Elîxan Loran

Elîxan Loran

Nivîskar
Fikara Tesîrstendinê
Nivîskar

Fikara Tesîrstendinê

Dema ku nivîskar di bin siya navên giran ên beriya xwe de bimîne, têkeve fikaran ku ew tiştên ku yên beriya xwe dubare dike, ev tişt li ser nivîskarên nû zexteke psîkolojîk çêdike.

10 Cotmeh 2026
Li benda wan
Nivîskar

Li benda wan

Ew wêneyên we yên di çarçoveyan de her yek kulîlkek bû, me bi nihêrtinê bêhn kir û em derbasî ber weynekî din bûn, me ew bêhn û silava ji weyneyekî  stendibû, teslîmî weyneyekî din kir.

24 Îlon 2026
Şer, aştî û çend gotin
Nivîskar

Şer, aştî û çend gotin

Ne bi gulekê re bihar tê û ne jî bi sekinandina şer re wê her tişt di cih de çareser bibe; lê di heman demê de divê mirov ji bîr neke kulîlka berfînê ku berfê qul dike û serî hildide, dibe mizgîniya biharê.

10 Îlon 2026
Endustriya çandê û muzîka kurdî
Nivîskar

Endustriya çandê û muzîka kurdî

Çima û çawa xweseriya berheman kêmtir dibe û  berhem hemû dişibin hev. Berhemên ku mirov dibêje qey ji hev cihê ne jî, tê dîtin ku ji heman qalibî derketine

28 Tebax 2026
Gor, kêlik û barana reş
Nivîskar

Gor, kêlik û barana reş

Li hemberî bêhêvîtiyê giran û jixwebawer tevdigerin. Di wêne de bi tenê qehremanek, pêşengek tune ye, sê fîgur hene, her sê jî qehreman in, dimeşin û tevdigerin.

16 Tebax 2026
Çar piştên birîndar
Nivîskar

Çar piştên birîndar

Ji Peterê di salên 1860î de heta, ‘Ez pişteke birîndar im’ a di salên 1994an de û heta ‘ pişta dayika min bûye xerîte, şûna qemçîyên nevîçirkên Jontirkan’ her tim ev pişt birîndar bû

31 Tîrmeh 2026
Berfirehkirina ziman
Nivîskar

Berfirehkirina ziman

Ziman ne bi tenê amûrek e ku tiştekî bigihîne cihekî din. Ziman ew zemîna piralî ye ku fikir tê de zîl dide, rastî di wateyê de şênber dibe, feraset û hişmendiya mirovî lê geş dibe.

10 Tîrmeh 2026
Hêkên pepûkê
Nivîskar

Hêkên pepûkê

Li hin qadên wekî medya û hunerê binihêrin, hun ê bibînin ku nêrînên mêtinger û dagirker bi rêyên medya û hunerê hewl dane wekî meseleya hêkên pepûkê çanda gelê kurd xerab bikin

26 Hezîran 2026
Helbesta berxwedêr
Nivîskar

Helbesta berxwedêr

Qonaxên dîrokî û tiştên hatine serê civakan yek bin û bişibin hev jî; divê hunera wan gelan jî xwe bigihînin hev, ji tecrûbeyên hev sûdê werbigirin, agirê berxwedana xwe bi helbest, stran û awazên xwe geştir bikin.

12 Hezîran 2026
Helbest bi kêrî çi tê?
Nivîskar

Helbest bi kêrî çi tê?

Dema mirovên pêşîn xwestin bûyeran bi alavên hêza xwezayê, Xweda, ruh û hebûnên pîroz zelal bikin; bingeha mîtolojiyê danîn ku mirov dikare bibêje mîtolojî helbestên pêşîn in.

30 Gulan 2026
Nivîsandina bi zimanekî din
Nivîskar

Nivîsandina bi zimanekî din

Ji bo kurdan nivîsandina bi zimanekî din pirek bû ku gelê kurd bikaribe hawara xwe bigîhine cihekî, tunelek bû ku bikaribe ji wê derê daxwaz û peyama xwe bigihîne gelek cih û koman.

9 Gulan 2026
Di helbestê de Şêx, di helwestê de Xocê Xizir
Nivîskar

Di helbestê de Şêx, di helwestê de Xocê Xizir

Bi vegotin û giraniya xwe jî tîr bû. Ji ber vê tîrbûna xwe bêyî ku ji kesekî, tiştekî, komekê û hêzekê destûrê werbigire; hemû kesan bi yekdengî li hev kir ku Ehmed Huseynî  Şêxê helbestê ye.

23 Nîsan 2026
Hunereke Ne-Newtonî
Nivîskar

Hunereke Ne-Newtonî

Nivîskarên ku ji dêvila zimanê gelê xwe û bi zimanê mêtinger, dagirker û ‘pispor’ên wêjeyeke dîtir dinivîsin jî şîretan li wêjeya bi zimanê gelê te dikin. Di dawiya dawîn de, ev hemû, hewldan û derbên ji derve ne û di kategoriya ‘dermal’ê de ne.

5 Nîsan 2026
Çend rûyên asîmîlasyonê
Nivîskar

Çend rûyên asîmîlasyonê

Asîmîlasyon ne tenê wekî qelskirin û helandina ziman û çandê ye. Divê were zanîn ku ji danîna daran heta xwarin û vexwarinê ew her wekî qijnikan dixwaze xwînê bimije.

22 Sibat 2026
Li hemberî striyan strandina hêviyê
Nivîskar

Li hemberî striyan strandina hêviyê

Dayika Berfo jê re dibêje “Kulîlk hêviyê direşînin” û tekane rêya rizgariyê ji vê rewşê hêvî ye; ew jî qanih dibe ku bi netirsîna ji striyan û bi hêviyê ew dikarin ji vê rewşê rizgar bibin.

11 Sibat 2026
Kurdyantalîzm!
Nivîskar

Kurdyantalîzm!

Kurdbûna xav an jî ya ku bi genetîka wê hatiye lîstin, divê baş were nirxandin. Ji ber ku a niha li Rojhilata Navîn, kurdbûn ji nasnameyeke şexsî wêdetir, nasnameyeke kolektîf û îdeolojîk e.

28 Çile 2026