Kujer kî ye?

Desthilat ji çêkirina derfetên kar û pêşîgirtina li bikaranîn û firotina tiryakê berpirsiyar e. Mixabin di cihê pêşiya firotina tiryakê bigire de yên li hemberî tiryak û fihûşê têkoşînê dikin, dixe binçavan.

•
1 deqe xwendin
Kujer kî ye?

Vê hefteyê ez fikirîm ka li ser çi binivîsim. Evqas mijar û mesele hene ku mirov nikare yekê ji ya din kêm û girîngtir bibîne. Nîqaşên li ser daxuyaniya 53 kesayetên elewî, êrişên nîjadperestî yên li ser kurdan, bûyerên ji ber hişbir û tiryakê diqewimin, bûyerên tacîz-tecawûz û qetilkirina jinan, kûrbûna qeyrana aborî, xitimîn û nediyariya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk… dirêj û dirêj dibe. Li gel rojevên navxweyî rojevên cîhanî jî pir zêde ne. Ji şerê navbera Hamas-Hîzbullah û Îsraîlê bigire heya şerê navbera Amerîka û Îranê, heya şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê, nakokiyên Amerîka û Ewropayê, pêwendiyên Çîn û Amerîka û hwd. 

Ev rojev hemû jî bandorê li jiyana mirovan a rojane dikin. Dibe ku mirov ne di ferqê de be yan jî bêje ‘min eleqedar nake’ lê di her kitekita jiyanê de bi awayekî li kesan diteyise. Amerîka û Îran şer dikin, bihayê petrolê zêde dibe û ev wekî zêdebûna fiyetan diteyise hemû tiştan. Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bandorê li ser genim dike û ev yek dibe sedem ku hemû amûrên ji genim çêdibin fiyeta wan zêde bibe. An jî ji ber guhertina polîtîkaya bacan haya mirovan jê tune ye, her kêlî heqê zêde didin. Mesele tenê ne ji aliyê aborî ve ji aliyê derûnî, civakî û siyasetê ve jî bandorê dike. Mirov ne di ferqê de ne lê gengeşiya di navbera dewletan de diteyise nav civakê û mirov jî bi bandor dibin. Niha tu biçî nava civakê bipirsî ne feqîr ji rewşa xwe razî ye ne dewlemend, ne karker razî ye ne xwediyê kar, ne karmend razî ye ne jî desthilat, ne bazirgan razî ye ne jî muşterî. Li her derê ji rewşa heyî nerazîbûn heye. Pergala kapîtalîst jî bi pêşxistina polîtîkayên li ser van nerazîbûnan hebûna xwe didomîne. Ev pergal xwe li ser rizîbûna civakê didomîne.

Di nav ewqas rojevan de dixwazim li ser bûyereke li Batmanê qewimî bisekinim. Ev bûyer rasterast encama nêzîkatiya desthilatê ya li civakê û taybetî jî civaka kurd e. Di 29ê tebaxê de nûçeyek kete ajansan. Ciwanekî 30 salî H.C, dayika xwe Sêvê Cîhangîr a 55 salî kuştibû. Ev ciwan dayika xwe bi kêrê dikuje. Pêşî dixe nav xalîçeyê û hewl dide bi wî halî bişewitîne. Her wiha gazî cîranên xwe dike, ji bo alîkariya wî bikin da ku xalîçeyê biavêjin qonteynira çopê. Ji cîranan re dibêje ‘sewala me miriye, ka alîkariya min bikin ji bo em biavêjin.’ Lê cîran dikevin gumanan alîkariyê nadin û di dawiyê de hinek giliyê wî dikin. Piştî bûyerê H.C diçe radestî polîsan dibe û bûyerê îtiraf dike. 

Ev bûyer wekî nûçeyeke matmayî di ajansan de derbas bû û qediya. Xortekî diya xwe kuştibû ewqas! Eleqedariya bi nûçeyê re jî ne ji ber ku xortekî diya xwe kuştibû, ji ber şêwaza kuştinê bû. Ango heke bi çifteyekê yan jî demançeyekê diya xwe kuştibûya muhtemelen ewqas nedibû rojev. Mixabin ev jî rastiyeke çapemeniya Tirkiyeyê ye. Bûyer ne ji ber heqîqeta civakî ji ber aliyê wê yê magazînî dibin rojev. Lê di vê bûyerê de jî heqîqeteke civakî heye.

Min bûyer hinek pirs kir. H.C. di demên dawî de ji aliyê hiş ve pirsgirêkên derûnî dijiya. Ji ber bikaranîna tiryakê hewcedarî bi tedawiyê didît. Doktoran gotibû divê bişînin Xarpêtê nexweşxaneya ku tedawiya nexweşiyên derunî dike. Lê dayika wî vê rewşê qebûl nake. Xizmên wî jî dibêjin ‘bişînin’ lê dayik dil nake kurê xwe bişîne nexweşxaneyeke wisa. Piştî bûyerê jî xizmên dayikê herî zêde jî li ser vê mijarê aciziya xwe tînin ziman. Lê êdî tişta bûyî paşve venagere. 

H.C. demekê diçe Ewropa Almanyayê. Bi qasî salek û nîv li wir dimîne û demekê jî dikeve girtîgehê. Piştî demekê li Almanyayê dimîne dixwaze vegere, lê dewlet rêya vegerê nadê. Bi qasî ez hîn bûm, ji bo wî derveyî sînor bike, diçe cam û deriyên dikanekê dişikîne. Almanya li ser vê bûyerê wî diavêje girtîgehê. Li vir zêdetirî salekê di girtîgehê de dimîne û pirsgirêkên derûnî dijî. Di vegera welat de jî ev pirsgirêk didomin. Her wiha dihat zanîn ku H.C. berê jî tiryak bi kar dianî. Bi zêdebûna vê bûyerê jî rewşa wî xerabtir dibe. Di encamê de dayika xwe qetil dike. 

Malbata H.C. malbateke di halê xwe de ye. Bavê wî bi salan e karê qalibê înşaatan dike. Piranî diçin aliyê Anatolyaya Navîn, aliyê Qeyserî, Nevşehîrê wan. Ligel ku malbata wan bi siyasetê re zêde ne eleqedar e jî demekê rastî êrişên nijadperest tê. Piştî vê êrişê eleqederiya wan bi têkoşîna azadiyê re jî hinek çêdibe. Lê dîsa jî heya dikarin bi derdora xwe re sînordar dimînin. 

H.C. jî piranî li cem bavê xwe dixebite. Lê demek dirêj jî bêkar dimîne. Yek ji sedema çûna Almanyayê jî dîtina kar e. Wekî dehhezaran ciwanên kurd ew jî berê xwe dide Ewropayê. Lê Ewropa wî wekî nîv-mirov dişîne mala dê û bavê wî. Pergala ku dibêje ‘di cihê keviran bavêjin de bila tiryakê bi kar bînin û fihûşê bikin’ jî ew kir qatil. Kî dikare bêje kûjerê Sêvê Cîhangîr tenê H.C. ye? Kî dikare bêje portreya H.C. ji polîtîkaya desthilatê serbixwe ye? Kî dikare bêje kuştina Sêvê şexsî ye ne polîtîk e? Dema jin di qadan de qîr dikin û dibêjin ‘kuştina jinan polîtîk e’ wan digirin û diavêjin zindanê. Lê bila pispor werin û lêkolîn bikin, esas kujerê Sêvê kî ye? 

Bêguman berpirsyariya esasî ya desthilatê ya. Desthilat ji çêkirina derfetên kar û pêşîgirtina li bikaranîn û firotina tiryakê berpirsiyar e. Mixabin di cihê pêşiya firotina tiryakê bigire de yên li hemberî tiryak û fihûşê têkoşînê dikin, dixe binçavan. Platforma ‘Şiyar Be’ li her derî çalakiyên hişyarî û baldarbûyînê li dar xistin. Lê desthilata ku ji bo firoşkarê tiryakê du polîsan peywirdar nake, ji bo ev çalakî pêş nekevin bi hezaran polîs peywirdar dike. Dewleta ku ji bo avakirina kar derfetan çênake ji bo şer bi milyar dolar pere xerc dike. Ji aliyên din ve li Kurdistanê her derfetê kar jî li gorî polîtîkaya şerê taybet bi kar tîne. Yanî heke dikaribe têkoşîna azadiyê lawaz bike, xwesteka demokrasiyê vemirîne, dikaribe bi xwe ve girê bide, derfet pêşkêş dike. Ev polîtîka bi xwe jî rizandina civakî zêde dike. 

Wekî encam bibêjim, dibe ku bala me li ser şerên kurewî be. Lê rewşa xerab a li kêleka me ye. Helbet polîtîkaya desthilatê li ber çavan e, lê ji bo pêşigirtina vê hewce ye raya giştî jî bikeve tevgerê. Ji saziyên sivîl bigire heya partiyên siyasî, heya odeyên pîşesaziyan. Ev berpirsyariya hemû kesî ye.