Gelê cîhanê Rêber Apo dixwîne

Dostên gelê kurd pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan dest pê kir, di hefteya mafên mirovan de bi xwendina pirtûkên...

•
4 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
Gelê cîhanê Rêber Apo dixwîne

Dostên gelê kurd pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan dest pê kir, di hefteya mafên mirovan de bi xwendina pirtûkên Rêber Ocalan berdewam dike. Gelê Cîhanê bi xwendina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li fikr û paradîgmaya Modernîteya Demokratîk xwedî derdikevin. Rojnamevan Sefkan Kobanê têkildarî pêngavê pirsên Rojnameya me bersivandin. Pirs û bersivên me wiha ne:

Hûn vê hamleya ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan dest pê kir, çawa şirove dikin. Armanca hamleyê çi ye? Hûn dikarin piçekî qala armanca pêngavê bikin. Abdullah Ocalan ji bo cîhanê çima girîng e?

Di 10’ê Cotmehê de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ji aliyê dostên kurdan ve li 74 navendan pêngava azadiya Rêbertiyê hat destpêkirin. Ev hamle nû bû. Pir bi berfihehî dest pê kir. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 33 meh in agahi nayê girtin. 25 sal in dîl hatiye girtin. Dikeve sala 26’an. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd aktorekî sereke ye. Ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, ji bo hemû pirsgirêkên civakê, gelê kurd, tirk û hemû cîhanê, siyasetmedar, fîlozof, dîroknas, civaknas, aktor û rêberekî pir mezin e. Pirsgirêka kurd 100 sal in bi politîkayên înkar û îmhayê re rû bi rû maye. Ji Peymana Lozanê heta niha 100 sal in hewl dan pirsgirêka kurd bi polîtîkayên înkar û îmhayê ji hoê rakin. Bi rêbazên tunekirin, kuştin îmhayê xwestin çareser bikin. Meseleya kurd ne tenê li bakurê Kurdistanê, li Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr li çar parçeyan wekî pirsgirêk hatiye dîtin. Neteweyên van çar parçeyan hebûna kurdan ji bo xwe pirsgirêk dîtiye. Di serdema şerê cîhanê yê yekemîn de nakokiyên gelê kurd û ereb mezin kirine û ji bo xwe wekî amûr bikar anîne. Li ser nakokiyên kurd û ereban, kurd û tirkan polîtîka şer pêş xistine.

Gelê kurd îro bi paradîgmaya Abdullah Ucalan hatiye asteke ku pêşengiyê ji gelan re bike, hûn vê yekç çawa dinirxînin?

Îro netewe dewlet ji bo xwe ji qeyrana heyî rizgar bike, çareseriyê di mezinkirina nakokiyan de dibine. Li dijî van polîtîkiyên di 10’ê Cotmehê de dostên kurdan li 74 navendan pêngava azadiyê dan destpêkirin. Çareserî çi ye? Çareserî, naskirina pirsgirêka kurd e. Naskirina Statuya gelê kurd û azadiya gelê kurd e. Piştî têkoşîna tevgera azadiyê ya 50 salan, gelê kurd êdî li cîhanê tê naskirin. Bi têkoşîna Rêber Apo û felsefeya Rêber Apo êdî kes nikare gelê kurd înkar bike. Êdî kes nikare rastiya kurdan a di dîrokê de, nasname, ziman û çanda wan înkar bike. Piştî Rêber Ocalan dîl hat girtin dem bi dem hevdîtin pêre hatin kirin. Di van hevdîtinan de her dem Rêber Ocalan fikrên xwe yên ji bo azadî û çareseriyê parve kirin. Rêber Apo ji sala 1993’an heta niha ji bo aştî û çareseriya demokratîk dem bi dem rêbazên çareseriyê pêş xist. Her tim xwest pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin. Niha jî ji bo vê yekê ji aliyê gelê kurd û dostên kurdan têkoşînek bêhempa hatiye destpêkirin. Dostê kurdan li cîhanê berfireh bûne. Ev pêngav ji aliyê dostên kurdan li 74 navendan û 100 cihan ji bo azadiya gelê kurd û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi awayekî kurewî û gerdûnî dest pê kir. Li gelek navendan daxuyanî hat dayîn. Li Asyaya Navîn li Hîndistanê, li hemû welatên cîhanê gelên ji bo azadiyê têdikoşin tev li pêngavê bûn û piştgirî dan pêngavê. Nûner û rêxistinên ekolojî, mafên mirovan, femînîst, rêxistinên jinan û gelek sazî û rêxistinên civakî tev li vê hamleyê bûn û piştgirî dan hamleyê. Hemû kesên enternasyonalîst ku tev li pêngavê bûn ji Rêber Apo re azadiyê dixwazin. Ev pêngav ji bo azadiya Rêber Apo û gelê cîhanê pêngavek gelek mezin e. Ev nîşan dide ku pirsgirêka kurd êdî kurewî û cîhanî ye. Em dibînin ku xwedîderketin jî êdî kurewî û cîhanî ye. Îro li cîhanê şerê cîhanê yê sêyemîn didome. Li Rojhilata Navîn qeyran heye. Li Tirkiyeyê qeyranek pir mezin heye. Ji bo çareseriya van qeyranan azadiya Rêber Ocalan pir girîng e. Ji bo vê