Du minafiq: Hamas û HUDAPAR

Rojhilata Navîn bi gurbûna şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de careke din veguherî gulokeke agir.

•
1 deqe xwendin
•Zinar Ronî
Du minafiq: Hamas û HUDAPAR

Rojhilata Navîn bi gurbûna şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de careke din veguherî gulokeke agir. Di 7’ê cotmehê de hêzên leşkerî yên girêdayî Hamasê (tugayên Îzzetîn El-Qassam) operasyoneke bi navê ‘Tofana Aksê’ dane destpêkirin. Di destpêka operasyonê de bi hezaran roket, mûşek û hawan avêtin bajarên Îsrîalê. Di encama operasyonê de di nav çend saetan de jin, zarok, leşker, polîs zêdetirî hezar kes hatin kuştin bi hezaran kes brîndar bûn û bi sedan kes jî dîl hatin girtin. Dîmenên kuştina jin, zarok ango sivîlan wehşeta hatî kirin radixist ber çavan. Heta niha Îsraîl zilm li ser gelê Filistînê dimeşand. Lê bi vê operasyona dawî wehşeta hêzên Hamasê ne kêmî ya hêzên Îsraîlê bû. Lewma Îsraîlê di êrîşa li ser Gazeyê de piştgiriya hema bêje hemû hêzên mezin ên cîhanê stand. Piştî operasyona Hamasê, Îsraîlê jî dest bi êrîşên tund kir. Heya niha bi hezaran filistînî hatin kuştin û bi sedhezaran jî dev ji cihê xwe berdan. Ji her derî bertekên piştgirî û şermezarkirinê bilind bûn. Yek ji van