Çar piştên birîndar

Ji Peterê di salên 1860î de heta, ‘Ez pişteke birîndar im’ a di salên 1994an de û heta ‘ pişta dayika min bûye xerîte, şûna qemçîyên nevîçirkên Jontirkan’ her tim ev pişt birîndar bû

•
1 deqe xwendin
Çar piştên birîndar

1.Pişta ku hatiye qemçîkirin

Ev wêneyê bêhtir bi navê ‘Pişta ku hatiye qemçîkirin’ an jî ‘Peterê qemçîbûyî’ tê zanîn, di salên 1860î de li başûrê Amerîkayê li eyaleta Loûîsîanayê hatiye girtin. Ev wêne yek ji îspata xurt a şîdeta fîzîkî û psîkolojîk a pergala koletiyê ya Amerîkayê ye. Di wan deman de li wê herêmê di plantasyonan (kargeh û erdên mezin ên berhemên wekî qehwe, kakao û kaûçûk lê tên hilberandin) de kole dihatin xebitandin. Di vê plantasyonê de Peter bi sedan caran hatiye qemçîkirin, ev dewsên qemçiyan ên li pişta wî bûne wekî xerîteyan. Di wan salan de (1860-1865) Şerê Navxweyî yê Amerîkayê heye. Di sala 1863yan de serokê Amerîkayê Abraham Lîncoln Danezana Azadiyê dide weşandin. Li gorî vê danezanê êdî koleyên li herêmên di bin konfederasyonê de bi awayekî hiqûqî azad in. Di vê serdemê de Peter ji plantasyonê direve, piştî gelek zor û zehmetiyan xwe digihîne herêmên di bin kontrola artêşê de. Dema ku bijîşkên leşkerî wî miayene dikin, ev wêne tê girtin. Ev pişta qemçîbûyî ji qeydeke tibbî wêdetir dibe yek ji belgeya siyasî ya li dijî koletiyê û bandora siyasî û civakî ya tevgerên li dijî koletiyê xurttir kiriye. Ev wêne piştre di rojnameyan de û di weşanên li dijî koletiyê de tê belavkirin, bandora razber a vegotinên nivîskî derbas dike, ji ber ku êdî li ber çavan e, êşkenceya fîzîkî ya pergala koletiyê deşîfre dike. Ew pişta wî ya birîndar êdî bû qîrîneke bêdeng a hovîtiyeke sîstematîk, mêtingerî û şikandina rûmeta mirovî. Di heman demê de ev çîroka Peter di sala 2022yan de bi navê Emancîpatîon (Rizgarbûn, azadbûn) dibe fîlm. 

2.Ez pişteke birîndar im

….

Ez pişteke birîndar im

Li ber qemçiyê xwe rabûme

Ez lehiyek bêxuy im

Li ber keviyan rabûme

Ku dor li min teng kirine

Ez danaynim!

Careke din ranazim ez

….

Ev rêzikên li jor beşeke ji helbesta bi navê ‘Sedan Sal in’ ya Evdila Peşêw e ku di dîwana wî ya bi navê ‘Birakujî’yê de cih digire. Dîwan bi giştî derbarê şerê Birakujiyê be jî em ê bala xwe bidin vê beşa jor. Dema ku ew dibêje ‘Pişta birîndar’ divê em bizanibin ku ew qala hemû Kurdistanê dike. Organên mirovan di bedenê de li pêş in, ev organ wekî fermandaran her yek bi peywireke girîng radibe û jiyana mirovan hema bibêje li ser ‘pişta’ van organan e. Lê li ‘pişta’ van organan pişt heye ku, hemû beden xwe dispêrin wê. Pişt ne tenê dawî, paş û pişta tiştekî ye, ew rûmet û serbilindiya bedenê ye. 

Helbestkar dema ku dibêje ‘Ez pişteke birîndar im’ ew qala birîneke şexsî nake, pişta wî ya birîndar dibe trawma û rêçên êşên dîrokî, civakî. Pişta birîndar di bîra kolektîf de dibe sembola bar û barên li ser baran. Dema ku dibêje ‘ez li ber qemçiyê xwe rabûme’ ew diyar dike ji ber nakokiyên xwe yên hişî, xwerexnekirin û pêdiviyeke dîrokî, divê rabe. Li gel ku li ser wî qemçî heye, ew vê mexdûriya pasîf qebûl nake; berxwedan û îradeyê dide ber xwe. Pişta ku li ber qemçiyan tevnalive, dibe lehiyek ku her tiştî bide ber xwe û daqurtîne. 

Helbest bi giştî şîrqîna qemçiyên li ser pişta xwe vediguherîne şîrqîna birûskên li ser qemçîkeran. Reva Peter a ji qemçiyan dibe rabûna Evdila Peşêw a li hemberî qemçiyan. 

3. Û pişta dayika min bûye xerîte, şûna qemçiyên nevîçirkên Jontirkan

Û hemwelatiyên min î ku bi nanê rûmetê û azam mezin bûne 

Mane li benda comerdiya ‘demokratên’ Ewropayê 

Bazirganên jehrê mane li benda comerdiya xanimên Ewropayê 

Û pişta dayika min bûye xerîte, şûna qemçiyên nevîçirkên Jontirkan

Ev helbesta bi navê ‘Gund û bajarên çadirî’ ya Goran Haco ye û Ciwan Haco di albûma xwe ya bi navê ‘Sî û sî gulle’ de jî distrê. Ev helbest a ku bala me dibe ser dîroka Kurdistanê, mêtingerî, bîra kolektîf, polîtîkayên li ser gelê kurd. Dema ku gelê kurd ê ku bi nanê rûmetê mezin bûye, dimîne li benda comerdiya ‘demokratên’ Ewropayê yên ku dema Kurdistan dihat şewitandin, wan guhên xwe şima kiribûn û pişta dayikên kurd di êşkenceyan de dibû wekî xerîteyê. Demokratên Ewropayê sed sal berê Kurdistan kiribû çar parçe, lê qemçiyên nevîçirkên Jontirkan li ser pişta dayikên kurd xerîteya Kurdistana yekparçe çêdikir; wekî xerîteya li pişta Peterê kole, wekî rabûna li hemberî qemçiyan.

4.Dermankirina pişta birîndar

Ev wêne li ser medyaya dîjîtal derket pêşberî min. Li çiyayekî Kurdistanê gerîlayeke jin pişta gerîlayekî xort pansûman dike. Awayê birîndarbûnê baş nayê fêmkirin lê jixwe mesele jî ne ew e ku birîn ji ber fîşekê yan jî teqemeniyê pêk hatiye. Ji Peterê di salên 1860an de heta, ‘Ez pişteke birîndar im’ a di salên 1994an de û heta ‘Û pişta dayika min bûye xerîte, şûna qemçiyên nevîçirkên Jontirkan’ a di salên 1993yan de, pişt her tim birîndar bû, pişt ji ber qemçiyan bûbû xerîte û di hemûyan de ‘pişta birîndar’ bi awayê fikr û berxwedanê çiqas xurt be jî di warê fîzîkî de bi tenê bû. Lê li vir em dibînin ku pişta birîndar a wekî fikir xurt e, di warê fîzîkî de jî ne bi tenê ye. 

Dermankirina pişta gerîlayê xort tê wateya dermankirina pişta Peterê kole ku serî hilda û xwe ji devê guran rizgar kir. Ew pansûman ji çiyayê Kurdistanê xwe digihîne gelên di bin mêtingeriyê de.

Dermankirina pişta gerîlayê xort tê wateya dermankirina pişta ‘Birakujî’ya wextekê di nav gelê kurd de çêbûbû. Ev pansûman dibe haveynê yekîtiya gelê kurd, dibe tendurdiyota ku hemû mîkrob û vîrusên li dijî yekîtiya gelê kurd in.

Dermankirina pişta gerîlayê xort dibe kilê çavên dayikên kurd ku pişta wan bûye xerîte lê dîsa jî ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê li ber xwe didin.