Hevserokê KNK’ê Karamus: PDK’ê tu caran daxwaza hevdîtinê qebûl nekiriye

Heyeta KNK’ê di navbera 7 û 19’ê tîrmehê de li dijî êrîşên dagirkeriyên yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, ji bo nîşandana helwesteke hevpar li Hewler û Silêmaniye têkiliyên dîplomatîk pêk...

•
7 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
Hevserokê KNK’ê Karamus: PDK’ê tu caran daxwaza hevdîtinê qebûl nekiriye

Heyeta KNK’ê di navbera 7 û 19’ê tîrmehê de li dijî êrîşên dagirkeriyên yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, ji bo nîşandana helwesteke hevpar li Hewler û Silêmaniye têkiliyên dîplomatîk pêk anîn. Dîsa bi boneya amedekariya Konferansa Neteweyî û şopandina doza kuştina endamê KNK Denîz Cevdet bişopîne çûn gelek hevdîtin kirin. Şandeya KNK’ê di serdana başûr de serdana navenda Tevgera Azadî ya li Silêmaniyê, Tevgera Goran û Waliyê Silêmaniyê kir. Piştî serdana şandeya KNK’ê ya li Başûr Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs pirsên rojnameya me bersivand.

Di serî de tu dikare qala armanca çûyîna Başûr bikî? Armanca we ya serdana Başûr çi bû?

Em di navbera 7-19’ê tîrmehê de çûn Başûr. Serdana me nêzî 2 hefteyan berdewam kir. Serdana me vê carê bi mijarên taybet bû. Mijara sereke ji bo dagirkirina dewleta tirk a başûrê Kurdistanê û amadekariyên êrîşên berfireh dike bû. Mijara duyemîn ji bo darizandina qatilê endamê KNK’ê bû. Di 2023’yan de êrîşî nûnertiya KNK’ê kiribû. Di êrîşê de berpirsiyarê ofîsa me ya KNK’ê Denîz Cevdet şehit kiribûn. Danişîna dozê dest pê kiribû. Mijara sêyemîn jî ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ye. Di hemû xebat, dan û stendin û hevdîtinên me de Yekîtiya Neteweyî mijara esasî ye. Lê vê carê di vê serdanê û dan û stendinê de mijarak Konferansa Neteweyî bû. Em plan dikin ku Konferansa Kurdistanî pêk bînin. Yek ji biryara peymana Konferansa Lozanê ku di 2023’yan de pêk hatibû de hatibû xwestin ku Yekîtiya Neteweyî her dem di rojevê de be. Di konferansê de biryar hatibû girtin ku Konferansa Kurdistanî bê lidarxistin. Li ser wê biryarê em amadekariya Konferanseke Kurdistanî dikin.

Di vê pêvajoyê de we bi kê re hevdîtin kir. Di van hevdîtinan de çi hatin hiqaşkirin?

Muxatabê hevdîtinên me bê şik û guman, partî, rêxistin û saziyên sivîl û kesayetên pêşeng ên çar parçeyên Kurdistanê ne. Pêkhateyên li Kurdistanê dijîn jî di nava muxatabên me de ne. Em bi hestekî neteweyî û kurdistanî tev digerin. Di nava serdanên me de suryanî, aşûrî, keldanî û hemû pêkhateyên ku em karibin li gel wan dan û stendinê bikin jî hebûn. Lê sereke partî û rêxistinên kurdistanî, kesayet û civakên kurdistanî bûn. Di van 2 hefteyên em li Başûr bûn, me çend rêxistin nedît. Yek ji wan Partiya Demokratên Kurdistan (PDK) bû. Ew ji xwe heta niha du carî daxwaza hevdîtinên me qebûl nekiriye û qebûl nake. An jî naxwaze di asta niştimanî û neteweyî de bi me re dan û stendinê bike. Ji bilî wê me li gel û hemû partî û rêxistinên din hevdîtin kir. Di nava wan de partî û rêxistinên rojhilatî jî hebûn. Ji xeynî Başûr dan û stendinên me bi berfirehî li qada dîasporayê jî pêk tê. Li çi cih û warên ku partî û saziyên kurdan lê hebe em li gel wan jî hevdîtin dikin. Armanca me ew e ku em li ser 5 beşên Kurdistanê ku hêjmareke mezin li dîasporayê ye, yekîtiyekê ava bikin. Tê gotin ku nêzî 3-4 milyon kurd li dervê welat dijîn. Di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn geşedanên siyasî pêş dikevin, pêwistiyek pir girîn bi yek rêzî û yekîtiya neteweyî heye.

Hewldanên dewleta tirk çine?

Hewldanên dagirkirina dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê li gorî nirxandinên me, dewleta dagirker, bi formeke fermî peyman li gel hikûmeta Federe ya Iraqê çêkir. Tê qenetkirin ku, ji bo têkbirina destkeftî û serkeftinên kurd ev peyman îmze kirine. Di demên dawî de dixwaze li gel hikûmeta Baas a Sûriyeyê jî dan û stendinê bike. Ev tê wateya ku hewldanên dagirkirin û êrîşên dewleta tirk li gorî yên berê cuda ye. Berê dewleta tirk çi operasyon pêk dianî, navek li wê operasyonê dikir. Pençe, Çelîk, Mûrad û gelek navên din li wan dikir. Navên ku li operasyonan kiribûn nehiştibûn. Vê carê nav li oprasyona xwe nekirine. Dixwazin bi dagirkirinê herêmê têxin bin kontrola xwe. Dixwazin îlhak bikin. Armanc dike ku beşek mezin a başûrê Kurdistanê û tevahiya Rojava têxe nava sînorên Mîsak-î Mîllî. An jî ew sînorên ku ew nav lê dikin Ahdî Mîllî. Dibêjin me ev ji aliyê zagonî û ji aliyê meşrûtiyeteke fermî li gorî peymanên navdewletî peyda kiriye. Ji ber vê yekê ev êrîş û hewldanên dawî ku tang, top û leşkeran dişînin herêmê, amadekariyên cuda dikin. Dixwazin herêmê dagir bikin. Çawa ku di sala 1974’an de Tirkiyeyê Kibris dagir kir û 50 salin Kibrisa Bakur di kontrola Tirkiyeyê de ye, dixwazin Başûr jî wisa dagir bikin. Eger îro em li ser rewş û derfetên kurdan nirxandinekê bikin, derfet û hêza kurdan heye. Kurdan êdî xwe bi rêxistin kirine. Zane ne. Heta astekê dan û stendinên navdewletî hene. Dostên kurdan jî hene. Tişta herî girîng û kêmasiya mezin kurd ligel hevdû, di asta parastina berjewendiyên neteweyî de diyalog, dan û stendinek pêk neanîne. An jî stratejiyeke muşterek pêk nehatiye. Em di vê amadekariya xwe ya Konferansa Neteweyî û kurdistanî dikin de girîngiyek mezin didinê. Amadekariyek û xebatek berfireh em dikin. Dan û standinek berfireh em dikin. Em bi hêvî ne ku ev ê bi ser bikeve. Ji bo vê armancê me li gel hemû beş û pêkhateyan dan û stendin kir.

Ez dixwazim bi çend gotinan balê bikişînim ser helwestên partî û rêxistinên ku me bi wan re hevdîtin kir. Çi di asta dagirkerî, metirsîdarî û gefên li ser berjewendiyên kurd, çi jî pêwistiya yekrêziya tevgera siyasiya kurd û neteweya kurd, hemû aliyên ku me bi wan re hevdîtin kir, helwesteke erênî nîşan dan. Helwesteke erênî hebû. Diyar kirin ku pêwistî heye. Em bi hevî ne ku ev xebata em amadekariya wê dikin, dê vê carê encamek baş bide.

Hûn beşdarî danişîna kujerê Denîz Cevdet bûn. Helwesta dadgehê çi bû?

Mijara din a armanca hevdîtina me, me xwest êrîşa li ser barageha me ya KNK’ê di cih de bişopînin. Ne qatilek bi tenê ev êrîş pêk aniye. Komek e. Li gorî agahiyên gihiştine me û em pê serxewtin, yekser dewleta tirk û MÎT li pişt vê komkujiyê ne. Delîl di vî warî de ne. Li gorî agahiyan qatil perspektif ji MÎT’ê girtiye. Armanca vê êrîşa li dijî barageha KNK’ê ya ne tekakesî ye. Ji ber ku ev barageha KNK’ê nûnertiya çar parçeyên Kurdistanê dike. Armanc ne ferdekî bike hedef. Li gorî qeneata me armanca vêêrîşa li dijî KNK’ê, êrîşa li ser çar parçeyên Kurdistanê ye. Ev êrîş li ser destkeftin û hebûna gelê kurd e. Ji ber vê yekê em vê êrîşê pir girîng dibînin. Di vê qonaxê de metirsîdariyek me heye. Ev darizandina kujer li Hewlerê pêk tê. Dixwazim hinek agahî bidim. Di rûniştina ewil di 10’ê tîrmehê de pêk hat. Şandeyek parêzerên navdewletî ku ji Amarîka, Fînlandiya û Îngîltere hebûn. Ez bi xwe wekî hevserokê KNK’ê beşdar bûm. Lê gelek mixabin, heyeta dadgehê di destpêkê de ji bo hemû sazî û kesayetên ku dixwestin dozê bişopînin bêrêziyek mezin kir. Heyetê bêyî ku rûniştin (celse) dest pê bike gotin me celse taloq kir, ji ber parêzerê bersûc tune ye. 5 roj şûnde taloq kirin. Disa em heman şande beşdarî danişînê bûn. Dîsa rûniştin pêk nehat û taloq kirin. Ji ber vê yekê me pêdivî dît ku em bertek û nerazibûnên xwe li dijî heyeta dadgehê nişan bidin. Min bi xwe li gel saziya parastina mafên mirovan û dayik û bavê Şehîd Denîz Cevdet, li gel heyeta dadgehê dan û stendin kir. Heyetê tu tişte