Hişê bêçare
Ka em hinekî bi hev re temaşeyî hişê xwe bikin û di hundirê wê de çi tevger dike çi tê jiyîn em bibînin.
Ka em hinekî bi hev re temaşeyî hişê xwe bikin û di hundirê wê de çi tevger dike çi tê jiyîn em bibînin. Em her tim dixwazin di nava civakan de guhertinan bidin kirin, bi rêya hilbijartinan, partiyan, kesan, saziyan û hwd. lê heya niha guhertinekî diyar û berçav xuya nake. Hîna bêedaletî, kuştin, şer, zordarî, bêmafî li holê ye. Evqas xwesteka guhertinê heye lê dîsan jî jiyan ji dobarekirinekê wêdetir naçe. Ev guhertin wê girêdayî demê be, bi demê re wê were çareserkirin, bi demên ku ji me re diyarkirin, ji filan dîrokê heya filan dîrokê wê tiştek bibe û herkes bigihîje azadiya xwe, hertim kar tînin û dubare dikin van gotinan. Wê demê ma gelo azadî ji aliyê kesên din ve ji me re tê dayîn? Her yek ji me dixwaze di hundirê xwe de jî guhertinan bide çêkirin. Mirov çiqas jîr, bibaldar, şiyar û jidil be wê ewqasî guhertinên were kirin ferq bike. Pêkhateya hişê me ji tiştên me tê de çandine pêk tê. Em di wî erazî de çi biçînin em ê berhemê wê rakin. Gelo pêkhateya me ji aliyê dendikên kê ve


