Tîbûna ji aştiyê re
Dayikên ku bi salan e agahî ji zarokên xwe negirtibûn, jin û xortên ku bi salan e têkoşîna dîtina cenazeyê bav û dayikên xwe didin, ciwanên ku bi salan e nekarîne bi rehetî xwişk û birayên xwe bi bîr bînin, zarokên çavê wan tije meraq… hemû li wir bûn. Ne tenê mêvan, xwediyê bîranînê bûn.

“Ez li benda Armancê xwe bûm, ez li bendê bûm ku wî hembêz bikim, lê îro ez li vir Armancê xwe bi bîr tînim. Daxwaza min ew e ku êdî gerîla jiyana xwe ji dest nedin. Armancê min çû lê ez ê her geriyalekî ku were wekî Armancê xwe pêşwazî bikim û hembêz bikim.” Li Amedê di bîranîna şehîdan de dayikekê wiha digot. Bi hezaran kes herikîn cihê bîranînan. Bîranîn ne tenê ya malbatekê bû, ya hemû kesan bû.
Dayikên ku bi salan e agahî ji zarokên xwe negirtibûn, jin û xortên ku bi salan e têkoşîna dîtina cenazeyê bav û dayikên xwe didin, ciwanên ku bi salan e nekarîne bi rehetî xwişk û birayên xwe bi bîr bînin, zarokên çavê wan tije meraq… hemû li wir bûn. Ne tenê mêvan, xwediyê bîranînê bûn.
Sînemager, muzîsyen, rojnamevan, stranbêj, şanoger… hemû li wir bûn. Ji ber ku her cangorî di heman demê de aktor û aktrîstên fîlmekî bûn. Her yek ji wan geh stranbêj, geh tembûrvan geh jî bilûrvan bû. Hinek jî di milekî çek di milekî de lênûsk û pênûs, nivîskar bûn. Di her kêliyê de bi qeydgirtin û şopandina jiyana çiya dibûn rojnamevan û barê di tûrikê li milê wan de dibû kamera, dibû trîpot, dibû kompîtur. Lê tiştek ji çenteyê wan kêm nedibû, nan û av ji bo wan çi be, pirtûk jî ew bû. Her yek xwendevan, her yek ji wan lêkolîner bû. Lewma gel hez ji wan kir û ew bi dilê xwe hembêz kirin. Gel bû çem û herikî cihê bîranînan.
Ev çend roj in ji nêz ve bîranînên cangoriyên azadiyê dişopînim. Xemgînî û kêfxweşî bi hev re dihate jiyîn. Xebera şehadetê, bîranîna cangoriyan xemgîniyekê çêdikir, lê li aliyê de xwedîderketina xurt di nav gel de dibû mijara moral û kêfxweşiyê. Gel xwe bi xwe moral da hev. Xwe bi xwe piştgirî da hev. Dayikan mil dane hev, serê xwe danîn ser milên hev. Ji hev re bûne balgîf. Bêdeng û ji kûr ve jan û êşên hev hîs kirin û bi hev re parve kirin. Carinan tenê bi awirekê ji hev fêm kirin ka divê çawa tevbigerin. Bi nihêrtinekê hêz û qewet dane hev. Bi yek peyvê hestên xemgîniyê li ser lêvan veguherîn bişirîniyeke efsunî. Di wê kêliyê de wekî ku barê hazar salan ji ser xwe biavêjin sivik bûn û wekî ku peywira giran a li pêşiya xwe bibînin ronî bûn.
Di bîranînan de li gel hest û ramanên giran û cuda xwestek zelal û xwerû bûn. Di her gotinê de xwesteka aştiyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bilêvkirin. Gelek kesan jî anî ziman ku ji bo yek canê din wenda nebe hewce ye pêvajo bi lezgînî bi encam bibe. Gotineke din jî pir watedar bû: “Heke vê pêvajoyê zûtir destpêkiribûna û bi encam bibûna niha gelek ji van cangoriyan dê li kêleka me bûna û dê xebatên siyaseta demokratîk bimeşandana.”
Helbet li Kurdistanê bîranîna cangoriyan tenê ne girêdana şînê ye, ne cihê xemgîniyê ye. Bîranîn hafiza ye, bîrbûna civakî ye. Hişmendiya çêbûna civakê ye. Bi hezaran kesên ku hatin heman hest û raman parve dikirin, piştgiriya xwe nîşan didan, di heman demê de yekîtiya xwe ya hest û ramanî jî çêdikirin. Ango bîranîna cangoriyan bêyî ku heya civakê jê hebe, li derdora xwe civakeke nû ava dikir. Ev ne ji bo îro derbasdar e. Şehîd, di her civakê de pîroz in. Lê ji bo gelê kurd, hêmanên bingehîn ên avakirin û domandina jiyanê ne. Remza xweîfadekirin û tevlîbûna jiyanê ne. Ew gelê ku herikî mekanên bîranînan di heman demê de bi bîr û baweriya xwe, bi xeyal û armancên xwe jî tevlî dibûn. Û armanc û xeyalên wan jî yên cangoriyan bixwe bûn.
Goristan hatin xerakirin, cenaze bi rojan li kolanan hatin hiştin û li pişt erebeyên zirxî li kolanan hatin kaşkirin, bi bombeyan cenaze bûn parçe parçe, bi gazên kîmyewî hatin şewitandin, avêtin çalên asîdê û ew helandin, bi komî hatin veşartin, bi komî ji goran dîsa hatin derxistin û di bin peyarêyan de hatin veşartin. Bi qasî ku îşkence li saxan kirin cenaze jî ewqasî rastî îşkence û pêkutiyên qirêj hatin. Lê rastiyek neguherî; gel ji bo xwedîderketina cangoriyên xwe ti carê bi paş ve venekişiya.
Qet ji bîra min naçe. Berî çend salan li Bestaya Şirnexê di encama bombebaranê de 5 gerîlayên YJA-STARê şehîd ketibûn. Cenaze li holê nemabûn. Me serdana dayika yek ji wan gerîlayan kir. Dayikê li ser keça xwe dilorand û digot ‘hema tenê parçeyek ji canê wê hebe bes e ji min re.’ Perçeyek ji can dihat wateya ku goreke wê hebe. Lê ne kuştin, ne bombebarandin, ne heqaret û pêkutiyên li ser wan misqalek ji hezkirin û xwedîderketina wan kêm nekir.
Di van bîranîn de yek ji xwestekên sereke jî ew bû ku komîsyon werin amadekirin û li ser goristan û wendahiyan xebatekê bikin. Hevserokê MEBYA-DERa Amedê jî anî ziman ku projeya wan a bankaya DNAyê heye. Bi projeyê ew dixwazin ku DNAyên cangoriyan kom bikin û her malbat dema serî lê da di demeke kin de cenaze li ku derê be xwe bigihîne wan.


