Berfirehkirina ziman
Ziman ne bi tenê amûrek e ku tiştekî bigihîne cihekî din. Ziman ew zemîna piralî ye ku fikir tê de zîl dide, rastî di wateyê de şênber dibe, feraset û hişmendiya mirovî lê geş dibe.

Ziman ku beriya her tiştî bi deng û rêzedengên li gorî hestan; ji bo bangkirin, haydarkirin, lihevkirin û pesendkirinê ava bûye; di dîroka mirovahiyê de veguheriye kite, peyv, komepeyv, hevokên basît û pergalên kompleks ên îfadekirinê. Ziman ne bi tenê alav û amûrek e ku tiştekî bigihîne cihekî din. Ziman ne lepikek e ku mirov bi wê rahêle tiştekî û deyne cihekî din, ziman bixwe bi dest û tilî ye ku bi her hûrgilî, hacîm, giranî, hişkbûn û taybetiyên peyvê dipîve, hîs dike, di hişê xwe de hemû koordînatên hebûna wê peyvê deşîfre dike, têkiliya wê bi peyv û wateyên dîtir ava dike. Ziman ew zemîna piralî û pirtewq e ku fikir tê de zîl dide, rastî bi wateyê şênber dibe, feraset û hişmendiya mirovî lê geş dibe.
Ziman ku li her derê ye, cihê ku ne lê be jî şop, bandor, nîşan, bermahî û rêçikeke wî lê heye; bi çûyîna ber bi sînor û asoyên xwe ve, hewl dide xwe bigihîne bêdawîbûn û abadaniya xwe. Lê li ber wê paradokseke ji ya rewrewkan (leylan, serab) wêdetir heye. Di meseleya rewrewkan de mirov çiqasî nêzî wê dibe kêlika ku dibêje qey ez gihame wê, ew hedef dûrtir diçe. Di têgihiştina ji rewrewkan de ji bo çav sînorekî bi tenê heye, ew jî sînorekî fîzîkî ye; çav tişta ku dibîne ji mêjî re dişîne mêjî jî bawer dike ku li pêş av heye.
Mirovek bêyî ku serê xwe bizivirîne dikare li serfirehiyê 180-200 dereceyan, li ser dirêjahiyê jî heta 135 dereceyan bibîne. Nêrîna bînokuler a mirovan ango her du çav ji hev cihê tiştekî dibînin û di mêjî de ev tişt dibin yek jî, 120 derece ye. Dereceya dîtinê ya kîvroşkan nêzî 360 dereceyan e û ya bînokuler jî derdora 10-35 dereceyan e. Ligel vê jî kîvroşk serê pozê xwe nabînin û dema mirov tiştekî didin ber wan, ji bo ku bibînin bêhn dikin.
Mirov dikare ziman bişibîne gogeke ku di navenda vê gogê de çavek heye û ev çavê ji navendê dikare hemû koordînatên li ser vê gogê bibîne. Ji ber vê sînorê ziman ji ya çavan komplekstir e, gelek tebeqeyên wê yên rasyonel û îrasyonel hene ew dikare di pergaleke kûantomîk de di cihê xwe de jî avjeniyê bike. Her çiqas di sernav de û di lîteratura giştî de ji bo sînorşikandin an jî derbaskirina sînorê ziman de me gotibe ber(pêş)firehkirin jî; lê ziman ji ber avadaniya xwe piralî, pirzemînî û pirdîmenî, tenê firehkirina pêşiyê wî rizgar nake. Ji ber wê bi qasî berfirehkirinê divê mirov li dorfirehkirin, derfirehkirin, kûrfirehkirin û jorfirehkirina wî jî bifikire.
Fîlozof Ludwîg Wîttgensteîn dema ku gotibû “sînorê zimanê min, sînorê cîhana min e” wî ji hejmar û çawaniya peyvan wêdetir bala xwe dabû ser avadaniya ramyariyê. Ziman ji rêzikên sabît rizgar dibû, vediguherî pratîkeke komî û zindî. Ligel vê heke em vegerin ser ‘sînor’ em ê bibînin ku hiqûqeke objeyan, qedexeyên pergalan, pîvanên qebûlkirin û redkirinê jî hene.
Di kurdî de ji wan kesan re ku sînorên dewletan derbas dikin, tê gotin “qaçaxçî” ku bi koka xwe tirkî ye. ‘Kaçmak” tê wateya revîn, bezîn, dûrketin, çûnê û “kaçak” jî tê wateya derqanûnî, neqeydkirî, derveyî hiqûqa heyî. Balkêş e ku dewletên dagirker ji kurdan re dibêjin hûn çaya qaçax vedixwin, hûn ceyrana qaçax bi kar tînin, hûn bi qaçaxî sînoran derbas dikin û bacê nadin lê ev peyva “qaçax” di kurdî de tune ye. Ji ber ku ji bo kurdan derbaskirina ‘sînor’ên Kurdistanê tiştekî xwezayî ye; wekî ku ew ji odeyekê derbasî odeyeke din bibin. Kurdistan ku ji bo mirov ji ‘parçe’yekî derbasî ‘parçe’yekî din bibe jê re pasaport, destûr û qeyd lazim e; di hiş, pratîk û dîroka kurdan de axeke şênber a yekparçeyî ye.
Di zimanê din de dibe ku mînakên cihê hebin lê di warê berfirehkirin û şikandina sînor û gramera ramyariyê ya zimanan de, mînaka di kurdî têra xwe şênber e. Zimanekî ku li ser wê gelek zor û zehmetî hene, nayê qebûlkirin û naskirin lê ew vê înkara li ser hebûna xwe, bi peyveke ku di bîra wê de tune ye, dişikîne. Li hemberî rêzik, qanûn û qalibên zimanî; ew bi tevgereke gerîlayî radibe. Belkî bi carekê re nikare sînor bişikîne, lê ew dikare sînoran bide westandin, ew dikare sînoran qels bike, ew dikare sînoran kun bike.
Fîlozof Jacqûes Derrîda yê ku bi têgiha xwe ya bi navê "différance" digot peyv ti carê ne xwedî navendeke teqez û aşkere ye, her peyvek balê dibe ser peyveke din; ji ber vê jî bipêşvebirina zimanî ne dîtina tekane wateyeke rastîn e; ew hewl dide dibetiyên wateyan zêdetir bike. Di vir de mînaka “qaçaxçî” ya di kurdî de vê teoriya Derrîda xurttir dike; ji ber ku qaçaxçiyek ne li pey tekane objeyeke rastîn e, ew raguhastin û veguhastina objeyan û dibetiya wan a li cihên cihê zêdetir dike. Çawa ku ziman bi peyv û avadaniya xwe dirêjî peyv û avadaniyan dibe, bi vê re çand û keleporeke berveçûn û biserveçûnê ava dike; qaçaxçiyekî kurd jî ji tevn, tor û pergalekê dirêjî tevn, tor û pergaleke din dibe, herduyan tîne texma hev, her carê pêwendiyeke nû çêdike.
Di berfirehkirina sînorên ziman de metafor û hêma tiliyên vegotinê ne ku mirov ji aliyekî ve wan ji tiliya xwe bêhn dike, ji tunebûnê ve rastiyekê û îfadeyekê ava dike û ev rastiyên xeyalî dibin wekî kevirekî ku mirov wê ji bîra xwe derdixe, katarsîseke îfadekirinê pêk tê. Metafor tişta ku nehatiye dilan, tîne dide ser milan. Ku peyv û wate her yek ji wan elementek be, metafor wekî reaksiyoneke kîmyayê, van peyv û wateyan li hev bar dike, bi hev dide kelijandin, kelandin, helandin û maddeyên nû ava dike. Çawa ku di kîmyayê de ji bo ku reaksiyon pêk were dema element tên ba hev şertên wekî germahî, pesto (pres, eciqandin) û enerjiyeke pêşîn hewce ye; di avakirina metaforan de jî xeyalsazî, tecrube, fikir, mebest û hedef hewce ne. Avakirina metafor û hêmayan, wekî avakirina maddeyan e. Em bînin bîra xwe ku di xwezayê de û di encama xebatên laboratûwarî de bi giştî 118 element hene û hemû objeyên heyî ji van elementan çêbûne; metafor jî dikarin heman rol û risteyê pêk bînin.
Ji xeynî lîstik û dariştina peyvan, vezilandin an jî ji bo ku lez û frekansa wê zêdetir bibe tengkirina peyvê, di heman demê de qalibê zimanî û bergîdaniya wê firehtir dike. Peyv jî wekî masûlkeyên mirovan e, ji bo ku masûlke xurt bibin divê bi tevgerên giran ew masûlke werin xebitandin, di dema xebatê de lîfên masûlkeyan diqetin an jî diteqin, piştî wê masûlke dema hewl dide wê lîfê pak bike, masûlke mezin dibe. An jî ji bo ku mirov li hemberî nexweşiyan xurt be û xwe biparêze, bi dozajeke pir hindik bi derzî an jî serûman vîrus û bakterî enjekteyî xwîna mirovan tê kirin, beden ji bo ku xwe biparêze li hemberî van vîrusan dixebite û bi vî awayî beden sînorê xwe yê tendirustiyê berfirehtir dike. Di berfirehkirina ziman de jî bi eciqandin, pelixandin, guvaştin, dotin, şikandin, şidandin, vekirin, pehnkirin û vezilandinê; dema zor li peyvê were kirin, piştî ku ew peyv ji qalibê xwe derdikeve êdî berê xwe dide sînoran.


