Ziman û hilberîn
Mirov ji bo ku bijî, xwe biparêze û debara xwe bike pêşî bi xwezayê re têkiliyê datîne. Di vê têkiliyê de pêrgî gelek tiştên ku nas dike û nas nake belê pêdiviya wî/wê pê heye dibe.

Mirov ji bo ku bijî, xwe biparêze û debara xwe bike pêşî bi xwezayê re têkiliyê datîne. Di vê têkiliyê de pêrgî gelek tiştên ku nas dike û nas nake belê pêdiviya wî/wê pê heye dibe. Ji bo ku ji wan tiştan sûdê wergire; hem wan bi kar tîne û hem jî tiştekî li wan zêde dike. Ew zêdekirin jî hilberîneke domdar û misêwa bi xwe re tîne. Ji bo wê, meriv dikare mirov wekî heyinekî biaqil, hilberîner û civakî pênase bike. Lewre hişmendiya mirov, hilberîneriya wî/wê, hilberîneriya wî/wê jî civakîbûna wî/wê derdixe holê.
Mirov tiştên ku dibîne tenê bi bi nav nake; heman demê tiştên ku difikire, disêwirîne û xeyal dike jî bi nav dike. Ziman, bi jiyana civakî, ezmûn û zanîna kesên din re pêk tê û pêşve diçe. Pêketina zimanê civakekê rasterê girêdayî hilberîn(eriy)a wê ye. Hewce ye ku mirov li gel gerdûna şênber, gerdûna ku di hişê xwe de diafirîne jî pênase bike. Mirova/ê ku hatiye afirandin, bi saya hilberînê dibe heyîneke/î afirîner.
Hilberîn, têkiliya navbera mirov û xwezayê ya sereke ye. Zimanê mirov ê herî kartêker bi saya hilberînê pêk tê. Hest û hizrên mirov û herwiha yekeya fikr û boçûnên mirov ên herî giring, pêşî bi hilberînê dest pê dikin. Destpêka hilberînê destpêka afirandina ziman e jî. Her hilberînek bi xwe re zimanekî nû pêk tîne. Li gel awa û çawaniya ziman; bikaranîn, geşedanî û tekûzkirina ziman jî rasterast bi şêwaza hilberînê û alavên wê ve girêdayî ye. Sazûmana sereke ya ku mirov li gel çand, huner û wêjeyê wî/wê ber bi civakîbûnê ve dike, zimanê wî/wê yê hilberînê ye.
Ziman li gor dem û serdema ku mirov tê de dijî û herwiha li gor awa û şêwaza hilberînê û alavên wê pêk tê, dişêwe û pêşve diçe. Mirov an jî civaka ku tiştekî hildiberîne, pêşî bi zimanê xwe nav lê dike. Peyre ew navê resen û sereke li tevahiya dinyayê belav dibe û wekî navekî/peyveke hevpar mayînde dibe û dibe aidê hemû civakan. Gelek zimanên ku di serdema navîn de dewlemend bûn, îro bi serdema teknolojî û zanînê re mehiyane û hin bi hin ji holê radibin. Pêşî hilberîna civakên serdema çandiniyê li ser axa welatê wan pêk dihat û alavên hilberînê yên ku çêdikirin jî bi zimanê wan dihatin binavkirin. Mînaka herî berbiçav ew e ku; civakên ku cara pêşîn li ser xaka Mezopotamyayê çandinî pêk anine û alavên hilberînê çêkirine, bav û kalên kurdan bûne. Pêşî wan cot û alvên çandiniyê çêkirine û bi vî awayî debara xwe kirine. Ji ber ku alava sereke a hilberîna wê serdemê a bingehîn ‘halet’ bûye, ew nav wekî ‘alet’ê li her derê cîhanê belav bûye û mayînde bûye. Navê gelek alavên ku hê jî tên bikaranîn. bi vî awayî belav bûne. Hilberîna dîroka nêzîk jî vê yekê diselmîne ku kîjan civak çiqas hilberîner be ewqas zengîn dibe û çiqas zengîn dibe jî zimanê wê ewqas xurt û dewlemend dibe. Wekî nimûne; kesê ku radyo dahênandiye bi zimanê xwe nav lê kiriye û navê radyo li hemû deverên cîhanê wekî ‘radyo’ hatiye bilêvkirin û belavkirin. Herwiha, telgraf, telefon, televizyon, trên, otabus, motor, apartman, salon, balkon, tiyatro, sînema, înternet, facebook, whatsApp û hwd. bi


