Xêra NATOyê ji gelan re nîne

Çi dibe bila bibe, dibe ku di civîna NATO de ji bo kurdan tiştên neyînî jî hatibin nirxandin. Lê rastiyek heye ku hesabê şaş ji kurdan dizîvire. Hem kurd hem jî tevgerên sosyalîst-çepgir rastiya NATOyê baş dizanin. Feydeyeke wê heta niha ji bo gelan çênebûye. Heke Erdogan pişta xwe bi NATOyê qewîn bike û di vê pêvajoyê de ji bo çareseriyê gavên pêwîst neavêje dê Tirkiye bikeve rewşeke xeternak.

•
1 deqe xwendin
Xêra NATOyê ji gelan re nîne

Di nav hefteyê de civîna NATOyê ya salane hate lidarxistin. Herî dawî di 2004an de ev civîn li Tirkiyeyê hatibû kirin. Ji ber gengeşiya di navbera Tirkiye û hinek dewletên endam ên NATOyê de ev civîn girîng bû. Tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo diyarkirina polîtîkayên nû jî girîng bû. Tê zanîn NATO ji 32 dewletên endam û 19 dewletên di çeperê de pêk tê. Her wiha rêxistina herî mezin a leşkerî ye. Her çiqas wekî rêxistineke ‘parastinê’ were pênasekirin jî di esasê xwe de rêxistineke şer, êriş, pêşxistina şerê taybet, dagirkirin û komkujiyê ye. Di van rojên dawî de zêdetir bi piştgiriya Ukrayna û hinek dewletên din derdikeve pêş. Ango wekî rêxistineke ku li hemberî zaliman mazlûman diparêze tê nirxandin. Lê rastiya wê gelekî dijberî vê ye.

Rastiya NATOyê herî baş tevgerên sosyalîst û rizgariya neteweyî dizanin. Wekî din jî tevgerên ciwan û jinan dizanin. Tevgerên etnîk û olî yên derveyî pergala kapîtalîzmê baş dizanin. Ji bo pêşiya protestoyên vê civînê were girtin bi sedan jin, ciwan, xwendevan, akademsîsyen, rojnamevan bi awayekî hovane hatin binçavkirin û bi sedan kes şandin girtîgehê. Sedem çi ye? Bila serokên dewletan rastî protestoyan neyên. Bila dîmeneke neyînî yê dijbertiyê neyê xuyakirin. Ti dewlet û pêkhate wekî NATOyê di teknîk û taktîkên şerê taybet de bi pêş neketiye. Bi şêwaza rêxistina Gladio li her welatî rêxistinên tarî û qirêj ava kirin. Ev rêxistinên ku di nav dewletên endam ên NATOyê de hatin damezirandin bi îşkence û wendakirina şoreşgeran navdar bûn. Heke niha li cîhanê wijdan û exlaq lawaz bûbe, pêşiya pergaleke nû ya wekhev û azad hatibe girtin, paya NATO û rêxistinên Gladioyê sereke ye. Ji Vîetnamê bigire heta Angola, heta têkoşîna bask û kurdan li her derê NATO roleke stratejîk lîst. Di her komkujiyê de dewseke NATOyê heye. Niha jî dixwazin NATO wekî rêxistineke normal were nirxandin.

Desthilata AKPê ku ji şeveqê heya êvarê behsa mafê mirovan dike, dev diavêje dewletên rojavayî, dema mijar dibe bidestxistina hinek piştgiriyan xwe ji wan re dike merş. Herî zêde li bendê ye ku ji bo şerê li hemberî kurdan NATO piştgiriyeke nû bide Tirkiyeyê. Her wiha li bendê ye di şerê dagirkirin û parvekirina enerjiyê de risteke nû bide Tirkiyeyê. Lewma Erdogan xwe ji bo vê civînê baş amade kiribû. Mixabin bi qasî xuya dike di rewşa heyî de tiştek cuda tune. Encamnameya civînê hema bêje yekeyek encamanameya sala borî ye. Jixwe zêde nikare tiştek nû jî derbixe. NATO hêza xwe ji teknîka şer digire, di vê civînê de jî herî zêde li ser bipêşxistina teknîka şer rawestiya. Li gorî encamnameyê tê gotin ku dê li ser hişê çêker ê xurt rawestin û şerekî ewrî yê transatlantîk di nav xwe de bihewîne. Ev jî diyar dike ku dê di rojên pêş de zêdetir rojeva şer bi pêş bikeve. 

Di lîteratûra NATOyê de aştî û azadî tune ye. Şer û destwerdan heye. Hêj civîna NATOyê bi dawî nebûbû, Amerîkayê êrişeke berfireh a hewayî li ser Îranê pêk anî. Careke din Îran hişyar kir. Bi vê êrişê derkete holê ku mutabaqata di navbera Amerîka û Îranê de ji bo 60 rojî hatiye îmzekerin bê feyde ye. Ev rewş wiha jî dikare were şîrovekirin: Trump ji bo piştgiriya şerê hemberî Îranê gilî û gazinc xwe li NATOyê dikirin, dibe ku di vê civînê de ev piştgirî zêdetir derketibe pêş. Bi awayekî din jî dikare were şîrovekirin: Netenyahû ji ber sozên Trump ku dan Erdogan aciziya xwe bi zimanekî hişk anî ziman. Trump jî xwest Netenyahû aram bike. Dibe ji bo dilê Netenyahê xweş bike û nehêle li hemberî Erdogan bertek werin dayîn, ev êriş pêk anî bin. Di polîtîkaya hemberî Îranê de Trump û Netenyahû cuda difikirin. Li gel nerazîbûna Îsraîl jî Trump bi Îranê re mutabaqatek îmze kir. Wekî din bi qasî tê zanîn gelek serokên dewletên din jî helwesta Trump a ji bo Erdogan rexne kirine. Di serî de serokê Yewnanistanê bertek nîşan daye. Dibe ku ji ber van bertekan be, Trump piştre ji bo rakirina kirdariyên CAATSA û firotina balafirên F-35 got ‘min hêj biryara xwe ya esasî nedaye.’ 

Piştî civîna NATOyê niha mijara sereke rewşa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Dihate gotin ku AKP ji bo helwesta xwe ya pêvajoyê diyar bike li bendê ye ku di geşedanên Rojhilata Navîn de li ser navê NATOyê roleke berfirehtir bilîze. Di rewşeke wisa de AKP berî her tiştî dê li hemberî kurdan bikeve nav hewldanên nû. Jixwe niha ji bo ku rewşeke erênî ji bo kurdan çênebe dewleta tirk dikeve nav her hewldanê. Çi polîtîkayeke neyînî ya li hemberî kurdan hebe tiliya dewleta tirk di nav de ye. Serokê MÎTê yê Tirkiyeyê welat bi welat digere. Di ajandaya wî de mijara sereke kurd in. Ji bo kurd bi tevahî werin bêçekirin dixebite. Di civîna NATOyê de ev mijar çawa hatiye nirxandin hêj ne diyar e. Bi qasî xuya dibe Tirkiye amade ye ji Amerîka û dewletên din çekan bikire. Beranberî vê jî dê pêşiya Tirkiyeyê hinek din vebikin. 

Çi dibe bila bibe, dibe ku di civîna NATO de ji bo kurdan tiştên neyînî jî hatibin nirxandin. Lê rastiyek heye ku hesabê şaş ji kurdan dizîvire. Hem kurd hem jî tevgerên sosyalîst-çepgir rastiya NATOyê baş dizanin. Feydeyeke wê heta niha ji bo gelan çênebûye. Heke Erdogan pişta xwe bi NATOyê qewîn bike û di vê pêvajoyê de ji bo çareseriyê gavên pêwîst neavêje dê Tirkiye bikeve rewşeke xeternak. Heta Îsraîl di vê rewşê de be êdî destûr nayê dayîn ku Tirkiye serwerî Rojhilata Navîn be. Ger Tirkiye pirsgirêkên li nav xwe çareser neke, nikare vekirî helwestê jî nîşan bide. Tirkiye encax bi kurdan re pêwendiyeke rast ava bike dikare bibe hêzeke xurt. Ji bo vê jî naskirina mafan kurdan ên neteweyî û çêkirina makezagoneke demokratîk hewce ye.