Fikara Tesîrstendinê

Dema ku nivîskar di bin siya navên giran ên beriya xwe de bimîne, têkeve fikaran ku ew tiştên ku yên beriya xwe dubare dike, ev tişt li ser nivîskarên nû zexteke psîkolojîk çêdike.

•
1 deqe xwendin
Fikara Tesîrstendinê

Rexnegirê amerîkî Harold Bloom ê ku yek ji rexnegirên herî afirîner û wêrek e û xwe li sînoran dixe, hewl dide qaliban bişikîne; bêtir bi berhema xwe ya bi navê “Fikara Tesîrstendinê: Teoriyeke Helbestê” (The Anxiety of Influence) tê nasîn. Li gel ku 50 sal ji ber çapbûna vê berhema wî derbas bûye jî, di qada wêjeyî de ev berhem hê tê nîqaşkirin û ji gelek nivîsan re dibe referans. 

Bloom di vê berhema xwe de têkiliya di navbera kelepor û hunerê, qonax û hunermendan de ji pêvajoyeke tesîrstendinê wêdetir gelek caran bi perspektîfeke psîkanalîtîk a wekî şerê di navbera bav û kuran de nîşan dide.

Li gorî Bloom ji bo ku helbestkarek xweser be, nabe ku bi temamî xwe ji raboriyê qut bike. Berevajî wê helbestkar dema li hemberî yên beriya xwe şer bike ew ê karibe dengê xwe ava bike. Ev ne afirandineke helbestê yan jî îlhamstendinê ye; di heman demê de pêvajoyeke têkoşîn û şîrovekirineke nû ye. Li gel van tiştan jî gelek caran rexnegiran diyar kiriye vê teoriya Bloom bi zimanekî mêrane (bav û kur; bavûkal û helbestkar) hatiye avakirin û di warê ravekirina tecrubeyên nivîskarên jin de qels e.

Di heman demê de yek ji rexneyên li vê teoriyê ev e ku; teorî girêdan û têkiliyên dîrokî û civakî piştguh dike, bêtir bala xwe dide ser psîkodramayeke di navbera metnan de, ji ber vê jî teng û elîtîst maye. 

Teoriya Bloom diyar dike ku tu hunermend an jî helbestkar di valahiyê de ava nabe. Her nivîskarê/a nû divê beriya her tiştî li hemberî nivîskarên beriya xwe yan jî bi nivîskarên hoste yên ku tesîreke mezin li ser qada wejeyê kiriye; şûrê xwe bikişîne û hevrûyî wan bibe. 

Ev rewş nayê wateya tesîrstendineke dilsoz a ku nivîskar heyranê/a nivîskarên beriya xwe be yan jî nivîskar qedir û qîmetê bide kesên beriya xwe. Dema ku nivîskar di bin siya navên giran ên beriya xwe de bimîne, têkeve fikaran ku ew tiştên ku yên beriya xwe dubare dike yan jî ew ê bi qasî wan ne afirîner û hilberîner be; ev tişt li ser nivîskarên nû zexteke psîkolojîk çêdike. Dema ku nivîskar li xwe vardiqile û dipirse ‘Gelo ez ê çawa bikaribim ji bin siya van nivîskarên giran û qerase derkevim; piştî gotinên wan ez ê çawa tiştekî nû û xweser bibêjim?’ ev hîssîyat ‘fikara tesîrstendinê’ ava dike. 

Li gorî Bloom nivîskarên qels, yên beriya xwe çavgirtî kopî dikin, nikarin ji atmofera gotinên yên beriya xwe derkevin, her dem wan teqlîd û îdealîze dikin û di nav kelepor û qonaxên wêjeyê de dihelin diçin. Lê nivîskar/helbestkarên xurt û zexm, li hemberî yên beriya xwe serî hildidin, wekî ku pûtan bişikînin dikevin nav hewldanekê; ji bo ku ji rêya wan vekirî derkevin û dengê xwe yê resen bibînin; têdikoşin. Ev enerjiya serhildêr dibe ardûyê vê afirîneriyê; qayîşkêşana bi yên beriya xwe re dike ku nivîskar her roj xwe nû bikin. 

Bloom dema ku vê teoriya xwe ava dike, sûdê ji teoriyên ‘Kompleksa Oedîpûs û mekanîzmayên pesinandinê’ yên Sîgmûnd Freûd werdigire. Çawa ku li gorî psîkanalîzê divê zarok pişta fîgura bav a di nav malbatê de deyne erdê, yan jî divê otorîteya bav bihejîne û kesayetiya xwe ya serbixwe ava bike, nivîskarên nû jî divê bikaribin nivîskarên ku wekî ‘helbestkarên pêşeng’, ‘nivîskarên bav’ û ‘nivîskarên hoste’ tên dîtin jî derbas bikin. Li gel ku ev teorî xwe dispêre nêrîneke mêrserwer jî, ev pêvajo wekî kompleksekê didome. Nivîskar dema metnên yên beriya xwe dixwîne, dibîne ku ew çi qasî reben e û vê rebenbûna xwe vediguherîne hêrs û êrîşkariyeke afirîner. 

Yek ji têgihên wî yên herî giring ‘şaşxwendin’ e. Şaşxwendin nayê wateya ku mirov metnekê fam neke. Li gorî wî, helbestkarên afirîner, berhema helbestkarên beriya xwe li gorî pêdiviyên xwe bi awayekî cihê şîrove dikin. Helbestkarên nû hin hêmanên diyar ên helbesta yên beriya xwe distînin, diguherînin û di nav wateyeke din de bi kar tînin. Helbesta berê dibe awayekî nû yê helbestî. 

Bloom ji bo ku helbestkarên xurt bikaribin tirsa tesîrstendina hosteyên beriya xwe bişikînin û wan derbas bikin, qala şeş mekanîzmayên parastinê (stratejiyên şaşxwendinê) dike.

Ya pêşîn ‘şaşxwendin’ e. Şaşxwendin tê wateya ku helbestkar, berhema yên beriya xwe bi qestî bi awayekî cihê û ‘şaş’ şîrove dike û xwe jê dûr dixîne. Ew metnê ber bi xwe ve ditewîne û ji yên beriya xwe dûr dikeve.

Ya duyemîn ‘Temamkirin û antîtez’ e. Helbestkar wekî kêmasiya helbesta yên beriya xwe temam dike xwe dide xuyanê û lê di esasê xwe de bi wê helbestê re şer dike. Di dilê xwe de dibêje “Te kêm hişt lê ez temam dikim” û hewl dide sînorê yên beriya xwe diyar bike.

Ya sêyemîn ‘Dubarebûn û nedomdarî’ ye. Helbestkar ji bo ku xwe ji tesîra yên beriya xwe bişo, dikeve pêvajoyeke valakirina hundirîn yan jî ya îzolekirinê. Hewl dide xwe ji egoyeke xwedayî yan jî hosteyî bişo.

Ya çaremîn ‘Bilindbûna dijber’ e. Li hemberî mezinbûn û gewrebûna yên beriya xwe, hewl dide xwe bigihîne bilindbûn û hêzeke cihêtiya şexsî. Bi vê re hewl dide mezinbûn û qerasebûna yên beriya xwe bîne hevsengiyekê.

Ya pêncemîn ‘Xwejêşûştin û xweperestî’ ye. Helbestkar atmosfereke tenêtî û xwejêşûştinê diafirîne, xwe ji cîhana derve û siya yên beriya xwe dûr dixîne. Dêhn û bala xwe dide dengê xwe. 

Ya şeşemîn ‘Vegera miriyan’ e. Piştî ku berhem dikemile, ev asta herî jor e. Helbestkar êdî ew qasî xurt bûye, êdî xeyalet an jî siya yên beriya xwe vedixwîne mala xwe.

Li gorî vê berhemê wêje ne bi tenê raguhastina pasîf a metnan an jî zincîreyeke keleporeke xweş e; berevajiyê van tiştan, wêje qadeke dînamîk e ku dijî, bêhnê distîne, her dem bi raboriya xwe re şer dike, jê hesap dipirse. Li gorî wê, afirandineke rastîn bi hevrûbûna bi vê fikarê re û daxwaza derbaskirina wê dikare pêk were. Nivîskar heta ku ji siya yên beriya xwe bitirse ew ê mehkûmî teqlîdbûnê be; dema ku wê siyê veguherîne roniya xwe, ew ê bibe hunermendê/a esîl.