Şer, aştî û çend gotin

Ne bi gulekê re bihar tê û ne jî bi sekinandina şer re wê her tişt di cih de çareser bibe; lê di heman demê de divê mirov ji bîr neke kulîlka berfînê ku berfê qul dike û serî hildide, dibe mizgîniya biharê.

•
1 deqe xwendin
Şer, aştî û çend gotin

Bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hevdîtinên li Îmraliyê re çi bi erênî çi bi neyînî, çi bi heyecan çi jî bi xemsarî gelek tişt tên gotin û diyar e wê hê jî werin gotin. Mixatabên eslî yên meseleyê jixwe di hevdîtin û civînan de gotina xwe dibêjin, lê gelo gotinên derveyî van deran çi dibêjin yan jî çi nabêjin? Gotinên derveyî van deran gelo ew ê wekî darikê li ber tirafê bi tenê meseleyan tev bide û aliyan li hev gur bike? Yan jî wê bibe darikê miradan ku bi ti awayî ji kesî re nabe alîkar û ti carê dilê kesekî/ê rihet nekiriye? Yan jî ji bo dora lêxistina nan ew ê bibe darikê ku di qulikên li ber dîwarê tenûrê re tê kirin?

Modernîteya kapîtalîst ku mirov û civak kir qurbaniyên armancên xwe, qîma xwe bi vî tiştî jî neanî. Carinan mirov û civakên qurbanbûyî kirin temaşevanên qurbanbûna wan, mafê gotinê û derbirînê ku yek ji mafê sereke yê gerdûnî ye, ji bo alozî û tevliheviyê di kirasê firsendê de wekî piyangoyekê pêşkêşî wan kir. Rizgarbûna wan a ji rola qurbanbûnê jî wekî performanseke kurt a azadbûn, wekhevbûn û demokrasiyê pêşkêş kir. Ew; mirov û civakan dike marê nîvkuştî, hewce bike kevirekî li serî dixe, hewce bike çend birînên wî derman dike. Di vê çerxa mafê gotin û îfadekirinê de, ew ji dêvila li pey rastiya meseleyê bikevin, girêkan vebikin, ta bi derziyan ve bikin; ber bi bayê hestên refleksîf û ofansîf dikevin û wekî kişandina tiryakê ku çend saetan mirovan sews dike; ew jî xwe aram dikin.

Îro li ber me rastiya Kurdistanê heye ku nêzî 200 salan e li ser wê qirkirin, talan û kuştin heye. Di vê talanê de gelek êş hatin kişandin, lê gelo ev êşkişandin di stûyê gelê kurd de toqa naletê ye ku temamê nifşên wê êşê li êşê zêde bikin? Gelo em Sîsîfos in ku heta dawiya emrê xwe em ê tehtekî mezin bibin serê girekî, her cara ku ev teht gindirî jêr em ê dîsa bibin jor? Gelo derfetên avakirina aştî û aramiyê, pêkanîna qanûnên ji bo parastina mafên sereke û sekinandina şerê Sîsîfosîk hebe çima ev şer neyê sekinandin û çima ev derfet neyê bikaranîn? Gelo wextekê balyozek bidana destê Sîsîfos û bigotina heke ji te hat tu dikarî wî tehtî bişikînî, ma wê Sîsîfos bigota, “Na, ez ê barê xwe sivik nekim û ez ê vî tehtî bibim ser gir?” Ne bi gulekê re bihar tê û ne jî bi sekinandina şer re wê her tişt çareser bibe; lê berfîna ku berfê qul dike û serî hildide, dibe mizgîna biharê.

Kralê Makedon Pîrûs, ligel ku romayiyan têk dibe û ew bi ser dikeve jî; gelek fermandar, leşker, hêzên wî yên sereke û xurt jî di vî şerî de tên kuştin. Piştî vî şerê wêran ê ku hêzên wî tarûmar bûn Pîrûs dibêje, “Heke em careke din bi ser bikevin, em ê bifelişin.” Piştî vî şerî; ji bo serkeftinên bêwate yên ku bi qasî têkçûnê xisara wê heye, têgiha bi navê ‘Serkeftina Pîrûsê’ li lîteratura şer zêde dibe. Ma gelo hewce dike gelê kurd jî ‘serkeftin’eke wekî ya Pîrûs bi dest bixe û di dawiya dawîn de, goristanên bajarekî ji qada cîwarbûnê ya bajêr zêdetir be? Gelo hewce dike em ji bo şer bizinê bifiroşin bi heftan lê şîrê wê bikirin bi heştan?

Di çarçoveya van tiştan de heke em gotinên erênî û neyînî ên derbarê pêvajoya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hevdîtinên li Îmraliyê li bêjingê bixînin wê gelek tişt derkevin pêşberî me. Îro kesên li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin dema ku civak di bin tank û topan de bû, ew li ku bûn? Aştî û lihevhatin ‘îxanet û qebehet’ be gelo di dema şer de bêdengî jî ne ‘îxanet û qebehet’eke mezin e? Ma ew ê nepirsin ‘dema mirovan hev dikuşt’ te çima ‘hûr û rovî dişuştin’? Ma ew ê nepirsin dema goristan dihatin bombekirin, bajar dihatin wêrankirin, kal û pîrên heştê salî dihatin girtin; gelo te çima ava zikê xwe jî nediçiliqand? Dema ku şer û qiyamet bû, ‘dê weledê xwe diavêt’ te çima nedikarî qiloçê du bizinan ji hev vebikî? Çi ye gelo vê raza te ya ku ne germ li te tê, ne jî sar? Gelo çima berxwedana 50 salan ne di pêvajoya şer de û ne jî di pêvajoyên aştiyê de nikare te qanih bike? Çima dema ku şer û berxwedan tîr dibe tu dibêjî dan çû; dema aştî ron dibe tu dibêjî nan çû? Çima di dema şerên giran de tu dibûyî wekî tajiyê ku dema nêçîrê mîza wî dihat û îro qala aştî û aramiyê dibe, tu dibî gur? Heke mesele ne qerezî, dilreşî, zarçepelî û dijberiyeke serhişk be, ma ne divê gotin û kirinên mirov hev bigirin? Ev ne darizandin û cezabirîn e, lê ji bo ku mesele baş were fêmkirin liberxistin, ravekirin û gazîkirina ji bo jidilbûnê ye. Tevgera Azadiyê 50 sal in şer dike lê ti carê nebûye tevgereke şerûd ku xwe li ser şer û cengê ava kiriye. Di 30 salên dawîn de, ji bo derfeta têkilîdanîn, muzakere û aramiyê bi dehan caran agirbest hatine îlankirin. Ji ber vê divê qîmeta aştî, lihevrûniştin û danûstandinan were dîtin; performansa di dema şer de nehatiye kirin di dema aştiyê de were kirin.

Dibêjin rojekê rêwiyek ji gundekî diçe gundekî, dema diweste rastî êzingvanekî tê ku êzing li kerê xwe kiriye û ew ê wan êzingan bifiroşe. Rêwî ji êzingvan dipirse kerê te bi çiqasî ye, êzingvan dibêje bi evqasî, dibêje heqê êzingên te çi qasî ye êzingvan dibêje ew jî bi evqasî ye. Dema ku yê rêwî dibêje a ji te re him heqê êzingên te û him jî heqê kerê te, ez ê êzingan li vir deynim û li kerê siwar bibim biçim, êzingvan dibêje lê barê kerê min? Herçiqas rêwî dibêje ez ê heqê kerê te û barê kerê te bidim jî êzingvan dibêje lê barê karê min?

Îro feraseta kesên ku li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin jî dişibe feraseta êzingvan. Di vê meseleyê de êdî ew ê kes nemire, kes neyê girtin, mafên çandî, siyasî, civakî, xwe-birêveberiyê wê gav bi gav werin dayîn, jixwe hindik be jî di nav civakê de aramî jî ava dibe lê êzingvan dibêje lê barê kerê min?