Pêvajo bi lîstikan naçe serî

Piştî hevdîtina li Îmrlaiyê qelemşorên AKPê anîn ziman ku li Îmraliyê ‘mitabaqateke tam’ heye. Lê çarçoveya ku ew tînin ziman û ya DEM Partiyê ne yek in. Ew li gorî xwe di çarçoveya ‘ewlehî’ û ‘tasfiyeya rêxistina terorê’ nêzîk dibin û bi lêv dikin. AKP bi van hewldanan dixwaze serê civakê û gelê kurd tevlihev bike. Bi awayekî din dixwaze cudabûnê bixe navbera tevger, serok û gel. Pêvajo bi lîstikan naçe serî.

•
1 deqe xwendin
Pêvajo bi lîstikan naçe serî

Çavê hemû kesî lê ye ku zagona çarçoveyî di demeke kin de di parlementoyê de were nîqaşkirin. Herî dawî di hevdîtina 24ê gulanê de birêz Abdullah Ocalan behsa zagonên şaneyî kiribû. Li gorî wê diviyabû ev zagon li ser sê xalan were amadekirin: rêya tevlîbûna siyaseta demokratîk, fermîkirina pêvajoyê û zelalkirina statuya birêz Abdullah Ocalan. Di hevdîtina 20ê tîrmehê de şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtineke ku pênc saet domiya pêk anî. Hate diyarkirin ku şandeya dewletê jî di hevdîtinê de amade bû. Di encama hevdîtinê de Abdullah Ocalan û şandeya dewletê li ser reşnivîsa zagona çarçeveyî mitabiq bûn. Ev reşnivîs bi heyeta DEM Partiyê re jî hate parvekirin. Piştî hevdîtina li Îmraliyê şandeya DEM Partiyê bi rayedarên AKP û hikûmetê re hevdîtin pêk anîn. Li vir hate dîtin ku reşnivîsa AKP û hikûmetê ji ya li Îmraliyê cuda ye.

Bi qasî agahiyên li ber dest rayedarên hikûmetê li gorî xwe di reşnivîsê de guhertin pêk anîbûn. Çi ne ev guhertin:

  1. Dê Komîsyona Aştî û Tevlîbûna Siyasetê were damezirandin û birêz Abdullah Ocalan jî wekî kordînator li vir cih bigire

  2. Di bin banê parlementoyê de komîsyoneke şopandinê were avakirin û ev komîsyon dê pêvajoyê bişopîne

  3. Zagon dê bi 6 mehan re sînordar be û bêyî ku cudatî bixe navberê pêşiya hatina kesên ji çiyê, derveyî welat û zindanan vebike. 

Lê bi qasî agahiyên hatine bidestxistin, di reşnivîsê de ku herî dawî hatiye nîşandan ev xal hinek hatine guhertin. Di vê reşnivîsê de hê jî peyvên ‘teror’ û ‘terorîst’ têne bikaranîn, rola birêz Abdullah Ocalan nehatiye diyarkirin, peywira şopandinê radestî MÎTê tê kirin. Behsa Komîsyona Aştî û Tevlîbûna Siyasetê nayê kirin. Ji ber van sedeman şandeya Dem Partiyê ev rewş qebûl nekiriye. Di van kêliyên ev nivîs tê nivîsandin de hê jî baş ne diyar e reşnivîs kengî were parlementoyê. 

AKP çima wisa dike? 

Piştî hevdîtina li Îmrlaiyê qelemşor û rayedarên AKPê anîn ziman ku li Îmraliyê ‘mitabaqateke tam’ heye. Lê çarçoveya ku ew tînin ziman û ya DEM Partiyê ne yek in. Ew li gorî xwe di çarçoveya ‘ewlehî’ û ‘tasfiyeya rêxistina terorê’ nêzîk dibin û bi lêv dikin. Mixabin di serî de jî hatibû ziman ku ev mesele tenê bi argumanên ewlehiyê nikare were dîtin. 

AKP bi van hewldanan dixwaze serê civakê û gelê kurd tevlihev bike. Bi awayekî din dixwaze cudabûnê bixe navbera tevger, serok û gel. Dixwaza reşnivîsa xwe wekî ku ya li Îmraliyê ye bi yekalî bîne parlementoyê û bêje reşnivîsa li ser mitabaqat çêbûye ev e. Heke DEM Partî û Rêveberiya Tevgerê li hemberî derkevin û nerazîbûnan nîşan bidin, dê bêje ‘binihêrin li gorî gotina Abdullah Ocalan tevnagerin, daxwaza van ne çareserî ye, li gorî xwestekên hêzên derve tevdigerin.’ Bi vî awayî rojevek çêker bide avakirin û zagona çarçoveyî dernexîne. 

A din jî desthilat li gorî geşedanên herêmê û cîhanê tevdigere. Dema geşedaneke li gor dilê wê çêdibe dîreksîyon bi wî aliyî de dişikîne. Stratejiyeke wê ya demdirêj tune ye. Ji ber vê jî her carê li tiştekî diqelibe, derbeyekê dixwe. Welat aniye rewşeke wisa û bi sed derbe û birînan re dijî. 

Berî niha jî gelek caran ev rêbaz ceriband. Hêj di salên 1990î de digotin ‘APO cuda ye PKK cuda ye.’ Di salên 2000î de digotin ‘hinek baz in hinek kevok in, baskê bazî naxwaze çareserî bi pêş bikeve.’ Ev rêbaz negihîştin armanca xwe, tenê dem winda kir, dema çareseriyê dirêj kir, vê jî bi xwe re gelek windahiyên madî û menewî anîn. Bû sedema qeyrana aborî, bû sedema windahiya bi dehhezaran kesan. Di van deh salên dawî de bi hezaran gerîla, jin, zarok, ciwan, pîr, leşker, polîs jiyana xwe di dest dan. Ev jî ji ber ku AKP ji desthilatê nekeve hate kirin. Niha jî li pey heman lîstikan e. Dixwaze hincetekê çêbike ku pêvajoyê nede meşandin. 

Di vê demê de careke din diyar dibe ku ên naxwazin pirsgirêk çareser bibe û demokrasî bi pêş bikeve desthilata tirk bixwe ye. Desthilata xwe li ser şerê li hemberî kurdan ava kiriye. Ditirse ku demokrasî bi pêş bikeve. Dema pirsgirêka kurdî çareser bibe dê nikaribe hincetan nîşan bide lewma dixwaze pirsgirêk di asteke ku bikaribe kontrol bike de dewam bike. Şerekî bikontrol dixwaze bidome. Heman stratejî û taktîkê li hemberî mixalifên din jî dike. Her tim rojevek çêker dixe nav wan. Bi hinek tiştan mijûl dike. Ji aliyê din ve jî polîtîkaya xwe dide meşandin. 

Divê çi bê kirin?

Ev polîtîkaya AKPê piranî deşîfre bûye. Tê zanîn dixwaze çi bike. Li hemberî vê bêyî ku rojeveke din were avakirin hewce ye israra di zagona çarçoveyî de bidome. Hem gelê kurd hem jî dilxwazên aştî û demokrasiyê zêdetir dengê xwe bilind bikin.  Pêvajoyeke zehmet e. Desthilat li gorî xwe dibêje, ‘jixwe zêde baweriya kesî tune lewma ez dikarim li gorî xwe tevbigerim.’ Lê tişta xelet dizane ew e ku şert û mercên herêmê roj bi roj diguherin. Li Tirkiyeyê rewşa siyasetê diguhere. Êdî wekî berê kes kurdan înkar nake. Nikare înkar bike. Heke AKP û Erdogan ji çareseriyeke demokratîk vegerin ew dê winda bikin. Êdî hem li herêmê hem jî li Tirkiyeyê vebijarkên kurdan zêde ne. 

Pêvajo bi lîstikan naçe serî, ne kurd bi van lîstikan dixapin ne jî tevger û serokên kurdan dê bihêlin li ser wan lîstik werin lîstin.