Li eniya rojeva tiştekî nû tune

Di vekirina parlementoyê de min carek din fêm kir ku hêvî ne desthilat û mixalefeta heyî ye. Hêvî divê gel bixwe be. Civak bixwe be. Pêvajoyeke girîng li pêş e. Pergala kapîtalîst xwe nûjen dike. Bi teknolojiya jîreya çêkirî li pey modelên nû ye.

•
1 deqe xwendin
Li eniya rojeva tiştekî nû tune

Ev demek e ku di derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandinên ku dibêjin ‘xitimandin heye’ têne kirin. Di 10 Tebaxê de Qanûna Çarçoveyê di parlementoyê de hate qebûlkirin. Serokomar Erdogan jî îmze kir û di rojnameya fermî de hate weşandin. Ji bo zagon bikeve pratîkê tenê hewcedarî bi ‘erêkirina’ Desteya Netewî ya Ewlehiyê (MGK) hebû. Mixabin di civîna dawî ya MGKê de biryareke wisa derneket. Di encama hatî ragihandin de jî behsa ‘pêvajo di çi astê de ye’ nehatibû kirin. 

Piştî civîna MGKê parlementoyê jî dest bi karê xwe yê zagonî kir. Çav li vekirina parlementoyê bûn. Ji ber ku îsal gelek tişt qewimîn, çav li helwesta hikûmet û mixalefetê bû. Lê ji salên din tiştek cudatir derneket holê. Dîsa serokê parlementoyê behsa tiştên xweş kir. Serokomar jî hewcedariya bi makezagoneke nû ya demokratîk, azadîxwaz û sivîl kir. Partiyên mixalefetê jî tiştên her sal dikirin berdewam kirin. 

Yenî Partiyê dema Erdogan axivî parlemento terikand. Îyî Partî nerabû ser xwe û li çepikan neda. Ji CHPê tenê Kiliçdaroglu hebû, ew jî ne li ser rêzên parlementeran ji locayê beşdar bû. Li ser rêzên DEM Partiyê wêneyê parlementerê Hatayê yê di girtîgehê de Can Atalay hebû. Parlementerên TÎPê tevlî desteya giştî nebûn. Parlementerên AKP û MHP heya destê wan kul bibin li çepikan dan. Erdogan jî wekî tu pirsgirêk tune bin çû silav da parlementeran. Axaftin hatin kirin û merasîm qediya. 

Li Tirkiyeyê û derdora Tirkiyeyê evqas geşedanên girîng diqewimin, lê tuyê bêjî qey li welatekî din dijîn. Mijara nelirêtiya fonê bi tena serê xwe hewcedarî bi nirxandineke girîng dike. Ne mixalefet micid li ser disekine ne jî desthilat digire ser xwe. Bi îstîfaya kesekê wekî ku pirsgirêk çareser bûbe tevdigere. Li aliyê din jî dema behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê kirin, wekî ku pirsgirêka du-sê kesan çareser dikin behs dikin. Li holê meseleyeke bi sedan sal heye ku êdî tenê ne Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn beşeke mezin a cîhanê eleqedar dike heye. 

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di peyama ku ji konferansa Londra re şandî de wiha dibêje: “Pirsgirêka kurd êdî ne tenê pirsgirêka gelekî ye; pirsgirêka siberoja hevpar a Tirkiyê û Rojhilata Navîn e.” Di berdewamiya peyama xwe de jî dibêje ku eger meseleya kurdan neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn dê ne mumkin be ku ji bo her kesî siberojeke hîn aramtir, ewletir û jiyanbar bê avakirin.

Di mijareke eweqas girîng de helwesta tê nîşandan ji rêzê ye. Helwesta hikûmetê li gorî berjewendiyê partî û hizbî diyar dibe. Heya cihekî jî tê famkirin. Her partî dixwaze li desthilatê bimîne yan jî bibe desthilat. Lê heke ev xwestek ne li ser çareserkirina pirsgirêkên civakê be û hişmendiyeke demokratîk tune be despotî pêş dikeve. Desthilat ji aliyekî ve dibêje ez ê pirsgirêkê çareser bikim lê li aliye din jî her cure polîtîkayên tundî û operasyonên li ser dengên demokrat û azadîxwaz didomîne. 

Li aliyê din jî mixalefeta Tirkiyeyê wekî ku ji vê rewşê razî ye tevdigere û her behsa hilbijartinên li pêş dike. Tuyê bêjî qey dema hilbijartin hat dê pirsgirêk çareser bibin. An jî jixwe desthilata heyî têkçûn qebûl kiriye û riya desthilatê ji partiyên din re vebûye. Di serdema AKPê de bi dehan hilbijartin çêbûn. Di her hilbijartinê de li gorî mixalefetê dawiya AKPê dihat. Mixabin tiştekî wisa çênebû. Ez nabêjim ji ber ku AKP pir demokrat e hate hilbijartin. Ez bixwe rastî gelek sextekarî û çewisandinên li ser hilbijartinê pêk hatine, hatime. Lê helwesta muxalefetê jî ne helwesteke micid a hilweşandina desthilatê bû. Di vekirina parlementoyê de jî ev rewş xuya dike. Mînak zagonek hate qebûlkirin. Lê ji bilî DEM Partiyê yek nabêje ka çi li vê zagonê hat? Ka di çi rewşê de ye? Ji bilî bi rastiyê re eleqedar bibin tenê bi fikarên populîst tevdigerin. Ew jî zirareke mezin dide welat û pirsgirêkên civakê kurtir dike.

Di vekirina parlementoyê de min carek din fêm kir ku hêvî ne desthilat û mixalefeta heyî ye. Hêvî divê gel bixwe be. Civak bixwe be. Pêvajoyeke girîng li pêş e. Pergala kapîtalîst xwe nûjen dike. Bi teknolojiya jîreya çêkirî li pey modelên nû ye. Riyên nû yên enerjî û bazirganiyê ava dike. Amerîka vekirî dibêje, “tevger û saziyên derveyî dewletê ne xema me ne, ji bo me ya esas rêveberiyên dewletan e.” Li gorî vê xwe dîzayn dike. Heke civak xwe birêxistin neke û xurt nebe, li hemberî despotiya dewletê nikare li ser lingan bimîne. Mînaka Efxenîstan li ber çavan e. Rêberê Gelê Kurd jî bi qasî ku bangewazî li dewletê dike ku gavên hiqûqî bavêje ewqas jî hişyariyê li civakê û saziyên demokratîk dike. Ev ne pêvajoyeke wisa ye ku li benda gavavêtina dewletê bimînin e. Ji bo dikarîbî bi dewletê gav bidî avêtin jî hewce ye hêza te hebe. Ew hêz jî têkoşîna civakî bi xwe ye. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ev rewş jî di peyama xwe ya dawî de vekirî aniye ziman. Wiha dibêje: “Divê êdî çek neyên pesinandin; divê civak bê avakirin. Siyaseta demokratîk dewsa stratejiya şerê rizgariya neteweyî girtiye. Çeka me ya bihêztir gotin, hiqûq û civaka rêxistinkirî ye.”

Kurt û kurmancî di eniya rojava de tiştekî nû tune ye. Beyî bendewariyek hebe divê civak tevdîrên xwe pêş bixe.