Gava yekemîn

Zagon wekî mifte hate pênasekirin. Mifte derî vedike lê avahiyê hemûyî saz nake. Ji bo dikaribî nav xanî tijî bikî û dekorê çêbikî hewce ye pêşî derî vebibe. Ji bo dekor jî pêdivî bi gavên din heye.

•
1 deqe xwendin
Gava yekemîn

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vê hefteyê bi qebûlkirina zagona çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû. Her çiqas hinek alî dijberiyê bikin jî nêrîna hevpar ew e ku ji bo pêşiya siyasetê vebibe ev gaveke erênî ye. Bêguman gelek aliyên vê zagonê yên kêm hene ev kêmanî dê gelek werin nirxandin û rexne jî werin kirin. Lê ya esasî ew e ku pêvajo di cihoka xwe de biherike û bigihîje encameke baş. 

Dema zagon hate lijneya dadê, gelek bertek hatin nîşandan. Bi awayekî mafdar naveroka zagonê qels hate dîtin. Di zagonê de behsa meseleya kurdî û dê çawa were çareserkirin nehatibû kirin. Zêdetir di çarçoveya ewlehiyê de hatiye nirxandin. Kurd û derdorên demokrat hêvî dikirin ku zagoneke baş were çêkirin. Ev bendewariya me hemûyan bû. Hewce ye em dev ji vê hêvî û têkoşîna pêkanîna wê jî bernedin. Lê divê mirov rastiyê jî ji bîr neke. Niha partiya li desthilatê ku dewletê bi rê ve dibe ne xwedî hişmendiyeke demokratîk e. Behsa bi sedan binpêkirinên mafên mirovan û azadiyan tê kirin. Di rewşeke wisa de heke mirov bifikire ku bi yekcarê demokratîkbûn pêk were ne di cih de ye. 

Rastiya komarê ew ku di destpêkê de li ser ‘qedexeyan’ hate damezirandin. Di nav sed salî de hate rewşeke wisa ku hemwelatî berî dewletê bertek nîşanî mafên demokratîk bidin. Niha rêjeyeke mezin a nifûsa Tirkiyeyê dema mijar dibe mafê kurdan yekser bertek nîşan dide. Bi silametî nîqaşa meseleya kurdî nayê kirin. Ji ber ku peyva kurd, hebûna kurdan veguherî qodên damezirandin û domandina komarê. Ango alîgiriya kurdan rasterast wekî dijberiya dewletê tê nirxandin. Eleqedariya bi meseleya kurdî re loma zehmet e. 

Ev rewş nikare were guhertin? Belê dikare were guhertin. Îro desthilat bi çapemeniya di dest de dikare pêşiya gelek tiştan bigire. Lê nake. Çima nake? Ji ber ku ev tercîhek e. Tercîhek e ku desthilata xwe li ser didomîne. Meseleya kurdî dîl girtiye. Dixwaze li ser çareserkirina meseleya kurdî desthilata xwe bidomîne. Ev jî ji bo wê ferasetê ku dixwaze li desthilatê bimîne tiştek normal e. Nirxandinên wiha têne kirin, ‘AKP û Erdogan ji bo careke din bibin desthilat vê pêvajoyê didin meşandin.’ Helbet ji bo desthilatiya xwe bidomîne van polîtîkayan dişopîne. Naxwaze li hemberî desthilata wê astengî derkevin. Mixabin ev nêzîkatî xetereyan zêde dike. Lê karakterê vê desthilatê wisa ye. Bendewariya hişmendiyeke demokratîk ne rast e. 

Bi vê zagonê û gavavêtinên nû, zemîna dijberiya demokratîkbûnê ji holê tê rakirin. Çi daxwazeke demokratîkbûnê tê ji aliyê AKPê ve bi hinceta ‘teror’ê tê bipaşvexistin. Niha ew hincet ji holê radibe. Hincet ji holê radibe lê dîsa jî misogeriya ku dê gavên demokratîk bavêje tune ye. Her tişt girêdayî têkoşînê ye. Heya niha AKP bi propagandaya terorê siayset rehîn girtibû, lê niha hinceteke ku bi vî awayî bi kar bîne tune ye. 

Metafora ‘rêya hezar kîlometrehî bi gavekê dest pê dike’ û ‘mifte’ girîng in. Di pêncî salên têkoşîna azadiyê de hate dîtin ku guhertinên civakî ewqas ne hêsan in. Li cîhanê ewqas şoreşên ku çêbûn jî guhertinên ku dihatin payîn pêk werin, pêk neanîn. Sovyet hilweşiya. Çekoslovakya hilweşiya. Li gelek cihan ‘şoreşê’ rewş xerabtir kir. Civak û bîr ne tiştekî wisa ye ku bi hêsanî were guhertin. Her wiha avakirina pêkhateyeke civakî jî ne hêsan e. Hinek formên civakî hene bi hezar salan didomin. 

Meseleya kurdî jî yek ji wan e. Gelek caran em difikirin û dibêjin ku di demeke kin de bi çend gotinan mesele dikare safî bibe. Lê di hevsengiya heyî de û ji ber normên li nav civakê hatine avakirin rewş ewqas ne hêsan e. Helbet heke desthilat bi heqaniyetê bifikire û tevbigere mesele hêsantir çareser dibe. Lê pirsgirêka esasî jî ew e ku desthilat ji heqaniyetê dûr e. Heya ku desthilat û partiyên li Tirkiyeyê nebin xwedî helwesteke rast, zemîna çareserkirina pirsgirêkê jî ava nabe. Niha bi derxistina zagona çarçoveyî deriyê vê zemînê vedibe. Ev ji bo demokratîkbûnê gava destpêkê ye. 

Behsa demokrasiya Ewropayê tê kirin. Her wiha behsa pergala wê ya çareserkirina pirsgirêkan tê kirin. Ewropa heya hate vê rewşê 500 sal di nav şer de ma. Du şerên cîhanê yê mezin dîtin. Di encama van pevçûn û şeran de derkete holê ku pirsgirêk encax bi pevgihîştin û muzakereyê dikarin werin çareserkirin. Yekîtiya Ewropayê jî di encama vê fikrê de derkete holê. Helbet pirsgirêkên wan jî hene. Polîtîkaya wan a derveyî Ewropayê li ser mantelîteya mêtingeriyê dimeşe. Lê di nav xwe de polîtîkaya muzakereyê didin meşandin. 

Gelên Rojhilata Navîn jî bêyî ku hinek xwe ji yên din mezintir bibînin hewce dike mafê hev, hiqûqa hev nas bikin. Bi hezaran sal in, Rojhilata Navîn hewl dide pirsgirêkan bi şîdetê çareser bike. Dema mafê axaftinê tê qutkirin, dema raman lawaz dibe, dema zemîna heqaniyetê ji holê radibe şîdet bi pêş dikeve. Rojhilata Navîn di aliyê teknîk, bîrdozî û aboriyê de ji Ewropayê bi paş ve maye. Li cihê ku nîqaş bê kirin her tim serî li şîdetê tê dayîn. Hewce ye êdî Rojhilata Navîn ji vê rewşê derbikeve. Dikaribe xwe bigihîne kapasîteya ku pirsgirêkên xwe bi muzakere û têkoşîna siyaseta demokratîk çareser bike. Ev qanûna ku li parlementoya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin jî ji bo vê rêbazê destpêkek e. 

Her wiha zagon wekî mifte hate pênasekirin. Mifte derî vedike lê avahiyê hemûyî saz nake. Ji bo dikaribî nav xanî tijî bikî û dekorê çêbikî hewce ye pêşî derî vebibe. Ji bo dekor jî pêdivî bi gavên din heye.