75 sal ji bo mirovahî û azadiyê xerç kir: 75 kes ji bo azadiyê dimeşin

Hêzên hegemon di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navdewletî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rasdestî Tirkiyeyê kirin û 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin.

•
4 deqe xwendin
•Mehmet Alî Ertaş
75 sal ji bo mirovahî û azadiyê xerç kir: 75 kes ji bo azadiyê dimeşin

Hêzên hegemon di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navdewletî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rasdestî Tirkiyeyê kirin û 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin. Abdullah Ocalan tevî vê deriyê azadiyê ji gelan re vekir. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Ewropa û Tirkiyeyê Meşa Azadiyê dest pê kirin. Ji bo 75 saliya Abdullah Ocalan 75 kes ji Wan û Qersê ber bi azadiyê ve dest meşê kirin. Meşên azadiyê wê heta 15’ê Sibatê roja salvegera komployê bidomin. Têkildarî hamleyê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir pirsên me bersivand.

Li gorî we sedema tecrîda mutlaq çi ye? Rola Ewropa, hikûmeta Tirkiyeyê û rêxistinên muxalif di vir de çi ye?

Tecrîda Îmraliyê ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve bênavber didome. Piştî ku birêz Ocalan ji aliyê hêzên netewe-dewlet ve bi komploya navneteweyî dîl hat girtin, li girava Îmraliyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Di domdariyê de jî tecrîd gav bi gav giran kirin û anîn vê astê. Îro di serî de malbat û parêzerên wî, tu kes nizane ku li girava Îmraliyê çi diqewime. Ev yek fikarên li ser rewşa birêz Ocalan zêde dike. Sedema asta tecrîdê rastiyeke civakî û heqîqeteke dîrokî derdixe pêşberî me. Ji ber ku birêz Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst paradigmaya Modernîteya Demokratîk wek çarenûs pêşkeşî cîhanê kir, dikin hedef. Hêzên hegemonîk hewl dan birêz Ocalan tasfiye bikin. Tasfîyekirina birêz Ocalan tasfîyekirina Tevgera Azadiya Kurd e. Bêstatuhiştina gelên azadîxwaz e. Lewre, birêz Ocalan li girava Îmraliyê berxwedaneke dîrokî pêş xist, plan û komploya navneteweyî pûç kir. Hemû sazî û rêxistinên girêdayî hêzên netewe dewletan, rola tecrîdê dan ser xwe. Bi zagonên Tirkiyeyê hewl dan di qada navneteweyî de tecrîdê rewa bikin. Dewleta tirk jî ev peywira xwe ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve yek bi yek bi cih anî. Tecrîd beriya desthilatdariya AKP’ê destpê kir. Desthilatdariya AKP’ê jî serkêşiya vê yekê kir. Ji bo berjewendiyên xwe tecrîd wek amûreke siyasî bikar anîn. Ji xeynî tevgera siyasî ya kurd, muxalefet jî heta niha di mijara tecrîdê de siyaseteke radîkal nemeşandin. Lewre tecrîda li ser birêz Ocalan ji wan re giran hat. Ji ber li dijî tecrîdê siyaseteke samîmî û xurt nayê meşandin, qada siyasetê xetimiye û çareseriyan peyda nake. Îro li Tirkiye û Kurdistanê tevî sazî û rêxistinên demokratik rastî zext û pêkûtiyên dijdemokratik tên. Desthilat hewl dide van hêzan têk bibe. Lê, heke rêxistinên muxalif li dijî tecrîdê siyaseteke xurt bimeşanda dê aloziyên ku îro dijîn nehata vê astê. Saziyên wekî CPT, AÎHM, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê jî bi sekna ku meşandin tecrîd wek rewşeke asayî şîrove kirin. Mixabin, ev yek îro jî bi heman rengî didome. Wekî CPT, dijberî tecrîdê qelsbûn ango bêdengiya saziyên naveteweyî nîşan dide ku komploya navneteweyî hêj jî çawa didome.

Tecrîd bandoreke çawa li ser pêşeroja demokrasî, aborî û aştiya civakê dike?

Tecrîda Îmraliyê ji destpêkê heta niha bandorê li tevahî nirxên civakê dike. Lê birêz Ocalan ji destpêkê heta nihaji bo pêşxistina azadi û demokrasiyê têkoşiya. Ji ber vê yekê tecrîd ewil azadî, aştî û demokrasiyê hedef digire. Em di hemû nirxandinên birêz Ocalan de jî dibînin. Birêz Ocalan her tim li ser azadiya jinê, civakeke bi exlaq û jiyanake ekolojîk disekine. Ev paradîgma di heman demê de bingeha jiyaneke azad û demokratik ava dike. Ji ber vê yekê jî tecrîda ku îro li Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de dimeşe, di heman de raste rast tevî nirxên civakî, azadî û demokrasiyê hedef digire. Bêguman qeyrana aborî û aramiya civakê para xwe ji vir digire. Êdî ji ber qeyrana aborî întixar dikin. Mixabin ev rewş her ku diçe giran dibe. Sedema herî mezin a qeyrana aborî, polîtîkayên şerê AKP û MHP’ê yê li Kurdistanê ye. Budçeya şer her ku diçe zêde dibe. Ji bo sala 2024’an destilatdariya AKP û MHP!ê 1 trilyon 133.5 milyar TL wek butçeya parastin û ewlehiyê par kir. Ev butçe îro dikara gelek pirsgirêkên aborî yên civakêçareser bike. Desthilat naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe. Birêz Ocalan jî ji des