Çîroka wêneyan: Azadî yan jî bindestî

Carinan hinek dîmen û wêne derdikevin pêşiya mirovahiyê bi salan ji hiş û mejiyê mirovan dernakevin. Piranî dîmen û wêneyên bi vî awayî bandorê li mirovan dikin tijî êş, xemgînî û zordarî ne.

•
1 deqe xwendin
•Hisên Çatikkaş
Çîroka wêneyan: Azadî yan jî bindestî

Carinan hinek dîmen û wêne derdikevin pêşiya mirovahiyê bi salan ji hiş û mejiyê mirovan dernakevin. Piranî dîmen û wêneyên bi vî awayî bandorê li mirovan dikin tijî êş, xemgînî û zordarî ne. Lê belê carinan jî bêhna berxwedan, serhildan û serkeftinê ji wan dîmen û wêneyan dibare. Dîmen û wêneyên di encama şer û serhildanan de derdikevin dibin sembola wan jî. Li ser meselê tabloya Picasso ya bi navê Guernica bû sembola şerê naxweyî yê li Îspanyayê. Piştî bombebarana Naziyan, Picasso ji bo faşîzma Naziyan şênber bike Guernicayê çêdike. Werhesil dîmen û wêneyên bi vî awayî pir hene. Dibe ku heta niha wênesazeke/î faşîzma dewletên dagirkerên Kurdistanê şênber bike û dane berçavan derneketibe, lê her roj zilm û faşîzma dagirkeran dikeve ber objektîvên kamerayan. Ji Helebceyê heta roja îro bi hezaran dîmen û wêne hene ku komkujiyên dagirkeran berbiçav dikin. Bi hezaran dîmen û wêne hene ku bêwijdanî, bêexlaqî, zilm û zordariya li ser welatê me tê meşandin şênber û berbiçav dikin. Ev dîmen