezîran 2025

Dema axaftina rastiyan e

PKKê kongreya xwe ya 12emîn kom kir û biryara fesxkirin û rawestandina şerê çekdarî girt. Ev biryar ji du aliyan ve bi şaşwazî hate pêşwazîkirin. A yekemîn şaşwaziya hestiyarî ya gel bû.

20 Gulan 2025
Modela Xezayê

Modela Xezayê

Bi hilbijartina Trump re aloziya li cîhanê her diçe zêdetir dibe. Piştî şer û tevlîheviya li Rojhilata Navîn niha şerê bacê ketiye rojevê.

1 Gulan 2025
Projeya Ocalan an jî ya Îsraîl-Amerîka

Projeya Ocalan an jî ya Îsraîl-Amerîka

Ser bangewaziya serdemê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve pêk hat hefteyek zêdetir borî. Bangewazî ji gelek aliyan ve hate nirxandin.

11 Adar 2025