Li benda wan
Ew wêneyên we yên di çarçoveyan de her yek kulîlkek bû, me bi nihêrtinê bêhn kir û em derbasî ber weynekî din bûn, me ew bêhn û silava ji weyneyekî stendibû, teslîmî weyneyekî din kir.

Gelên xwecihî yên Amerîkayê piştî ku zêde dimeşiyan xwe didan bin darekê û li wir disekinîn. Dema ku ji wan dihate pirsîn çima hûn sekinîn û hûn li benda çi ne, wan digot, “Bedena me lezand, ruhê me li pişt me ma, em li benda ruhê xwe ne.”
Dema ku germa kelekela havînê li ber şikestinê bû, stêrka Gelawêjê li asîmanan diçirûsî, ew ruhên me yên ku em li benda wan bûn, kezeba me parçe parçe kirin û hatin gihiştin me, lê em ê çawa xwe bigihînin wî ruhî?
Wê bihatina ji newaleke kûr a ku li pişta çiyayan e, ji deşteke ripîrast a ku mirin li wir li xwe diheyire, ji şikefteke ku malzaroka vejînekê ye, ji bin dareke stûr a ku sîwana hemû zindiyan e, ji lûtkeya çiyayekî ya ku di navbera wê û asîmanan de bihustek maye, ji şiverêyekê ya ku rehekî xwezayê ye, ji daristaneke ku warê jiyanê ye, ji tuneleke ku ji vê dinyayê dirêjî dinyayeke din dibe.
Nehatin; lê gotina wan a dawîn hê jî li hemû newalan olan dide, şûna gava wan a dawîn hê jî li wê deştê ye, di wê şikefta sar de hê jî germ e dîwarê ku wan pişta xwe dabûnê, wê dara stûr ji bo ku dîsa wan ji berf, baran û tavê bisitirîne sond xwariye ku wê pelên xwe neweşîne, lûtkeya wî çiyayî bi hêviya ku ew ê dîsa werin nahêle stêrk xwe li ser çiyê deynin, ew şiverê xweliyê bi serê xwe dike ji bo ku kes şopa wan neajo, hemû darên wê daristanê ketine nobeteke dorveger ku ew hatin bila çend dar hişyar û amade bin, Hz. Nûh dev ji çêkirina keştiyê berdaye û hemû zindiyan vedixwîne wê tunela ku bûye wekî stargeha ku mirovayetî ji Serdema Qeşayê parastiye.
Wekî pijiqandina volkanekî; çawa ku ew lav û bizotên agirî yên herikokî ji devê volkanê û asîmanan xwe bera her derê dide; îro li cem me jî her gelî, newal, deşt, zozan, çiya, lûtke, bintar, daristan, best û çem bûne wekî volkanan; bizotên wê li her bajar, navçe û gundên Kurdistanê ketin. Bizotên herikokî bajar dan ber xwe, ne li parkan ne li qadan, ne li şînxaneyan ne jî li konên taziyeyan hilatin.
Gelo bêhna fotografên di çarçoveyan de hene? Ew fotografên we yên di çarçoveyan de her yek ji wan gul û kulîlkek bûn, me bi nihêrtinê bêhn kir û em derbasî ber fotografekî din bûn, me ew bêhn û silava ji fotografekî din standibû, teslîmî fotografekî din kir. Kesên ku di xewnên şevan de wê nikaribûna bihatina ba hev, îro fotografên wan li ba hev in. Em dizanin xîreta we ji xewnan jî ji şevan jî mezintir e, em dizanin hûn di xewnan de jî têk naçin, di şevan de jî wenda nabin. De bila xewn û şev hefza xwe ji we bikin; bibînin jinxas û mêrxasan çawa xeleqa ji agir a di stûyê me şikandine; çawa kirasê ji hesin a ku dixwestin li me were kirin zîval zîvalî kirine.
Me hûn di nav parsûyên xwe de, li şûna dilê xwe veşartin. Me hemûyan kulmek ax avêt ser sîngên ku hûn di nav parsûyên wan de hatine veşartin. Ew kulmek ax bûn tumulus, heta hetayê wê kes nikaribe we ji nav parsûyên me derxîne, parsûyê me bişikîne wê di bin xweliya tumulusê de bimînin, wey xwelî li serê wan be!
Niha demsal diguherin, deşt ji zû ve bi zerikê ketine, hêdî hêdî newal sor û zer dibin. Demsal ne gur in lê em ê devê wê girêbidin, bila dem û sal hedê xwe bizanibin û ti carê ji ser barkirina we neçin. Bila awirên we yên dawîn di qirika dem û salan de bibin girêk; heta hetayê ne karibin vekin ne karibin daqurtînin û ne jî karibin derxînin.
De bila îcar zeman bitewe, qidûmê siyê bişikê, ronahî bi nanoziko, agir bi delkan bişixule. Bila asîmanê şîn ê ku bi şev kirasê xwe yê qetranî li xwe dike; şîna ku ji şînbûna xwe şîntir bigire. Ne şîneke giriyokî, şikestî, neçar û bêwar; şîneke ku bîr û baweriya me ya ji asoyên azad hêşîntir dike; şîneke ku şûn û şopa wan bi bîra me dixe, şîneke ku nahêle em herfeke wan jî li erdê bixînin.
Bila her kuliya berfa ku li ser wê navê we hene, xwe bi kubarî deyne ber serê we. Bila her dilopa baranê ya ku tîna axê dişikîne, li ser pora we bibe destê dayikekê. Bila her bayê ku li nav daristanan digere, bibê hênikahiya ku xwe li xwêdana eniya we dixe. Hûn ên li benda berf, baran û bayê û em ên li benda we û li benda berf, baran û bayê. Em ê li benda we bin ne wekî kesên li benda rêyekê, li benda karwanekî yan jî Ii benda deriyekî girtî.
Wekî ku ew barana yekem a li ser axa hişk bibare, em ê li benda we bin. Ne bi westandina salan, ne bi melûliya li pişt pencereyan, lê bi agirê di zikê şevê de ku her dimîne, mezin dibe û tarîtiyê diqelişîne. Di nav kûrahiya zinaran de wekî rehên dareke kevnar a ku li benda avê ye, em ê jî li benda we bin. Bila her rêya ku we diajot, vegere ser tîrêja ronahiyê. Bila dengê we, wekî straneke kevin a ku di zikê çiyê de tê gotin, di nav zinar û geliyan de deng bide. Heta ku hûn werin, her bayê ku tê, her çûkên ku derbas dibin û her stêrka ku şevê diteqîne, wê bibin silavên we.
Li gorî efsaneya Şahmeranê marên ku di bin hikumdariya Şahmeran de ne, hê nebihîstine ku Şahmeran miriye. Şahmeran dema ku ji qesra xwe ya di binê erdê de derdikeve ji maran re gotiye ez ê berê biçim hemamê û piştre jî biçim dawetekê. Marên di binê erdê de her carê guhê xwe bel kirine, ka dengê defê tê yan na. Wexta ku dengê defê hatiye maran gotine “Nexwe dawet didome” û her li benda Şahmeranê mane. Li gorî vê efsaneyê, dema deng ji defan biliya wê mar hîn bibin ku Şahmeran miriye. Ji bo stendina tola wê ew ê derkevin ser rûyê erdê, her derê dagir bikin û wê qiyamet wisa dest pê bike.
Heke ew ê qiyametek rabe, ew ê ne ji ber sekinandina lêdana defê be. Roja ku em we, ew awirên we yên di fotografan de ji bîr bikin ên ku wekî gopalan li dilê me dixist, ew ê qiyameta mezin wê rojê rabe.


