Endustriya çandê û muzîka kurdî

Çima û çawa xweseriya berheman kêmtir dibe û  berhem hemû dişibin hev. Berhemên ku mirov dibêje qey ji hev cihê ne jî, tê dîtin ku ji heman qalibî derketine

•
1 deqe xwendin
Endustriya çandê û muzîka kurdî

Têgiha ‘Endustriya Çandê’ ku ji aliyê Theodor W. Adorno û Max Horkheîmer ve hatiye dariştin, di çarçoveyeke berfireh de tê wê wateyê ku di civaka modernîteya kapîtalîst de berhemên çand û hunerî dibin meta yan jî alavên bazirganiyê, ji bo berjewendî û karkirinê bi awayekî otomatîk tên afirandin û bi vê re jî çand ji dêvila ku bibe qada fikirandina rexneyî ya mirovan dibe endustriyeke ku berxuriyê zêdetir bike. 

Li vir xweseriya berheman kêmtir dibe, berhem wekî ku di navbera wan de kaxizê karbonê hebe, hemû dişibin hev. Berhemên ku mirov dibêje qey ji hev cihê ne jî, tê dîtin ku ji heman qalibî derketine. Li gorî Adorno û Horkheîmer endustriya çandê ji dêvila ku mirovan azad bike, wan li ber rewşên dîrokî û civakî dixe, wan ji bo civaka berxuriyê amade dike û bi vê re pergala ekonomîk û civakî ya serdest tê xurtkirin.

Ev têgih li ser hemû qadên çand û hunerê be jî, ez ê hewl bidim bi çend xalan bi nêrîneke rexneyî li qada muzîka kurdiya kurmancî; li bandora wê ya li ser girseyan, torên wê yên xwebirêxistinkirin û pergala ku ava dike binihêrim. 

Heta sedsala 20an qadên hunerî mîmarî, peyker, wêne, muzîk, wêje û şano bûn; piştre sînema jî li vê qadê hate zêdekirin. Em ji vir berê xwe bidin destpêka salên 2000î ku kanalên bi navên Med Muzîk û Mezopotamya TV hebûn ku bi tenê muzîk û klîbên ku bi piranî kurdî lê dihatin weşandin. Bêguman ev ji bo huner û muzîka kurdî gaveke baş û erênî ye lê gelo çima kanalên Med Wêje, Med Sînema yan jî Med Şano nehatin avakirin? 

Çima muzîk wekî qada hunerî ya herî bibandor, derfetên wê xurt û xwedî avantajên mezin hate pêşkêşkirin? Ji ber ku ew der ji bo pêşkêşkirina hunerê qadeke museîd û xwedî awantaj bû; piştre me dît ku çanda gelê kurd a ku bi deh hezar salan di nav xwezayê de hatibû avakirin, ji bo pêşkêşkirina stranên bi gotin, melodî û muzîka xwe wekî hev in, bû dekor û qadeke îstîsmara hestên kurdewariyê. 

Ji roja ku dinya ava bûye av, agir, hewa û ax elementên sereke yê jiyanê bûn; lê elementên wekî pez, ax, çem û hêşînahî bûbûn elementên sereke yên klîbên van muzîkan. Dema mirov bala xwe dida hin ‘stranên siyasî’ jî mirov didît ji dêvila bi muzîk û gotina xwe agirê vê têkoşîn û berxwedanê geş bike, nanê van dîmenan dixwar. Heke mirov muzîkê bi guhê xwe guhdarî dike, çima di van stranan de ji muzîkê zêdetir dîmen derdiketin pêş; çima armanca wan a sereke ev bû ku ew berhem xîtabî çavên mirov bikin?

Di endustriya çandê de têkiliyeke dualî heye; ji aliyekî ve endustriya çandê tê kirin û ji aliyê din ve endustrî dibe çand. Di hilberîna hunerî de xweşiya deng dikeve pêşiya afirandin, ramyarî û pêşengiyê. Deng dibe wekî fabrîkeyekê mirov kîjan stranê bidiyê wê bikaribe bistrê, oktava deng dibe bandên hilberînê. Huner ji helwesteke polîtîk vediguhere heweseke apolîtîk a ku stran tê de dibe alava kêfxweşî, demborîn, coş û kêfeke şexsî. Vê endustriyê hê rê li ber vî tiştî venekiriye ku kesên destxeta wan xweşik û li hev be dikarin bibin nivîskar, lê kesên dengxweş dikarin bibin stranbêj û hunermend. Adorno dema ku digot ‘Dema ku xweza bere bere dikeve bin serweriya teknolojîk ev tê wateya ku gem li devê bîrê tê xistin’, haya wî ji hişê çêkirî tunebû lê îro em dibînin ku ‘hunermendên bi hişê çêkirî’ dikarin her cure stranê bistrên û êdî em dibin şahid ku endustriya endustriyê jî tê avakirin. Çand û huner a ku di devê endustriyê de dibe benîşt, çîroka wê jî dişibe çîroka benîşt. Benîşt ku mirovan bi hezaran salan ji dar û kokên riwekan berhev dikirin; îro di hilberîna endustriyel de ji kaûçûkên kîmyewî û reaksiyonên petrolê çêdibin, ango benîştên ku em di devê xwe de dicûn kî dizane tekerê kîjan kamyonê ye! 

Strana ‘Dêresorê Biçûkê’. Gelo ‘dêre’ a ku cil û bergekî jinan e çawa dibe ‘dêr’ a ku mekanê îbadetê yê xirîstiyanan e? Yan jî di strana ‘Keça Kurdan’ de gelo ‘êdî qelem giş bûne şûr’ çawa dibe ‘êdî qelem giş çûne jor’? Dema mirov bala xwe dide van mînakan, tê dîtin ku hunermend ne bi hesasiyeta ku straneke kêmnas û wenda ji mirinê rizgar bike tevdigere. Armanc ev e ku li gorî xwe bazirganiya van stranên kêmnas û melodîk bike. Lê li vir rastiyeke din jî derdikeve holê, hunermendê/a ku van stranan distrê baş bi kurdî jî nizane, kurdî ji bo wî/wê tenê li ser dikê ye. Dor were ser gotinê ew ê bibêje ‘evqas sal in hildiberînim’, lê hevokeke ku ji ‘evqas’ peyvan pêk tê binivîse, wê teqez nîvê wê şaş be. Têkiliya ku bi stranê re datîne, têkiliyeke li gorî mesaiya li ser dikê ye, dema mesaiya li ser dikê diqede, êdî ew ji peywira xwe ya ji ser dikê azad dibe. 

Stranên wekî ‘Malan Bar Kir’ û ‘Hoy Memo’ yên ku bi form, muzîk û gotinên xwe zêmar in; ji bo bala girseyan bikişînin, ji atmosfera xwe ya esasî hatin derxistin û li ser wan endazyariyên metamorfozîk hatin pêkanîn. ‘Malan Bar Kir’ dibe wekî straneke malbarkirinê ya ji ber hejariyê, ‘Hoy Memo’ jî dibe straneke performanseke govendê.

Mirov dema li dîrokê dinihêre dibîne ku têkiliya gelê kurd a bi muzîkê re ewqasî xurt e ku stranên tovreşandinê, palehiyê, dankutanê, destargerandinê cihê ne lê endustriya muzîkê cewherê vê keleporê dikuje. Di vê nivîsê de mebest ne ev e ku dijminatiya muzîka kurdî û ya hunermendan were kirin; berevajî wê armanc ev e ku muzîk û çanda muzîkê ku bi hezar salan bi awayekî xwezayî heta îro hatiye, ji nav xwe zaye, hestên kolektîf ava kirine îro dîsa bikaribe li ser xeta xwe bidome.