Du dîmen û bîra civakî

Ji ber ku teknîk zêde tê bikaranîn; bûyer û geşedanên di vê serdemê de pêk tên, rojevê zû diguherînin. Mirov nikarin bi awayekî berfireh li ser van bûyer û geşedanan serê xwe biêşînin.

•
1 deqe xwendin
•Hisên Çatikkaş

Ji ber ku teknîk zêde tê bikaranîn; bûyer û geşedanên di vê serdemê de pêk tên, rojevê zû diguherînin. Mirov nikarin bi awayekî berfireh li ser van bûyer û geşedanan serê xwe biêşînin. Lewra di heman lezûbezê de jî ev bûyer û geşedan tên jibîrkirin. Teknîk di pêşiya avakirina bîra civakê de astengiyeke mezin e, ji ber ku teknîk nahêle civak van bûyer û geşedanan li hişê xwe tomar bike, bîra civakê jî ava nabe. Helbet ev bûyer û geşedan li nav teknîkê û bi amûrên teknîkî tên tomarkirin lê ev di pêşiya hişê/bîra kolektîf de asteng in. Nefikirîna mirovahiyê ya li ser bûyer û geşedanan, zêdebûna bûyer û geşedanên bi heman awayî, pêşketina jiyana takekesî ya pergala kapîtalîst hevalbendên teknîkê ne ku di pêşiya avakirina bîra civakî de astengiyan ava dikin. Li ser meseleyê erdheja beriya du mehan cihê xwe hişt ji hilbijartina piştî du mehan re. Nexweşiya koronayê cihê xwe hişt ji şerê navbera Ûkrayna-Rûsyayê re. Meriv dikare mînakên bi vî awayî zêde bike lê ev mînak bîra civakî ava nakin.