Ji bo çareseriyê muxatabekî/ê wêrek lazim e

Di ser mutabakata Dolmabahçe ya 28’ê Sibata 2015’an de 9 sal derbas bûn. Beriya mutabakatê diyalog hebûn. Hevî û bendewariya aştî û demokrasiyê hebûn.

•
6 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
Ji bo çareseriyê muxatabekî/ê wêrek lazim e

Di ser mutabakata Dolmabahçe ya 28’ê Sibata 2015’an de 9 sal derbas bûn. Beriya mutabakatê diyalog hebûn. Hevî û bendewariya aştî û demokrasiyê hebûn. Lê piştî Erdogan maseya protokole red kir, şer pêş ket, kuştin, girtin zêde bûn û qeyrana aborî kûr bû. Hêvî û bawerî her ku diçin pûç dibin. Têkildarî Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Îbrahîm Bîlmez pirsên rojnameya me bersivandin. Pirs û bersîv wina ne:

Beriya mutabakata Dolmabahçe ya 28’ê Sibatê pêvajoyek çawa li Tirkiyeyê hebû. Di aliyê siyasî, civakî û aborî de rewş çibû?

Di pêvajoya beriya Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an de gelek tişt pêş ketin. Birêz Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Birêz Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Dewleta tirk jî baş dizane ku gelê kurd Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî dibîne û qebûl dike. Gelek caran ev helwest nîşan da. Bi qasî 10 milyon kurd îmze dan û di daxwaznameyande got ‘Ez Birêz Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl dikim’. Ev îmze li noterê tastîq kirin û ji Konseya Ewropayê re şandin. Ji ber vê yekê Ocalan xwedî hêz û samimiyet e ku pirsgirêka kurd çareser bike. Aktorekî pir girîng e. Dewlet jî vê rastiyê wisa dizane. Rayedarên dewletê piştî 1999’an bi Ocalan re li pişt deriyan gelek hevdîtin kirin. Li ser navê dewletê gelek heyet çûn bi muwekilên me re hevdîtin kirin.

Piştre di navbera dewletê û rêxistina PKK’ê de jî li Osloyê hin hevdîtin hatin kirin. Ji bo çareseriyê hin diyalog pêş xistin. Ev hevdîtin bi agahiya Birêz Ocalan pêk hatin. Piştî heyetên dewletê bi Ocalan re hevdîtin kirin, ev hevdîtina Osloyê pêk hat. Dem em ketin sala 2011’an jî hikûmeta AKP’ê, îktîdar bi Cemaeta Gulen re parve dikir. Wê demê bloka îktîdarê hebû. AKP’ê beşa girîng a darazê teslîmî cemaetê kiribû. Di 2011’an de ji ber ku pêvajoya Oslo xera bû, di navbera rêxistina PKK’ê û artêşê de şerê pir dijwar dest pê kiribû. Leşker, polîs, gerîla û sivîl dihatin kuştin. Siyasetmedarên kurd dihatin girtin. Însanên ku di sazî û rêxistinên civakî yên kurdan de cih digirtin, di bin navê operasyonên KCK’ê de dihatin girtin. Parêzer, rojnamgere, mamoste, bijîşk, karmend, jin, ciwan, bi hezaran kes hatin girtin. Lê diyar dibû ku ev pêvajo heta dawî wisa nameşe. Ji ber vê yekê dîsa bi Ocalan re pêvajoyek nû hat destpêkirin. Di 3’yê çileyê 2013’an de heyeta ku di nav de Ahmet Turk û Ayla Akat Ata jî hebûn çûn Îmraliyê. Bi vê heyetê re pêvajoya ku hikûmetê jêre digot ‘Pêvajoya çareseriyê’ hat destpêkirin.

Lê ev tenê bi diyalogê sînorkirî ma. Lê Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê lûtkeya vê pêvajoya diyalogê bû. Her çend bi diyalogê bi sînor ma jî pêvajoya di navbera 2013 û 28’ê sibata 2015’an de, ji bo gelên Tirkiyeyê bû salên hêviya herî mezin. Hemû kesan bi hêviyek mezin û xweş li siberojê dinerî. Bi her awayî welat ber bi başiyê ve diçû. Gelên kurd, tirk, ereb, elewî, sunî û çerkes û hemû kesan xwe bihevî û kêfxweş hîs dikir. Li hemberî vê pêvajoya diyalog û çareseriyê dijberî û nerazibûnek jî tune bû. Qiyamet jî ranebû. Pêvajoyek erênî bû. Peyamên Ocalan di Newrozê de dihat xwendin. Hemû qanalên nûçeyan ên mezin ên Tirkiyeyê ev peyamên Ocalan ên di Newrozê de zindî bi raya giştî re parve dikir. Heta hat pêvajoya Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an, rewşek pir erênî û baş hebû.

Abdullah Ocalan di şertên tercîdê de hêza xwe ya berxwedanê ji ku digire?

Di pêvajoyê de, bûm xwedî şensa ku bi dehan caran bi Birêz Ocalan re hevdîtinan bikim. Birêz Abdullah Ocalan di şertên herî giran ên tecrîdê de dijî. Tenê sedemek têkoşîn û berxwedana Ocalan a li dijî van şertan hebû. Sedema berxwedana Ocalan a di van şertên herî giran de ew e ku; dixwaze pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bike ye. Ji bo vê armanca xwe di van şertên herî giran de jiya, dijî, têkoşiya, têdikoşe û li ber xwe dide. Ji bo çareseriyê gelek hewl da. Wî bi xwe jî car caran ji me re digot; “Di vê menzela biçûk, kûrû tarî de tu wateya ez bijîm tune ye. Lê tenê armancek min a jiyanê heye. Ez dixwazim vê meseleyê bi awayekî serkeftî û aştiyane çareser bikim. Ji bo çareseriyê pir têkoşiya. Hewl da her firsetan bikar bîne û encamê bigire. Peyam ji dewletê re şandin. Bi dehan caran aşkera kir ku ev pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyê tê çareserkirin. Di pêvajoyê de bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê vegot û parve kir. Mînakên çareseriyê yên li cîhanê lêkolîn kir, xwend. Şertên xweser û taybet ên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber çavan girt. Li gorî van şertan gelek formulên cuda amade kir. Ev rêbazên çareseriyê pêşkêşî hikûmet, dewlet, tevgera gelê kurd kir. Dema ev rê û rêbaz pêşkêşî hikûmet,dewlet û gelê kurd kir, tu carî dest ji têkoşînê berneda. Her çend hevdîtinên li pişt deriyên girtî pêk anîn û encam negirt jî dîsa têkoşîna xwe ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane berdewam kir. Ocalan ji bo dîsa dewletê li ser maseyê bide rûniştandin ked da. Aşkera digot ‘Ez xwe li hemberî her zindiyekî-ê kudimire xwe berpirsiyar hîs dikim û dibinim.’ Digot dawiya dawî ez dizanim ku ev pirsgirêk dê bi rêya diyalog û aştiyane bê çareserkirin. Ocalan bi dehan caran pêşniyara “Aqilmendan” kir. Hewl da pêvajoya diyalogê pêş bikeve. Xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin. Xwest pênaseya hemwelatîbûnê jinûve bê kirin û hemwelatîbûna demokratîk pêş bikeve. Pêşniyar dikir ku parastina rêxistinên civakî û azadiya fikr û ramanê mîsoger bibin. Ji bo çareseriyê gelek pêşniyar kirin. Ji bo çareseriyê mînakên gelek welatan lêkolîn kir û xwest li gorî van mînakên ku karibin çareser bikin pratîkê pêş bixe. Ji bo vê yekê risk jî girt ser xwe. Bi dehan caran bang li PKK’ê kir û PKK’ê jî guh da van bangan û li gorî banga Ocalan tev geriya. Bang li PKK’ê kir ku derkeve dervê sînorê Tirkiyeyê. PKK’ê li gorî vê bangê gav avêt. Mirov dikare mînakên Ocalan ên ji bo çareseriyê zêde bike. Ji bo dewleta Tirkiyeyê bîne xeta aştî û çareseriyê, ji bo civaka tirk, kurd, ereb, çerkes û pêkhateyên din aram bike