Gor, kêlik û barana reş
Li hemberî bêhêvîtiyê giran û jixwebawer tevdigerin. Di wêne de bi tenê qehremanek, pêşengek tune ye, sê fîgur hene, her sê jî qehreman in, dimeşin û tevdigerin.

Di 13ê tîrmeha 2021ê de di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de, li ser şoreşgerê mezin Mehmet Hayrî Dûrmûş ê ku di 14ê tîrmeha 1982yan de li Zindana Amedê tevî şoreşger û pêşengên mezin Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek dest bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin kiribû, bi navê ‘Em bi Hayrî serbilind in’ nûçeyek hatibû weşandin. Di nûçeyê de bi berfirehî qala gelek bîranîn, name û serpêhatiyên Mehmet Hayrî Dûrmûş tê kirin û hinek fotografên wî jî cara pêşîn hatin weşandin. Di nûçeyê de wêneyekî ku wî xêz kiriye jî tê pêşkêşkirin. Piştî 5 salan dema ku li ser medyaya dîjîtal ew wêne dîsa derkete pêşbêrî min, di kelekela havîna Amedê de di hişê min de rêzebirûskan veda.
Dema ku Serhildana Agiriyê (1926-1930) dîsa bi awayên hovane hatibû şikandin, di hejmara 19ê îlona 1930î ya rojnameya Cûmhûriyetê de wêneyek hatibû weşandin. Di wêne de li ser gorekê Agirî û li ser kêlika gorê jî “Kurdistana xeyalî li vir hatiye veşartin” hatibû nivîsandin. Dagirkeriya ku “Kurdistana xeyalî” veşartin haya wan ji gotina psîkanalîst Jacqûes Lacan tunebû ku digot, “Çi tişta ku bi qaîde û usûl neyê veşartin ew ê şeytanqûnî (li gorî baweriyên xurafeyî miriyên ku ji gora xwe radibin û digerin. Bi erebî gulyabanî, bi tirkî hortlak) bibe.
Ew serhildana ku li çiyayê Agiriyê ser wê hatibû betonkirin, piştî 50 salan wê betonên Zindana Amedê bişikanda, antîpropagandaya ‘Kurdistana xeyalî’ veguheranda ‘Rastiya Kurdistanê’; mêtingeriya çilek û xure ku li xwîna gelan jî dimijiya wê rastî li şoreşgeriya “birçîbûnê” bihata. Birçîbûna di nav çar dîwarên cemidî de wê mîrateya dagirkeriyê ya bi xwarin û xenîmetê ava kiribûn, bi carekê re daqurtanda. Mêtingeriya li ser gelê kurd hûtecinekî xure bû lê şoreşgerên Zindana Amedê şûjina birçîbûnê bi pêsîra wê ve kirin û ew hûtecin kirin kole û xizmetkarên xwe.
Fîlozof Walter Benjamîn ku bi eslê xwe cihû bû, piştî ku li Almanyayê Naziyên faşîst bûn serdest, ew ji Almanyayê derketibû û di sala 1940î de dema ku ji Fransayê dikira derbasî Îspanyayê bibe, bi tirsa ku ew ê têkeve destê Gestapoyê (Polîsên veşartî yên Naziyan) xwe kuştibû. Wî faşîzm û dagirkerî baş nas dikir û ji ber wê gotibû, “Heke rojekê dijmin bi ser bikeve, ew ê belaya xwe ji miriyên goran jî venekin.”
Di çarçoveya xêzkirina gora Serhildana Agiriyê û gotina Benjamîn de em li vê meseleyê binihêrin û ji wir bala xwe bidin ser gotina şoreşgerê mezin Mehmet Hayrî Dûrmûş ku beriya şehîd bikeve, di qefesa ji pola ya faşîzmê de gotibû, “Li ser kêla gora min binivîsin, ew deyndarê gelê xwe bû” em ê bibînin ku vê gotina wî, kêlika li ber serê Serhildana Agiriyê hildiweşîne, ew kêlika gora xwe dike îlhama şoreşeke parabolîk û kumulatîf û di ber re jî ji Benjamîn re dibêje, “Gotina min ku min xwestiye li ser kêlika min were nivîsandin jî diyar dike wê rojek were, ew ê dijmin bibîne bi ser neketiye, ew ê nivîsa li ser kêlika gora min jî belaya xwe ji dijmin veneke.”
Heke em werin ser wêneyê “Barana reş” ê şoreşgerekî ku welatê xwe yê bûye çar parçe yek bi yek tîne ba hev û bi çargurçikî fikra yekbûna wî diparêze; em ê bibînin ku ne di siyasetê de ne jî di hunerê de tiştekî tesadufî heye.
Ji ber ku kesên dîrokê diguherînin li benda sekinandina bahoz û vekirina baranê namînin, ew di bin barana fîşekan de jî dikarin bêyî fikar bimeşin. Di wêne de fîgur narevin, nalezînin, neketine panîkê. Bi gavên giran û jixwebawer tevdigerin; ev jî diyar dike ku tevgerên antîkolonyal gelek caran di encama têkoşînên bi dehan salan de bi ser dikevin. Meş li hemberî bêhêvîtiyê, dibe metaforeke ku bi pêş ve diçe.
Di wêne de sê kesan sîwan vekirine û di binê baranê de dimeşin. Ti fîgurek ji ya din ne mezin, ne biçûk û ne jî cuda ye; ev tişt jî fikra ‘di çavê barana reş de em hemû yek in’ tîne bîra mirov. Di wêne de bi tenê qehremanek, pêşengek tune, sê fîgur hene her sê jî qehreman in, dimeşin û tevdigerin. Wêne ji qehremaniya şexsî wêdetir, îradeya kolektîf derdixe holê. Ji ber ku di gramera şoreşgerî de dîrok ji dêvila kesan ji têkoşîna hevpar a girseyan pêk tê. Di wêne de dema ku fîgur dişibin hev, ev nayê wateya ku her kes bûye wekî hev û robotîze bûne; berevajî vê fikrê tê wateya ku em yek in û wekî hev in, yek ji me ji yên din ne cihêtir e. Di lingê fîguran de ji bo diyarkirina nasnavên çînî, olî, civakî, ti nîşanên wekî bot û potîn tune ye; yek ji ya din ne dewlemendtir, ne xwedî awantaj e.
Ew ewrên reş ên dagirtî, mêtingerî û hûtbûna dagirkeriyê temsîl dikin, li dinyayê cihê herî berfireh û bêdawî asîman e, lê di asîman de jî cihekî vala nehatiye hiştin. Asîman her dem wekî sembola azadiyê hatiye dîtin, lê ji ber ku barana reş hemû asîman dagir kiriye, em dev ji azadiyê berdin, bihusteke vala nemaye ku teyr û tilûr bikaribin li wir bifirin.
Baran wekî sembola nûbûn, bereket û paqijbûnê were dîtin jî, di vî wêneyî de berevajî van tiştan, wekî metafora kuştin, birîndarkirin û zordariyê ye. Ligel vê jî dema mirov li fîgurên di bin sîwana de dinihêre, dibîne ku lingê xwe ji hev vekirine û dimeşin. Ew di bin barana wekî guleyan de nesekinîne, ne li benda qedera xwe ne; ew hewl didin, tevdigerin û dimeşin.
Di wêne de sîwan ne amûrên ji bo xwe-parastina ji baranê ye. Di bergîdaniya wê ya civakî û polîtîk de, sîwan tê wateya mekanîzmayên hevgirtinê, rêxistinkirina kolektîf, yekîtî û bihevrebûnê. Belkî sîwan nikaribe baranê bide sekinandin, lê dikare bandora wê kêmtir bike. Ev jî diyar dike ku di şertên faşîst de, awayên têkoşînê pergala mêtinger nikaribe yekser ji holê rabike jî, dikare bandora wê siviktir bike, hevgirtinekê pêk bîne, ji kesan re bibe sî û star. Ji ber ku têkoşînên şoreşgerî, ne bi wahîy, ûltîmatom û fermanan; bi berxwedan û hevgirtinên mîkro, heta fikr û ramyarên li temamê dinyayê bibin makro bi demdirêjî didome, piştî ku faşîzm ji holê rabe jî berxwedana fikrî dikare bidome.
Wêneyê barana reş piştî 40 salan nîşanî me dide ku, sîwana ku dikaribû tenê kesekî/ê ji berf, baran û bobelatan biparêze, îro her çar parçeyên Kurdistanê diparêze, hemû gelê kurd di binê wê de distire û ev sîwan ji hemû gelên bindest re jî dibe îlham.


