25 sal in ji Îmraliyê cîhanê ronî dike
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Zindana Girava Îmraliyê li ber xwe dide.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Zindana Girava Îmraliyê li ber xwe dide. Bi nivîsandina paraznameyên xwe yên ku herî dawî ji 5 cîldan pêk dihat, ji bo hemû civak û gelên cîhanê rê û nexşerêyek nû vekir. Paraznaznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi kurdî, tirkî, erebî, firansî, Îspanyolî û felek zimanên din hatine wergerkirin. Li gelek welatên ewropa û cîhanê li ser pirtukên Ocalan xwendin û niqaş tên kirin. Di 25 rojên dawî de li Bakurê Kurdistanê 75 kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan Amarayê. Li welatên Ewropayê jî 25 kes 25 rojan meşiyan Kolnê û mîtînga herî mezin pêk anîn. Çalakî, meş, konferans û panelên ji bo azadiya Abdullah Ocalan li gelek welatên cîhanê berdewam dike.
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî têkildarî 25’emîn salvegera komploya navneteweyî û têkoşîna 25 salan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê nirxandinên girîng kir. Hevpeyvîna me ya bi Parêzer Emran Emekçî re wiha ye:

Di ser komploya navdewletî ya 15’ê sibata 1999’an re 25 sal borîn. Kesên 25 sal berê komplo pêk anîn çi armanc kirin û çiqas gihiştin armanca xwe?
Birêz Ocalan ji bo komploya ku 25 sal bere pêk hat gotibû ‘Di şexsê min de Lozan nûjen kirin”. Bi rastî jî dewletên ku di nava komployê de cih girtin, (DYA Ingilistan, Îtalya, Fransa, Almanya Rûsya, Yewmenîstan. Hwd) di heman demê de xwestin kurdan li dervê mafê hiqûqî bihêlin. Xwestin kurdan di nava 4 netew-dewletên ku wan ava kiribûn de bihilînin. Bi peymana Lozanê xwestin kurdan bikin tirk, fars, ereb û ji nasnameya wan dûr bixin. Bi vê peymanê protokola Amasya û Misaki Milil ya welatê kurd û tirkan ê hevpar esas digirt, îxanet kirin. Peymana Lozanê wekî peymana aştiyê ya sexte (1923), imze kirin. Di dahurandinên dawî de bi Peymana Sykes Pîcot nexşeya erdnîgariya Rojhilata Navîn bi rastkêşanli netew-dewletan dabeş kirin û tescil kirin (1916). Ev jî dihat wateya tasyifekirina îtîfaqa kurd û tirkan a piştî 7 salan. Meclisa yekem ku ev yek îtîraz kir hat tasyifekirin. Meclisa duyemîn ku bi lîsteya navendî hat hilbijartin û piranî hevkarên Îngîlîstanê bûn, hat avakirin. Bi destê vê meclisa duyemîn peymana Lozanê hat erêkirin. Di encamê de gotin ‘Bila Musul-Kerkuk ji mere be û bila Kurdên Bakur ji were be. Hûn çi dikin ji wan bikin’ . Bi vê yekê netew-dewletek biçûk a tirkan a bi xwe ve girêdayî ava kirin. Li hemberî vê yekê bi xala 44’emîn kurd li dervê hiqûqê hiştin. Bi rêya înkar, îmha û bişaftinê xwestin kurdan ji rûpelên dîrokê winda bikin. Ev bi erêkirina dewletên Rojava pêk hat. Piştî wê Destûra Bingehîn a yekperest, navendî, ya 1924’an ava kirin. Di 13’ê Sibata 1923’an de Komploya Pîranê, Plana Islahata Şerqê (15 Sibat 1925). Operasyonên tenkil, tedip û tirkkirinê heta 1970’an berdewam kir. Di salên 1970’ê êdî navê kurdan nedihat gotin. Têgeha Rojhilat nedihat gotin. Wekî Pirsgirêka Rojhilat, Ocaqên Kurd ên Şoreşger ên Rojhilat (DDKO). Di van salan de dema Abdullah Ocalan, ji bo qedera kurdan a li ser esasê înkar, îmha û windakirina di nava dirokê de biguherîne û ber bi azadiyê ve bibe, ket rê; li hemberî xwe ne tenê kesên feodal, paşverû, netew dewlet dît. Di heman demê de pergala Kapîtalîst a Cîhanû ku mîmarê netew dewletê dît. Ji ber ku kurdên azad ku li ser esasê hêza xwe ya cewherî, demokrat, sosyalist azad esas girt. Vê yekê jî statükoya wan a sed salan hilweşand. Listika wan a li ser kurdan û gelan xera kir. Ya herî girîng jî kurdên ku heta niha bûbûn leşkerên dewletê kirin, kurdên çalak û aktor. Ev yek nehat hesabê hêzên hemogoman û serdest.
Disa di wan salan de Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a DYA’yê (BOP) di rojevê de bû. Bi vê projeyê armanc kir ku kurdên li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê li vir kom bikin û bi Kurdistana Biçûk a girêdayî Iraqê ava bikin. Xwestin kurdan bi vê Kurdistanê razî bikin. Ev jî planek cuda ya 1923’an bû dixistin meriyete. Vê carê digotin ‘Kurdistana mezin bigirin û Kurdistana biçûk bidin.’ Xwestin kurdên li Îran, Sûriye û Tirkiyeyê koçî Kurdistana biçuk bikin û baweriyekê bidin van dewletan. Ev proje wê demê bi kesên Tirkiye bi rêve dibirin dan qebûlkirin û ji ber vê yekê Ocalan daxilî vê projeye nekirin.
Dema Birêz Ocalan li Şamê bû, elçiyên DYA; Îngilistanê û Îsraîlê, xwestin wî bikişînin nava vê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ku li ser esasê netew-dewleta biçûk a Kurdan hatibû avakirin. Lê birêz Ocalan got ‘Ez şervanekî azadiyê me. Xeyalên aştî, azadî û wekheviyê yê hezar salan temsil dikim. Ez nikarim bibim şervanê kesên din.’ Ji ber Birêz Ocalan bersîvek wisa da, patronê cihana Kapîtalîst DYA’yê komploya navdewletî kordîne kir û xist meriyetê. Şandin Îmralî û pergala tecrîd û îşkenceyê xist meriyete. Bi vê pergala komplo û tecrîdê xwestin vîna Ocalan a azadiyê bişkînin û kurdan bikişînin xeta BOP’ê. Lê Birêz Ocalan bi berxwedana xwe ya 25 salan hemû plan û projeyên wan pûç kir. Vîna azad ku di şexsê Ocalan de nûnertiya xwe dibine, li vir jî teslîmî komplogeran nekir. Dijberî vê yekê li gel hemû şertên giran ên tecrîdê bi nivîsa destan, parastina Modernîteya Demokratîk ku li dijî Medernîteya kapitaliste pêş xist. Ji bo feda gelên Rojhilata Navîn û cîhanê vîna azadiyê pêş xist. Vîna gel di aliye bîrdozî û polîtîk de xurt kir. Armanca tasfiyekirina kurdên azad û serbixwe ku di şexsê Birêz Ocalan de pêş xistin, bi vê têkoşîna xwe pûç kir. Bi vê têkoşînê hêza xwe paast û xwe mezin kir. Bi vê paradigmaya xwe hejmara Serokên Şaredariyan ji 30’yî derxist sedan.
Hejmara wekîlan ji 20’an derxist sedan. Hejmara kesên gotin ‘Vîna min e’ û îmze kirin derxist deh milyonan. Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a alternatif, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Rojhihata Navîn û Cîhanê pêş xist. Birêz Ocalan bi vê paradigmaya xwe bi qasî herêmî bû, ew qas jî bû gerdûnî û kurevî. Ji bo Bahara Ereban, Şoreşa Rojava, têkoşînên antikapitalist ên cîhanê nivîskar û ramangeran bû çavkaniya hêz û îlhamê. Parasnameya wî ya Qeyrana Şaristaniyê ya li Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk, bi tena sere xwe bû çavkaniya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û dî dîrokê de cihê xwe girt. Di dahûrandinên dawî de bersîva Birêz Ocalan a li ser ferzkirina bindestiyê ya pergala emperyalist a Projeya Kurdistana Biçûk, ku li dijî yekîtiya dildarî, wekhev û azad a gelan, dihat kirin; gotina; ‘Em ne mahkûmê modernîteya kapîtalîst a nijadperest, olperest, zayendperest, netew-dewletê ya Modernîteya Kapîtalîst ku parçe dike û bi rêve dibe nin.’ Dê bi modernîteyae demokratik dê kurd ne tenê li parçeyekî biçûk, dê bi hemû gelê cîhanê re bijî. Dê bi gelê ereb, fars, tirk û hemû gelan re vê alternatife bijî.’ Bû.
Sekna li Îmraliyê li ser vê fikr û felsefeye pêş ket. Li dijî Modernîteya Kapîtalîst, alternatifa Modernîteya Demokratîk pêş xist. Bi awayekî teorik hemû armanca komplogeran pûç kir. Jibo ev hemû têkeve meriyete jî divê pergala Modernîteya Demokratîk, di asta herêmî û kurevî de, erka avakirinê bi serkeftî pêk bîne.
Komplogerên navdewletî encamên çawa bi dest xistin. Komploger îro komployê çawa didomînin?
Tê zanîn ku Birêz Ocalan di 1’ê Îlona 1998’an de agirbesta yek alî îlan kir. Dixwest pirsgireka kurd bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bike. Ji bo bigêje armanca xwe û bi rêyên dîplomatîk ên navneteweyî pirsgirêkê çareser bike, rêya ewropayê tercih kir. Dema gihişt Romayê, pakêta ku ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kir. Di serî de ji bo Serokê Îtalyayê D’Alema û ji bo Serokê DYA’yê Bill Clinton, Serokê Ingilistanê Tony Blair, Serokê Almanya, Fransa û dewletên endamken Konseyên Ewropa re her wiha ji NY û saziyên ewropa re name şand. Di nameye de diyar kir ku dixwaze pirsgirêka kurd bi Tirkiyeyê re bi rêyên siyasî û li ser esasê agirbestê çareser bike. Eger van dewletan piştgirî dabûna, dê wê demê pirsgirêka kurd hatibûya çareserkirin. Lê li şûna piştgiriyê planên komployê xistin meriyete. Sererokê DYA’yê Clinton bi xwe li Serokê Îtalyayê D’Alema geriya û xwest mafê bicihbûna siyasî nedin Birêz Ocalan û wî radestî Tirkiyeyê bikin.
Ingilistanê wê demê wekî “Mirovê nayê xwestin” îlan kir. Fransayê ji bo ku nece welatê wan der barê wî de lêpirsîn da destpêkirin. Almanya jî biryara girtinê ya der barê Ocalan de xera kir û li şûna wê biryara ku Ocalan nece welatê wan girt. Wê demê D’Alema bi tenê hiştin. Bi zextên aborî û diplomatik zor li Îtalyayê kirin û xwestin Birêz Ocalan ji welatê wan derkeve. Wan jî got ‘Eger Ocalan ji welat dernekeve dê hikûmet belav bibe. Wê demê em nikarin jiyana te mîsoger bikin û zextên derûnî pêş xist. Birêz Ocalan jî li wir got ‘Mêvantiya bi zorê nabe’ û neçar ma ji Îtalyayê derkeve. Ewlehiya “Dewleta fermî ya Rûsyayê heye” da û bi balafira taybet a D’Alema şandin Rûsyayê. Li Balafirgeha Moskovayê bi çîçekan hat pêşwazîkirn. Di roja duyemîn de li gel biryara Duma ku bi yek dengî mafê parastina bicihbûnê dabûn jî, Pirîmakov û Yeltsîn bi tawîzên Projeya Xeta Şîn û Krêdiyên ÎMF’ê bi zorê biryara dervê welat dan. Destûr dan ku di ser Ermenistanê re biçe Kurdistanê. Lê rayedarên Rûs ev daxwaz qebûl nekirin. Ji bo bişînin Yewmenîstanê hemû derfet peşkeş kirin. Vê carê Generalê Teqawît ê Yewmenîstanê Naksakis bawerî da ku dê hikumet pirsgirêkan dernexe û qarandî ta. Li ser vê yekê di 29’ê Çileya 1999’an de Birêz Ocalan derbasî Yewmenîstanê bû. Li Balafirgeha Atina bi muameleya VIP’ê wekî wezîran hat pêşwazîkirin. Wezîrê Karê Derve Yê Yewmenîstanê Pangalos ku dostê Naksakis ê 40 salan e, ewle kir ku dê “pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin. Di rê de endamên serwîsa îstîxbata Yewmanîstanê ew pêşwazî kirin û binçav kirin. Ewil gotin dê bibin Hollandayê. Lê ew birin Minskê û ew li wir di bin sir û sermaya zêde de dan rawestandin. Lê ji ber ku Ocalan ji balafirgehê daneket, balafir disa çû Atinayê. Lê destûr nedan ku ji balafirgehê derkeve. Bil ez û bez bi heman balafirê birin Girava Korfu li cihana derve qut kirin. Ji wir jî hikumeta yewmen soz dan


