Erdogan sûcê şer dike
Dewleta tirk ji 23’yê kanûnê vir ve li dijî gund, navend, kargeh û nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne.

Dewleta tirk ji 23’yê kanûnê vir ve li dijî gund, navend, kargeh û nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku di van êrîşan de 8 sivîl hatin qetilkirin û herî kêm 18 kes jî birîndar bûne. Hevseroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava pirsên Rojnameya Xwebûnê bersivand.
Çi bû sedem ku Tirkiye êrîşî gelek navendan bike. Çima êrîşî nexweşxane û cihê xizmetê dike?
Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha dewleta tirk êrîşên li ser Rojava didomîne. Gelek herêmên wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û bajarên li ser axa Sûriyeyê dagir kirine. Dixwaze gelek xewn û xeyalên xwe li ser gelan pêk bîne. Dixwaze axa xwe fireh bike. Dema em dîroka dewleta tirk bixwînin, em ê fam bikin ku çawa xwe ava kiriye. Em dibînin ku xwe li ser qirkirin û tunekirina gelek gelan ava kiriye. Li ser gelê kurd, suryan, ermen, ereb û gelên din komkujî pêkanîne. Em li dîrokê dinerin, em dibînin ku bi rengekî hovane û qirêj ax bi dest xistine û dagir kirine. Bi hezaran bi milyonan qel qetil kirine. Bi vê hişmenî û nêzîkatiyê heta niha xwe fireh kiriye û li ser vê axê mayînde kiriye. Ji bo vê yekê jî di 24’ê kanûnê de bi pêlek nû dest bi êrîşan kir. Bi balafirên şer û balafirên bêmirov, dîsa bi teknîka xwe ya herî pêşketî êrîşî axa Rojava dikin. Di carên dawî de bi taybetî êrîşî cihên taybet û cihên xizmetkariyê kirin. Sivîlan dikin armanc. Vê carê gelek kargeh, çapxane, garaja erebeyan, nexweşxane bax û bostan, zevî, bendên kontrolê, hêzên ewlekariya hundirîn, depoyên genim kirin hedef. Depoyên zeytûn û zeytê, cihên xizmeta civakî kirin hedef. Heta niha jî êrîş didomin. Di êrîşan de kes 8 şehîd bûn û 18 kes jî birîndar bûn. Niha birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin. Seranserî sînor ji Dêrikê heta Kobanê û Şehbayê êrîş heta vê kêliyê jî (27’ê Kanûnê) didomin. Armanca van êrîşan diyar in. Armanca van êrîşan qirkirina gelê kurd e. Qirkirina gelê herêmê ye. Dixwazin gelên herêmê dest ji axa xwe berdin. Dixwazin gel bitirsînin û gel li dijî rêveberiya xweser derxin. Beriya wê jî gelek komplo li dijî herêmê çêkirin. Beriya bûyera ku li Dêrazorê pêk hat. Her tim dixwazin tevlihevî û aloziyê derxin.
Dixwazin gelên li herêmê bi hev re dijîn bînin beramberî hev. Bi taybet dixwaze gelê kurd û ereb bîne beramberî hev. Di encamê de rêveberî bi vîna gelan hatiye avakirin. Hemû gel û bawerî di vê rêveberiyê de cihê xwe digirin. Gel xwe bi xwe vîna xwe îdare dike. Xwe bi rê ve dibe. Pergalên hegomonîk û desthilatdar, her tim xwe li ser civakên lawaz ava dikin, mayînde dikin û xurt dikin. Çiqas civak lawaz be, pergal dê ew qas xurt be. Çiqas civak belavbûyî be, pergal dê ew qasî bi hêz be. Çiqas di nava civakê de şer û kaos hebe, ew ê ew qas xurt bin. Dewlet û pergalên desthilatdar her tim ji civakên bi rêxistin ditirsin. Loma jî bi gelek êrîşan dixwaze vê rêxistina ku me li herêmê ava kiriye lawaz bike. Dixwazin vê rêxistinaxweser belav bikin. Bi rêya derbaskirina madeyên hişbir-tiryakê, bi rêya derbaskirina şebaketên projê dixwazin rêveberiyê lawaz bikin. Bi taybetî jinan dikin hedef. Ji ber ku yên pêşengtiya rêxistinkirina civakê dikin jin in. Ji bo wê jî ewil êrîşî jinan dikin. Dizanin ku projeyên jin pêş bixin ne li gorî berjewendî, plan û projeyên pergalê ye. Ji ber vê yekê êrîşî jinan dikin. Êrîşî projeyên jinan dikin. Dewlet û hêzên hegomonîk dixwazin li gorî berjewendiyên xwe pergalê ava bikin. Dixwazin projeyên xwe li herêmê texin meriyetê. Yên li hemberî projeyên wan dibin asteng bi hemû rêbazan êrîşî wan dikin. Îro ji ber ku Rêveberiya Xweser li dijî projeyên wan dibe asteng êrîşî rêveberiya xweser dikin. Ji bo wan ne pirsgirêk e ku însan bên kuştin. Ji bo wan ne pirsgirêk e ku ziman, çand, civak û netewe ji holê bên rakirin. Ji bo plan û projeyên xwe li herêmê têxin meriyetê, li dijî projeyên wan çi asteng be êrîş dikin û vê êrîşê rewa dikin. Ji bo wan ne xem e. Îro dewleta tirk bi van êrîşan


