6 sal in Efrînê talan û wêran dikin
Li Efrînê ku ji 18’ê adara 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye revandin û qetilkirina mirovan û destdirêjî her diçe zêdetir dibe.

Li Efrînê ku ji 18’ê adara 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye revandin û qetilkirina mirovan û destdirêjî her diçe zêdetir dibe. Li gorî raporên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji destpêka sala 2018’an heya niha bi giştî 463 kes hatine kuştin, 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 142 destdirêjî hatin kirin. Bi taybetî jinên temenbiçûk bi darê zorê û di bin gefan de hatin zewicandin û radestî komên çeteyan hatin kirin. Zarokên keç hatin revandin û ji bo serbestberdana wan fîdye ji malbatên wan hatin xwestin. Bi sedan jinên kurd li pêşiya çavên malbat û zarokên wan hatin revandin. Parêzer û parazvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo der barê rewşa Efrînê de pirsên rojnameya me bersivandin.
Piştî Efrînê dagir kirin guhertinek çawa pêk hat û li wir çi bû?
Herêma Efrînê herêmek kurdî û serbixwe ye. Beriya ku Efrîn bê dagirkirin rêjeya nifusê ji sedî 95-98 kurd bûn. Ji sedî 2-5 ereb bûn. Efrîn bi zeytûnên xwe tê naskirin. Bi çandinî û cotkariyê pir dewlemend bû. Piştî şerê li Sûriyeyê di sala 2011’an de pêş ket, gelek welatiyên Sûriyeyê berê xwe dan Efrînê. Efrîn di aliyê çandinî, bazirganî û xwezayê de pêşketî bû. Piştî damezirandina Rêveberiya Xweser 2014’an li Efrînê rewş gelek aram û baş bû. Gelê Sûriyeyê berê xwe da Efrînê û nêzî 500 hezar kes li Efrînê dijiya. Berê nifûsa Efrînê sed hezar bû. Lê piştre nêzî çar sed hezar penaberên ereb hatin li Efrînê bi cih bûn. Rêveberiya xweser cara yekem li Efrînê Zanîngeha Kurdî vekir. Perwerdehiya bi zimanê dayikê hat dayîn. Li gel kurdî bi zimanên erebî jî perwerde hat dayîn. Ji ber ku welatiyên ereb jî li vir dijiyan. Dîroka Efrînê ji nû ve ava bû. Kanota Efrînê êdî bi nasnameya kurdî û xweser hat naskirin. Bi jiyana civakî û xwezayî bû cihekî aramî, aştî û jiyanek hevpar. Di navbera kurd û ereban de tu pirsgirêk pêş neketin. Li Sûriyeyê piştî şerê 2011’an bajarê herî aram Efrîn bû. Lê piştî 2018’an dewleta tirk aramiya Efrînê dît, pêşketina civakî, aborî û siyasî dît, dest bi dagirkeriyê kir. Nexwest wekî bajarekî aram û bajarekî kurdî bê naskirin û pêş bikeve. Bi navê ewlehî û parastina sînor li dijî Efrînê dest bi êrîşan kir. Gef li herêma Efrînê xwarin. Beriya 2017’an û piştre çeteyên bi navê Cepetul El Nusra, Tahir El Şam, DAIŞ êrîşî Efrînê kirin. Lê Tirkiyeyê dît ku tenê bi destê çeteyan nikare Efrînê dagir bike. Dewleta tirk, di 20’ê çileya 2018’an bi hemû hêza xwe, li dijî Efrînê dest bi êrîşek hovane kir. Li gorî xwe xwest “herêmek aram” ava bike. Xwest gelê Sûriyeyê li vir bi cih bike. Wê demê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan digot; “Rêjeya kurdan li Efrînê ji sedî 35 in. Lê wê demê rêjeya me kurdan ji sedî 95 bû. Erdogan digot; ‘Em ê xelkê resen vegerînin cihê wan’ û peyama guhertina demografiyayê da. Erdogan dixwest xelkê tirkmen û ereb li Efrînê bi cih bike. Piştî Tirkiye dest bi êrîşan kir, 58 rojan şer li Efrînê berdewam kir. Piştî şerê 58 rojan li ser axa Efrînê, herêma Efrînê ket kontrola Tirkiyeyê. Êdî ezmanên Efrînê


